Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Têkiliya wan bi derve re hat qutkirin!

Desthilatiya AKP’ê ku li pêşberî vê berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê tengav bûye serî li êrîşên dij mirovî, dij qanûnî û dij exlaqî dide. Girtiyê bi navê Cengîz Temel ê ku li Girtîgeha Tersûrê di greva birçîbûnê de ye radigihîne ku ji 1’ê adarê ve ye kargeriya girtîgehê hemû têkiliyên wan ên agahdarbûnê biriye û li derve çi diqewime ew nizanin

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye di roja 122’yemîn de ye. Her wiha çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku li Hewlerê bi heman armancê daye destpêkirin jî 109 roj li pey xwe hişt. Çalakiya 14 çalakvanên li Strasbûorgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê 83 roj û çalakiya koma ewil a girtiyên ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir jî 84 roj li pey xwe hişt. Di 1’ê adarê de jî li tevahiya girtîgehan, girtiyên PKK û PAJK’î dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Çalakî di roja 9’emîn de didome.

Desthilatiya ku li pêşberî vê berxwedanê tengav bûye serî li êrîşên dij mirovî, dij qanûnî û dij exlaqî dide. Li der ve çalakgeran binçav dike, li girtîgehan jî îşkenceyan li girtiyan dike. Desthilatiya AKP’ê ji bo berxwadana çalakgeran bişkîne hemû pêkanînên dij qanûnî pêk tîne. Girtiyan diavêje hucreyan, vîtamîna B1 nadin girtiyan, her wiha li gelek deveran xwê, şekir, lîmon û ava fêkiyan jî nadin çalakgerên di greva birçîbûnê de ne. Di heman demê de tecrîda di şexsê Ocalan de li Girava Îmraliyê pêk tê li hemû girtîgehan jî belav bûye. Bi taybetî jî li ser berxwedêrên grevên birçîbûnê.

Lig elek girtîgehan kargerî dest datîne ser hemû amûrên girtiyan ku di nav de lênûsk, pirtûk, kovar û radyo jî heye. Bi taybetî ji li hin gitîgehan radyoyên girtiyan ji dest wan digirin ku têkilya wan ji der ve qut bikin û her wiha rojnemeyên muxalî ku yek ji wan Rojnameya Yenî Yaşamê ye nadin girtiyan.

Têkiliya wan ji cîhanê qut kirine

Girtiyê bi navê Cengîz Temel ê ku li Girtîgeha Tersûrê di greva birçîbûnê de ye bi rêya telefonê ji malbata xwe re radigihîne zext û pêkûtî li ser wan zêde bûye. Temel aşkera dike ku her berxwedêrên nû dikevin grevê kargeriya girtîgehê zetan li wan dike. Temel tîne ziman ku ji 1’ê adarê ve ye ku li hemû girtîgehan hevalên wan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye kargeriya Girtîgeha Tarsûsê êdî nema rojnameyan didin wan. Temel dibêje ku bi taybetî Rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan û armanc dikin ku ew ji berxwedana Tevgera Azadiyê û ya gelê kurd haydar nebin. Temel destnîşan dike ku ew ji derve bi tu awayî agahiyan nagirin û li der ve çi diqewime ew nizanin. Temel dixweze di vî warîde hin tişt bên kirin. Her wiha Temel li ser rewşe xwe û hevalên xwe yên di grevê de ne jî dibêje moralê wan bilinde û heta ku negihêjin armanca xwe dê dê çalakiya xwe bi tu awayî bi dawî nekin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar