Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Têkiliyên Rûsya-Çîn-Koreya Başûr, DYA’yê ditirsîne!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Serokê dewleta Rûsya V.Putin û Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un, di roja 13.9.2023 de li Baregeha Fezaya Vostoçni ya herêma Amura Rûsyayê, bi hev re rûniştin.

Lihevrûniştina wan 4 saetan dewam kiri ye; 2 saetan heyetên her du aliyan, 2 saetan jî her du serokdewlet bi serê xwe bi hev re peyivîne.

Li goreyî saloxan, Kim û Putin(hilbet heyetên wan jî) li ser hemû mijaran; him ên stratejîk him ên taktîk, bi berfirehî axivîne.

Her wiha peyamên gelek balkêş, ên pesindariya hevdû û yên mezin ên him dewletên wan û him hemû cihanê têkildar dikin, pêşkêşî raya giştî kirin.

Mînak, Putîn dibêje; “ez bi dîtina te pir kêfxweş bûm” û hwd. Li ser pirsa rojnamevanan dibêje; “ma ji bo çi em hatine vê baregeha ezmanî((?), jixwe jibo ku em hevkariya xwe li ser mijarên mûşekên(fuzeyên)ezmanî û hwd. xurtir bikin li vir in”!

Kim dibêje; “jiber ku li dijî eniya emperyalist şer dike, ez di vê têkoşîna pîroz a Putin û Rêveberiya wî de, li gel wan cih digrim û hemû biryarên wan dipejirînim û destekê didim” û hwd!

Ev hevdîtina bilind a Putin û Kim a ewil e.

Her wiha di heman navberê de, heyetek payebilind a Çînê jî çûye Koreya Bakur û nameya Serokê Çînê Şî jî pêşkêşî Serokê Koreya Bakur Kîm kiri ye.

Ji vê trafika germ a payebilindên Rûsya-Koreya Bakur-Çînê, DYA’yê gelek nerihet û hêrs bûye. Bêgûman, ev nîşanê tirsê ye jî.

Wezareta derve ya DYA’yê, li dijî van hevdîtin û trafika diplomasiyê, daxuyaniyek tûj û tal daye raya giştî. Dibêje; “heke van dewletan, bi armanca dijberiya Ukraynayê, bi çekên giran alikariya Rûsyayê bikin, em ê bêdeng nemînin û jibo tevgêrbûnê jî em ê dudil nebin”!

Berî niha jî, hinek bûyerên paralelî van bûyeran pêkhati bûn. Weke civîna bilinda a BRICS’ê, ya ku li paytexta Afrîqa Başûr pêkhatibû.

Her wiha li pey civîna BRICS’ê, di vê hefteyê de li Hîndîstanê, civîna G20’an pêkhat.

Her çend di vê civînê de, DYA’yê xwest hinek tola civîna Afrîqa Başûr bistîne jî, lê qasî ku hat dîtin, negihişt vê armanca xwe.

Lewma li pey van her du civînan û hinek têkilî û peywendiyên din ên hinek dewletan ên di vê çarçovê de, DYA’yê gelek ditirsîne û hêrs dike.

Weke diyar dibe çerxa siyaset û trafika diplomasiya cihanê, li gorî çarçova siyaseta DYA’yê û hevalbendên wê nameşe.

Li aliyê din, mijara ku yekser têkildarî doza gelê me ye, siyaset û diplomasî û kiryarên dewletên dagirkerên Kurdistanê ne.

Helbet bi giranî jî, di vê derbarê de, dewleta tirk a rola sereke dileyîze an jî bi gotinek din; roleke berbiçav didin ser milê dewleta tirk.

Lewma istixbaratkarê kevn û  diplomatê teze Hakan Fidan, bi lez erkdar kirin û ajot in qada germ a şer û pevçûnê. Van rojên dawî jî bi qada Afrîqa re gelek têkildar e.

Em dibînin ku li Libyayê, di van rojên dawî de (28.8.2023) dîsa tofanek rabû û yekser destê dewleta tirk têde hat xwuya kirin,

Jixwe tê zanîn ku di dema rûxandina rejîma berî niha de çendin destdirêjayî û rola dewleta tirk hebû.

Tê gotin ku bi navbênkariya dewleta tirk, wezîra derve ya Libyayê Necla El Mengûş û wezîrê derve yê Israîlê Eli Cohen, li Romayê li hevdu rûniştin e. Hema li ser rûdana vê bûyerê ya di çapemeniyê de, wezîre xanim Necla, ji kar hat avêtin û dawiyê li Tirkiyeyê hat dîtin!

Jixwe di dîrokê de sicîla dewletên tirk, çendîn ne paqije e û tije xwîn û gemar in, baş tê zanîn.

Îja dewleta dawî ya komara tirk û bi taybetî jî serdema Receb T.Erdogan, ji hemûyan qirêjtir û xwînrijtir e. Hema li kîjan welatî hatine dîtin, alozî û qirîz û şer û ceng û derbe û hwd. hemû li pey hev hatin e. Vê mînaka Libyayê jî yek ji dewama wan e.

Qrîza prêzeya wî ya çûna Iraqê û Erbîlê jî, hema bi çûyîna wî ya wê herêmê re lez dabû xwe û êrîşên dagirkerî û qirkeriyê jixwe zêdetir bibûn.

Îja du roj berî niha, Mesrûr û Nêçîrvanê malbata Barzaniyan, ew bixwe li xwe mikûr tên û heta zedetir jî ketine bêhêvî û tirsek mezin! Ji serokê DYA’yê Biden re nameyek gilî û gazindan şandine.

Dibêjin; “nexweşiyên navbêna Bexda û Erbilê gûr bûne, lazim e DYA’yê zû dest bavêjê, ya na metirsiya me heye ku statûya me ya Federaliya Kurdistan jî têkbiçe û hilweşe

Careke din zelal dibe ku, heke bawerî ne bi hêza cewherî ya xwe û gelê xwe be, ew tevgêr tu caran mayinde nabin û her têk diçin!

Nûçeyên Têkildar