Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Têkiliyên Trump û Erdogan dê terî astengkirina cezayan neke’

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Navneteweyî ya Amerîkayê îşaret bi têkiliyên Erdogan û Trump kir ku dê Tirkiye ji cezayên Amerîkayê yên têkildarî kirîna moşekên Rûsyayê û ku bi armanca hedefkirina balafirên Amerîkyê hatine çêkirin, bê par neke.

Navendê di analîzeke xwe de diyar kir ku têkiliyên serokê Amerîkayê bi hempîşeyê xwe Recep Tayyîp Erdogan re, rê li pêşiya aloziya her du welatan digire, lê Trump ji ber ku bi oposzîsyoneke xurt ya hikumeta Erdogan ve girêdayî, derfetên wî yên êrîşkirinê tune ne.

Tê zanîn ku kirîna Tirkiyê ji sîstema parastina hewayî ya Rûsyayê S-400 re û nakokiyên siyaseta derve, hişt ku alozî di navbera Enqere û hevalbendên wê yên di NATO’yê de derkeve.

Navenda lêkolînên stratejîk bal kişand ser ku diyar e ku Tirkiye serguveştiyê dike û tu dewlet bi hevkariya parastina bi Moskovê ve heta vê astê beşdarî NATO’yê nebûne.

Di heman demê de veguhastina sîstema parastina Tirkiyê dûrî DYA`yê dê ne hêsan be, lê hevkariya Amerîka-Tirkiyê ku niha hatiye rawestandin, girêdan heta asteke mezin xerab kir.

Her wiha navendê destnîşan kir ku cezayên navdewletî ku Enqere dike armanc, ne tenê girêdayî derxistina ji bernameya çêkirina hevbeş a balafiran e, her wiha rawestandina pîlotên Tirk e jî, ji vê zêdetir jî hevpeyman di navbera 2 partiyên senatoya Amerîkayê de heye ku dibê têkildarî kirîna S-400’an bergiriyên pêwîst bigirin.

Erdogan têkildarî rûniştina G20’an a dawîn ku di Tîrmehê de hate birêvebirin, wiha şîrove kir; serokê Amerîkayê dê cezayên li dijî kirîna Tirkiyê ji S-400’an re yan kêm bike û yan jî bi temanî rake.

Analîz wiha dibêje: “Tevî berdewama Trump ji netehemuliya cezayên li dijî Tirkiyê jî rayedarên Amerîkayê bi israr in.”

Serokê Amerîkayê ji aliyê du hevalbendên xwe yên di senatoyê de, ku ew jî; serokê Meclisa Têkiliyên Karên Derve yê di kongreyê de Cem Resh û serokê Komîteya Hêzên Çekdar ê di kongreyê de James Inhove, rastî fişarê tê. Navendê diyar kir ku bi endamên xwe yên payebilind re yên ku banga liva li dijî Enqereyê kirin, hevpeyman danî.

Daxuyaniyên destpêkê destnîşan dikin ku Trump hêj bendewarê rakirina cezayên li ser aboriya Tirkiyê rake, herî kêm di dema heyî de, lê senatoya Amerîkayê ji bo ferzkirina cezayan dê vexwendineke nû ji her du partiyên bişîne û dê di hefteya duyem a meha Îlonê de vegerin, her wiha dê cezayên hinekî kêm bikin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk dibîne ku tevî vê yekê û paşguhkirina cezayan, muhtemel e ku Erdogan bersivê bide.ROJHILATA NAVÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar