Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Têkoşer Mahsûm Pamay hat oxirkirin

Cenazeyê girtiyê siyasî Mahsûm Pamay ku li dijî tecrîda li ser Ocalan çalakiya fedaî pêk anî, îro li Cizîrê di bin dorpêça polîsan de hate veşartin. Polîsan nehişt ku ji bilî endamên malbatê tu kes tev li merasîma oxirkirina cenazeyî bibe

Girtiyê siyasî Mahsûm Pamay (22) ku li Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa F ya Xarpêtê dima, ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Pamay şevê din ji aliyê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr û malbatê wî ve hate wergirtin.

Cenazeyê Mahsûm Pamay dema ku anîn Şirnexê, polîsan hem ketina bajar û hem jî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê dorpêç kir. Di heman demê de polîsan ji girseya ku ji bo wergirtina cenazeyî ku parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz jî di nav de bûn re destnîşan kir ku ger girse dernekeve derveyî nexweşxaneyê dê cenazeyî nedin.

Nehiştin welatî tev li merasîmê bibin

Ji bo ku malbata Pamay di zorê de nemîne, parlamenter û welatî ji nexweşxaneyê derketin. Piştre jî malbatê cenazeyê Pamay ji morga nexweşxaneyê wergirt û bir Goristana Asrî ya Cizîrê. Polîsan dora goristanê jî dorpêç kirin û destûr nedan ku ji xeynî endamên malbatê tu kes beşdarî merasîma cenazeyê Pamay bibe.

Malbatê bertek nîşan dan

Di dema definkirina cenazeyî de xizmên Pamay bertek nîşanî polîsan dan û gotin; ‘Gelo ma zarokên we jî nîn? Ma ev edalet e?’  Herî dawî jî cenazeyê Pamay hate definkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 20’ê sibatê ve 7 jê girtiyên siyasî, hejmara kesên li dijî tecrîda li ser Ocalan çalakiya fedaî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan derket 8’an. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar