Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Têkoşera edaletê: Dayika Emîne Şenyaşar

Têkoşîn û lêgerîna dayika Emîne şenyaşar a ji bo edaletê îro 878 roj in bê navber didome. 20 roj in çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê li Enqereyê berdewam dike. Ji bo daxwaz û hawarê xwe bigîne rayedaran di 26’ê Tîrmehê de çû Enqereyê û xwest bi rayedarên Wezareta Dadê re hevdîtinê pêk bîne. Lê rayedarên Wezareta Dadê ji bo guh nedin daxwazên dayika Emîne Şenyaşar û wê li pêş Wezareta Edaletê nebînin, li aliyekî meşa wê asteng kirin, li aliyê din guh û çavê xwe girtin.

Dayika Emîne Şenyazar û 855 rojan li pêş Edliyeya Rihayê bê westan û rawestan çalakiya xwe berdewam kir. Li Rihayê bi sedan sazî, rêxistin û partiyan serdana Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar kirin û soz dan wê ku piştgiriyê bidin çalakiya wê. Lê ligel 2 sal derbas bûn jî, rayedarên Wezaretê û wekîlên li meclîsê ji bo edalet pêk bê û Emîne Şenyaşar bigêje armanca xwe tu gavên şênber neavêtin.

Şenyaşar ji bo bigêje armanca xwe û edalet pêk bê serma zivistanê û germahiya dijwar a havînê ji bo xwe nekir asteng. Ji  ber ku li Rihayê deng û hawara xwe negîhand rayedar û wezîran, ji bo bigêje armanca xwe di roja 856’an de li Meclîsa Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist û dest bi çalakiyan kir.

îro bi heman biryar û israrê çalakiya xwe li Enqereyê berdewam dike. Malbata Şenyaşar li Enqereyê li aliyekî bi rêxistin û saziyên civakî re hevdîtinê dike, li aliyê din li pêş wezareta dadê çalakiya xwe berdewam dike û hewl dide bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bike.

Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li Enqereyê bi nûner û rêveberên Baroya Enqereyê, Navenda Giştî ya ÎHD’ê, Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û gelek rêxistinên din ên civakî re hevdîtin pêk anî. Nûner û rêveberên van rêxistin û saziyan daxwaza Emîne Şenyaşar guhdar kirin û anîn ziman ku ji bo Emîne Şenyaşar bigêje armanca xwe dê piştgiriyê bidin çalakiya wê.

Dema em li çalakiya Dayika Emîne Şenyaşar û helwesta rayedarên dewletê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî dinerin, em rastiya kî çiqas edaletê dixwaze bêtir dibînin.

Di salên 1990’î de bi hezaran mirov bi destên hêzên tarî hatin qetilkirin. Hêj kujerê wan kesan nehatine darizandin û dosyayên wan ji nava dosyayên darizandinê derxistin.

Îro dîsa her roj jin tên qetilkirin. Mirov tên kuştin. Zarok li kolanan di bin maşîneyên leşker û polîsan de tên kuştin. Mirov rastî tundî, zilm û nehiqiyên giran tên. Kemal Korkut li pêş çavê dehan rojnamegeran hat qetilkirin. 2 kurên Emîne Şenyaşar û hevjînê wê li pêş çavê sedan mirovan hatin qetilkirin. Bi sedan mînakên bi vî rengî ku kujer diyar in hene. Lê kujer nayên darizandin. Kujer nayên cezakirin. Dema em li helwest û feraseta rayedarên dadê û dewletê dinerin, em dibînin ku ev kujer bi destê rayedaran tên parastin. Ji ber vê yekê nayên cezakirin.

Li aliyê din dema em li helwest û feraseta saziyên sivîl, rêxistinên civakî û partiyên siyasî yên muxalif dinerin, em dibînin ku her çend li pêş raya giştî doza edalet, demokrasî û aştiyê dikin jî lê têkoşîn û israra wan a edaletê pir lawaz e. Eger rêxistin û saziyên civakî bi rastî ji dil edalet, aştî û demokrasiyê bixwazin, divê her roj Dayika Emîne Şenyaşar bi tenê nehêlin.

Ji ber ku Dayika Emîne Şenyaşar ji dil, bi bîr û bawerî edaletê dixwaze û dizane ku kujer bên darizandin wê demê dê edalet pêk bê, çalakiya xwe bi biryar, bawerî û israr berdewam dike. Îro bi hezaran mirovên ku mîna Emîne Şenyaşar, neheqiyek giran li wan hatiye kirin, zilm û zor li wan hatiye kirin hene. Lê ji ber ku bi qasî Dayika Emîne Şenyaşar ji dil û can bi bîr û baweriyek mezin ji edaletê bawer nakin, li gel Emîne Şenyaşar mil bi mil, tênakoşin û nakevin nava lêgerîna Edaletê. Kengî ku em hemû malbatên ku xizmên wan hatin kuştin û kujerê wan hêj nehatine darizandin bi hevre milê xwe bidin hev, kengî em hemû rêveber û nûnerên rêxistinên civakî, nivîskar, rojnameger, akademîsyen û hemû kesên muxalif ku bi şiklekî neheqî li wan hatiye kirin û edalet ji destê wan hatiye girtin, dengê xwe bikin yek û dest bidin hev û bi hevre ji bo edaletê têbikoşin, wê demê daxwaza dayika Emîne Şenyaşar dê pêk bê.

Ev bi biryar û baweriya me ya têkoşîna edaletê ve girêdayî ye. Heta ku em edaletê ji dewletê bixwazin, edalet pêk nayê.

Nûçeyên Têkildar