Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Têkoşerê 40 salan: Mam Zekî

Di 15’ê Tebaxa 2018’an de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî tev li merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de pêk anî bû dibe. Piştî merasîmê Mam Zekî berê xwe dide Şengalê. Lê dewlet tirk a dagirker ku tevî ewqas êşên hatine kişandin jî êrîşî Şengalê dikir, Mam Zekî jî kiribû armanc. Dema wesayîta Mam Zekî digihîje Geliyê Şilo yê Çiyayê Şengalê, balafirên şer ên dewleta tirk bombebaran dikin. Di encama bombebaranê de Mam Zekî şehîd bû.

Mam Zekî di 28’ê Kanûna sala 1952’yan de li gundê Şahîsma yê girêdayî bajarê Êlihê ji dayik dibe. Lê di sala 1969’an de ji ber zilma dewleta tirk a li ser kurdan û taybet ser civaka êzidî, wekî gelek malbatên êzidî bi malbata xwe re koçî Ewropayê dike.

Sala 1979’an pêwendî bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re çêdike û di nava civaka êzidî ya Ewropayê de xebatan dide meşandin. Di rêxistinkirina civaka êzidî ya li Ewropayê de rolek sereke dilîze.

Di 1989’an de bi awayekî fermî beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Sala 1990’an ji aliyê dewleta alman ve tê girtin û demek dirêj li girtîgehê dimîne.

Piştî ji girtîgehê derdikeve, xebatên xwe berfirehtir dike û tevî malbata xwe bi hemû hêza xwe ji bo civaka êzidî û azadiya Kurdistanê xebat dimeşîne. Di vê navberê de kurê Zekî Şengalî yê bi navê Qasim Ozden (Sîpan) û kurê xwîşka wî Xanê Demîr di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd dibin.

Zekî Şengalî sala 1999’an biryar dide ku vegera welat û berê xwe dide Kurdistanê. Bi têkoşîn, xebat û pêwendiyên xwe bandorek mezin çêdike. Di nava Tevgera Azadiyê Kurdistanê de jî rolek girîng dilîze û dibe Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK).

Şengalî di gelek waran de kar û xebatên girîng dimeşîne lê bi taybet ji civaka êzidî û yekitiya gelê êzidî têdikoşe.

Mam Zekî kesayetek neteweyî bû û xwedî hestekî şoreşgerî bû. Qet fikir û hizrê wî Kurdistan parçe nekir. Timî ji bo yekitiya neteweyî kar dikir. Lewma di sala 2013’yan de pêşengtiya civînên ji bo kongreya neteweyî dike. Hewl dide ku nakokiyên di navbera aliyan de bi dawî bike û nêzî hev bike û hêviya gelê kurd a bi salan pêk bîne. Lê xêrnexwazan nehişt ev hewldan bigihêje armancê.

Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, Zekî Şengalî jî berê xwe dide Êzidxanê û pêşengtiya berxwedanê dike. Ji bo birêxistinkirina êzidiyan û avakirina Şengaleke xweser bi şev û roj dixebite. Bi vê xebata xwe, di nava tevahiya civaka êzidî de rêzdariyek gelekî mezin digire û wekî pêşeng tê qebûlkirin. Hezkirina ji bo Şengalî digihîje astek wisa ku êdî civaka êzidî wî wekî perçeyek xwe dibînin û di dilê wan de hêlîn çêdike. Lewma Êzidxan êdî wî wekî “Mamê Zekî” pênase dike û bi vî nava civaka û herêmê de tê naskirin.

Parastina Êzidxanê dibe yek ji qadên ku Mam Zekî pêşengiyê dike. Bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê re, civaka êzidî ya bê parastin hatiye hiştin, di komkujiyê re hat derbaskirin. Lewma li gel berxwedanê, ji bo avakirina hêzên parastina Êzidxanê jî bi lez û bez xebat tên meşandin. Mam Zekî di vê xabetê de jî rolek sereke dilîze û pêşengiya avakirina Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) û Asayîşa Êzidxanê dike. Hêzên YBŞ/YJŞ li aliyekê bi perwerdeyan hatin mezinkirin, li aliyekê di rizgarkirina herêmê de rolek girîng lîstin.

Ked û pêşengiya Mam Zekî, di nava civaka êzidiyan de cihekî mayinde ava kir, ew bû Mamê Êzidxanê û di dilê êzidiyan de hêlîn çêkir. Lewma xêrnexwazên ku li ser êzidxanê hesabên wan ên tarî hebûn, ev rola wî dît û ew kirin hedef. Di 15’ê Tebaxa 2018’an de Mam Zekî tev li merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de pêk anî bû dibe. Piştî merasîmê Mam Zekî berê xwe dide Şengalê. Lê dewlet tirk a dagirker ku tevî ewqas êşên hatine kişandin jî êrîşî Şengalê dikir, Mam Zekî jî kiribû hedef. Dema wesayîta Mam Zekî digihîje Geliyê Şilo yê Çiyayê Şengalê, balafirên şer ên dewleta tirk bombebaran dikin. Di encama bombebaranê de Mam Zekî şehîd dikeve.

Cenazeyê Mam Zekî di 19’ê Tebaxa 2018’an de, li Mizargeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê, bi beşdariya hezaran kesan hat oxirkirin. Gelê êzidî piştî şehadeta Mam Zekî, li ser şopa wî îradeya xwe hîn xurt kir. Li aliyekê bîranîna Mamê xwe didin jiyandin, li aliyekê ji bo naskirina pergala xweser a Êzidxanê têdikoşin. Li cihê ku Mam Zakî lê hatiye şehîdkirin, bîrdariyek hatiye avakirin û tê ziyaretkirin. Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar