Her çiqas mirinek fizîkî hebe jî mirovên di jiyana xwe de têkoşînek bêhempa didin, navên xwe li rûpelên dîrokî yên zêrîn didin nivîsandin. Yek ji wan kesên ku navê xwe li dîroka “Çapemeniya Azad” nivîsî jî Yilmaz Yakût (Kalo) e. Di salên 1990’an de dema dewletê li bajarên bakurê Kurdistanê şerê qirêjî xist dewrê û di heman demê de jî Rewşa Awarte (OHAL) îlan kir, tirsek li van bajaran afirandibû. Di van salên tarî de li kuçe û kolanên bajarên Bakur de “Generalên Biçûk” ên zanyarê kurd Apê Mûsa rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê di nava gel de belav dikirin. Di vê serdema nexweş û tarî de herî zêde wêrekî dihat xwestin. Ji ber ku her roj însan di nava kuçe, meydan û cadeyan de dihatin kuştin. Bi dehan zarok û ciwanan li dijî vê tirs û xofê û her kêliya bi talûke sond xwaribûn li kuçe û kolanên Amedê û bajarên din digeriyan û rojname belav dikirin. Gelek caran hatina rojnameyan a Amedê dihat qedexekirin lê dîsa jî ev dilsozên ciwan qoliyên rojnameyan dianîn û digihandin gel.
Di wan salên giran de van Generalên Biçûk îşkence, zext û kuştin dan ber çavê xwe û bi wêrekî û bedelên mezin rojname belav dikirin. Gelek belavkar anku Generalên Biçûk di êrişên hêzên tarî û JÎTEM’ê de dihatin qetilkirin û îşkencekirin. Gelek belavkar hatin girtin û bi mehan û salan di zindanan de man.
20 salan bê navber belavkarî kir
Yek ji şahidên wê dema tarî jî Yilmaz Yakût (45) anku bi navê tê naskirin Kalo bû. Serpêhatiya Çapemeniya Azad a Kalo di temenê 15 salî de anku di sala 1990’an de dest pê kir û heya sala 2010’an bênavber dewam kir. Kalo ku bi nexweşiya penceşêre ket, di 16’ê çileya 2022’yan de jiyana xwe dest da. Kalo, dema belavkarî dikir de gelek caran îşkence, zext û kuştin dida ber çavê xwe û bi wêrektiyeke mezin ev kar dikir.
Cesareta wî serdestê hemû êrîşan bû
Kalo her roj bi berbangê re ji malê derdiket û berê xwe dida buroya belavkariya rojnameyê ya li navçeya Yenîşehîrê. Rojname dixistin tûrikê xwe û derdiket belavkariyê. Li hemû kuçe û cadeyên Amedê digeriya. Heta ku yek rojnameyek wî jî mabûya venedigeriya buroyê. Tevî her cureyên zext û zorê jî bi terz û helwesta “wê rastî di tariyê de nemîne” rojname digihand xwîner û aboneyan. Kalo, dema belavkarî dikir gelek caran hate binçavkirin, îşkencekirin, gefên kuştinê lê hatin xwarin, hate revandin, bi êrişên çekdarî re rûbirû ma. Lê tu caran kêliyek jî bi paş ve gav neavêt. Van sepanên dijwar û dij mirovane bi salan berdewam kir lê Kalo ji cesareta xwe û karê xwe tawîz neda.
Dayika Kalo, Mevlûde Yilmaz behsa belavkariya wî ya di salên 90’î de, zehmetiyên ku kişandine û girêdayîna wî ya karê wî kir.
Girêdayî doza xwe bû
Dayika Mevlûde Yakût bi bîr xist ku lawê wê Yilmaz di 15 saliya xwe de dest bi belavkariya rojnameyê kir û wiha behsa jiyana wî kir: “Yilmaz pir îşkence dîtin. Piştî destpêke 2 sal derbas bûn 5 rojan winda bû. Birayê wî got Yilmaz birîndar bûye. Me agahî stand ku Yilmaz li nexweşxaneyê ye. Li ser vê me got ‘Yilmaz te digirin, direvînin û îşkenceye li te dikin, te rojekê bigirin belkî em te êdî nebinin, tu nikarî vî karî berdewam bikî û dest jê berde.’ Lê Yilmaz pişti ku birîndar bû 20 rojan li malê ma û dû re karê xwe domand. Her tim digot ‘Min soz daye û çi dibe bila bibe ez ê dest ji doza xwe bernedim. Heya mirinê ez ê vî karî berdewam bikim.’ Anku girêdayî û sadiqê doza xwe bû.”
Yakût anî ziman ku ji ber zext û gefan koçî Edeneyê kirin û wiha pê de çû: “Yilmaz li Edeneyê jî belevkariya rojnameyê kir. Polîs her tim dihatin mala me û pirsa Yilmaz dikirin. Digotin ‘Çi kar dike? Ma kareke din ê cudatir nîne bike?’ Wekî gefan li me dixwarin. Gelek caran polîsan jê re digotin ’em ê çokên te bişkênin ku tu nekarî bimeşî’. Gef lê dixwarin. Carekê polîsan ewqas lê dabûn ku nedikariya bimeşe. Min bi ava germ laşe wî perixandiye ku hinek sivik bibe.”
Îşkenceyeke giran lê hate kirin
Yakût da zanîn ku carekê li malê hatibû binçavkirin, 5 rojan li qerekolê di binçavan de mabû û wiha behsa îşkenceya lê hatiye kirin kir: “Kalo jî di nav de 12 welatî hatibûn binçavkirin. Ewqas îşkence li Kalo kiribûn, dev û diranên wî şikandibûn. Diranên xwe di kefa destê xwe de anîn malê û nîşanî min dan. Min got ‘lawê min çima te diranên xwe anîne.’ Got; ‘Van diranên xwe yên şikestî ji nadim dijmin.’ Ji ber ku 5 rojan îşkence lê hatibû kirin, 45 rojan xwarina wî şîr, biskuwî û mama bûn. Tişteke din di qirika wî de nediçû.”
Yakût axaftina xwe bi van gotinan domand: “Dema dibû zivistan, qaputekî Yilmaz ê mezin hebû. Ji ber ku şil nebin rojname û kovar dixistin bin qaputê xwe. Carna ev rojname dixistin poşetê reş, carnan dixist torbeyên arvan, carna jî dixist binê teştika dendikan û dendik berdidan ser da ku neyên dîtin.”
Mirovekî dirust bû
Dayika Mevlûde got ku Yilmaz mirovekî dirust û baş bû û axaftina xwe wiha qedand: “Yilmaz gelek zilm û îşkence dîtin, tevî vê yekê jî girêdayî doza xwe bû. Dema tiştek bi serê hevalên wî dihat pir aciz dibû. Her tim hevalên xwe difikirî.”
Belgefîlma jiyana Kalo hate kêşandin
Li ser jiyana kalo belgefîlm hate çêkirin. Derhênerê belgefîlmê Mehmet Salîh Çelîk û Kemal Hanazayên li ser serpêhatî û jiyana Kalo bi navê “Yilmaz” belgefîlmek amade kiribûn. Ev belgefîlm jiyana Kalo vedibêje û Kalo jî di vê belgefîlmê de diaxive. Kalo di vê belgefîlmê de behsa serpêhatiya xwe ya belavkariyê dike. Kalo di belgefîlmê de destnîşan dike ku di seranserî jiyana wî ya belavkariyê de herî kêm 300 carî hatiye binçavkirin. Kalo di belgefîlmê de tîne ziman ku di wê heyamê de gelek Genaralên Biçûk dihatin qetilkirin û tenê sûcê wan ew bû ku Azadiya Welat û Ozgur Gundem belav dikirin. Kalo dibêje ji ber ku wan rastiyê ji xelkê re radigihand dihatin îşkencekirin û qetilkirin.