Endama Meclisa Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) Têkoşîn Ozan bi wesîleya 8’ê Adarê ji ANF’ê re axivî.
Têkoşîn Ozan diyar kir ku pirsgirêka azadiya jinan pirsgirêka serdemê ye û got, “Pirsgirêka azadiya jinan ku di dîroka şaristaniyê de timî giran bû û heta niha dewam dike, êdî weke cewhera nakokiyên civakî hemûyan derdikeve pêş. Bêguman ev yek rewşeke ku bi têkoşîna azadiyê ya jinan şênber bûye. Azadiya jinan pirsgirêka esasî ha mirovahiyê ye. Bi hin mafên hiqûqî yên vê serdemê nikare bê tengavkirin. Azadiya jinan di heman demê de azadiya civakî ye. Rêber Apo dema ku têkoşîna vejîna neteweyî ya gelê kurd bi karakterekî şoreşgerî sosyalîst da destpêkirin, pê hesiya ku heta jin ji zinarê koletiyê neyê rizgarkirin şoreşa azadiya civakî wê tenê encamên demkî bi xwe re bîne. Bi vê haydariyê ji destpêkê ve bi cidiyeteke mezin nêzî azadiya jinan bû. Di pêvajoya têkoşînê de kûr bû û di salên 1990’î de destnîşan kir ku pirsgirêka jinan divê bi tena serê xwe xwedî îdeolojiyekê be. Diyar kir ku îdeolojiya rizgariya jinan divê ji aliyê jinan ve bê kûrkirin û pênc pîvanên bingehîn wek nexşerêyekê diyar kir.”
Têkildarî her pênc pîvanan jî Têkoşîn Ozan wiha axivî: “Pîvana destpêkê ew bû ku ji bo jiyaneke azad divê hebûna di bin serweriyê de red bike û welatê xwe azad bike. Bêyî welatparêziyê, bêyî jiyaneke azad ma dibe mirov qala azadiyê bike? Jiyanek di bin serdestiyê de nabe jiyaneke azad.
Pîvana duyemîn a Îdeolojiya Rizgariya Jinan ew e ku jin bi rengekî azad bifikire û xwedî îradeyeke azad be. Di nava wan şert û mercan de ku ziman, çand qedexe be, ked bê talankirin, hişmendiya dîrokî, hişmendiya rastiyê bê astengkirin, jin a ku nikare bi rengekî azad bifikire, nikare xwedî îradeyeke azad be. Li zemînên dewlet û desthilatdariyê ku sîstema bi serweriya mêr lê bi xurtî rêxistinbûyî ye, nepêkane ku jin lê azad be. Rêber Apo ji bo jinan qadên perwerdeya xweser, jiyana xweser, têkoşîna xweser afirand ku mejiyê serwer ê mêr lê nîne. Jinan pirsgirêkên xwe li zemînên xweser nîqaş kirin, li zemînên xweser bi nêrîna jinan pênase kirin.
Pîvanên sêyemîn û çaremîn jî ji bo welatê azad, nêrîna azad û îradeya azad, bingeha polîtîk e. Yanî pîvanên têkoşîna di nava her şert û mercî de ye, rêxistinbûn e. Aşkere ye ku mirov bi tena serê xwe nikare li nava xwezayê bijî. Dema li hev kom bû, dikarin hev temam bikin. Ev pêwîstiya bi civakîbûnê bi pêşengiya jinan pêk hat.
Pîvana pêncemîn jî estetîk e ku ruh dide jiyanê. Bedewî ye ku jiyanê jiyanî dike. Ev yek jî encameke ku bi kûrbûna li pîvanên din xurtir dibe. Bedewî ji bo welatê azad, ji bo nêrîna azad, ji bo îradeya azad asta têkoşîn û rêxistiniyê diafirîne. Bi bedewiyê berhema azadiyê ye. Ev pîvan weke pîvanên têkoşînê yên PKK’ê 50 sal in tê pratîkkirin.”
Endama Meclisa PAJK’ê Têkoşîn Ozan di dewama axaftina xwe de işaret bi girîngiya exlaqê ji bo mirovahiyê kir û got, “Pîvanên ku mirovan li gel hev dihêle û civakê xurt dike bi başiyê, nêzîkatiyên ku civakê belav dikin jî bi nebaşiyê hatine pênasekirin.”
Têkoşîn Ozan diyar kir ku nekuştina mirovan, derewnekirin, dizînekirin, tecawiznekirin, xwekontrolkirin ji pîvanên exlaqî yên vê çandê ne û got, “Di pêngavên şoreşgerî yên vê xakê de ev cewher her tim hebûn. Zerduştî ku li dijî koletiya serdema koletiyê weke hêza herî mezin a felsefî, berxwedana manewî derkeve holê, baweriya bi îradeya azad, welatê azad û civaka azad bû. Felsefeya Mîtraîzmê jî bi bingeheke felsefî hewldana ji bo herikîna xwezayî ya çanda civakî bû. Têkiliyên navbera jin û mêr wekhev bû, li dijî koletiyê di têkoşîna başiyê de herdu zayend bi rengekî wekhev berpirsyar bûn. Hem di wezîfeyên olî de hem jî di rêveberiya civakî de jin û mêr bi wekhevî xwedî rol bûn. Lewma di destpêka dîrokê de rêxistiniyên siyasî yên kurdan ne bi rengê dewletên navendîperest bû, bi rêxistiniyên konfederal ên demokratîk bûn.”
Têkoşîn Ozan destnîşan kir ku li gorî ew ji Heredot hîn bûn, jinên ji vê çandê li hemberî êrîşên dagirker û komkujiyê tevî mêran têdikoşiyan û got, “Her wiha dema ku piraniya mêran hatin kuştin, jinên mayî şer dewam dikirin û berxwedaneke efsanewî nîşan didan. Ev rastiya ku yek ji taybetmendiyên bingehîn ên rêxistiniyên destpêkê yên konfederal ên kurdan afirand, her wiha rêxistiniyên jinan yên xweswer ên efsanewî jî afirand. Tê gotin, jinên Amazon ên şerker ku tev li şerê Troya bûn, ji rojhilatê Anatoliyê hatine. Jinên Amazon ên ji bo parastina Anatoliyê ji dagirkeran şer dikirin, rastiyeke vê çanda me ye. Ji hin daneyên ji dema Komagene û Roma mayî, tê fêhmkirin ku jinên Amazonê bi baweriya Mîtra mezin bûne, piştî ku mêr di şer de hatin kuştin ji bo parastina welat û çanda xwe rahiştine çekan û berxwedaneke welê kirine ku tirs berdane nava dilê dagirkeran û mêrên zordar. Vê kevneşopiyê di baweriya zerduştî, manî, elewîtî, yarsanî û êzidîtî de jî dewam kir. Li Komagene di sekna bi pîvan a dayika Aîor Barzan de dewam kir. Di dema Safewî de li dijî Şah Abbas li Kela Dimdimê bi Gewrê Xatûn û Zarîn Xanim dewam kir. Di dema Osmaniyan de bi Fata Reş a Mereşî dewam kir. Di terorîzma Îttîhat Terakkî de bi Zarîfe dewam kir. Li dijî faşîzma Kemalîst bi Rindêxan, bi Besêyan dewam kir. Li dijî faşîzma Baasê bi Leyla Qasim dewam kir. Di vê serdemê de ev çanda berxwedanê bi perspektîfa civaka azad, jin a azad bi pêngava PKK-PAJK’ê dewam dike. Dema ku Rêber Apo di 8’ê Adara 1998’an de îdeolojiya rizgariya jinan ragihand, ev bingeha dîrokî ya bi rûmet jî jinûve afirand. Kes nikare jin û gelê kurd ên ku ji aliyê îdeolojîk, leşkerî û siyasî ve ewqasî xurt bûye û bi rêxistin bûye ji warê wan qut bike. Welatê me civakîbûna me ye, exlaqa me ye, rabirdûya me ya berxwedêr e. Welatê me azadiya me ye.”