Medya şerê taybet a tirk û medya PDK’ê hewl didin çalakiya fedaî ya li ser TUSAŞ’ê weke hinceta êrîşên dewleta tirk a dagirker û faşîst bê nîşandan. Bi vî rengî dixwazin hêviya gelê Kurd a li Tevgera Azadiyê ya Kurd bişikîne, baweriya pê lawaz bike. Hewl didin êrîşên hewayî yên li ser Rojava, Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û tayînkirina qeyûman jî bi vê yekê ve girê bidin.
Nivîskar û medya şerê taybet a tirk 1’ê cotmehê silava şefê faşîst Bahçelî ya li siyasetmedarên DEM Partiyê û banga tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd a di civîna komê de kir, weke destpêkirina pêvajoyeke nû nîşan dan. Lê belê çalakiya fedaî ya 23’yê cotmehê ya li TUSAŞ’ê nîşan da ku ev nêzîkatî şaş e û pêvajoyeke bi vî rengî nîne. Dewleta tirk a faşîst-dagirker ev çalakî ji xwe re kirin hincet û di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî bir ser Şengalê û Rojava. Piştre jî êrîş bir ser Tevgera Siyasî ya Kurd, li Esenyûrt a Stenbolê, Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê darbeya siyasî li şaredariyan kir û qeyûm tayîn kir.
Piştre jî medya şerê taybet û nivîskarên PDK’ê dest bi fikrên pûç kirin ku ji silavdayina 1’ê Cotmehê çawa gihîştiye vê astê bûne û xwestin bandora çalaikya 23’yê cotmehê bişikînin, baweriya gelêkKurd a bi Tevgera Azadiyê ya Kurd lawaz bikin. Lê belê tiştek heye ku ew pê nizanin: Eger bîra dîrokî ya mejiyê dewletê li siyaseta Bahçelî jî zêde bikin nikarin ji 5 hezar salî wêdetir biçin. Li hemberî wan gelek heye ku têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşîne, ji dema hebûna mirovahiyê û vir ve xwedî bîr û dîrokeke civakî ye ku ava bûye. Li gel vê yekê, gelê kurd ê ku hişmendiya azadiyê di kesayetiya xwe de afirandiye, gelekî xwedî hişmendiyeke polîtîk e. Wê rê nede karên we yên şerê taybet. Ji ber ku gelê kurd carekê tehma azadiyê kir û heta ku xwe negihîne azadiyê wê dest jê bernede.
Mirov weke felsefeya jiyanê ji dayik dibe, mezin dibe û dimire. Mirina ku hinek jê direvin, ji bo hinekan jî ew rêya ji bo jiyan û azadiyê ye. Mirin jiyaneke nû ye. Mirin gomlekguhertina beden e; xwegihandina heqîqetê ye, asta dawî ya şervaniya heqîqetê ye. Di çîroka çar penpenîkan a felsefeya Hînt de bûyîna penpenîka çaremîn e. Xwegihandina heqîqetê bûye rastiye ku di hemû astên dîrokê de mirovahî bêyî rawestan lê geriya ye. Veguherî rastiyekê ku lêgeriya lê negihîştê yan jî ji bo gihîştinê berdêl da. Di vê serdemê de mixabin mirovahî bi saxî nikare bigihêje heqîqetê.
Weke ku Rêber Apo dibêje; mirov dibe ku bi saxî nikaribe xwe bigihîne wate û heqîqeta jiyanê. Serdema ku em tê de ne û erdnîgariya ku em lê ne ev gotina Rêber Apo bi şênberî radixe pêş çavan. Lê belê ji bo xwe gihandina heqîqetê divê her tim hewldaneke mezin bê kirin. Divê mirov di kesayetiya xwe de bi eşqeke mezin li heqîqetê bigere. Eşq jî tinebûna di nava hezkiriya xwe de ye. Weke ku Mevlana got, du çivîkên ji hev hez dikin ji lingê wan girê bidin. Yek ji çivîkan wê bimire, yê din jî wê, wê hilgire. Mevlana eşq bi vî rengî pênase kir. Belê eşq tinebûna di hezkiriya xwe de ye.
Yên ku vê heqîqetê bi rengê herî bi wate dijîn jî bêguman Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ne. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di heqîqeta azadiyê de dest ji jiyana xwe berdan û di kesayetiya Rêbertî, gelê kurd û gelên bindest de xwe tine kirin. Asya Alî û Roger Hêlîn ku 23’yê cotmeha 2024’an de li navçeya Kazan a Enqereyê li hemberî TUSAŞ a ku pêlîstokên şer çêdike çalakiya fedaî kirin, bi çalakiya xwe ya mezin ev heqîqet nîşan dan. Çalakiya wan, îradeya wan û hesreta wan a ji bo azadiyê bi qasî hezkirina wan a li Rêber Apo û gelê kurd mezin bû. Bi rêya vê çalakiyê mezinahiya hezkirin û dilsoziya xwe jî nîşan dan.
Ji ber vê yekê divê îrade, jiyan, têkoşîn, kûrbûn û armancên fedaiyên vê çalakiyê baş bêne fêhmkirin. Divê mirov nameyên li pey xwe hiştin baş bixwînin. Di nameyan de tê dîtin ku van fedaiyan ji bo karibin di asta herî bilind de azadiyê bijîn, têkoşiyan. Dest ji jiyana xwe berdan û di kesayetiya Rêber Apo, gelê kurd û azadiyê de tine bûn û veguherîn heqîqetê. Weke şopdarên wan divê em vê têkoşînê bi eşqeke mezin xurt bikin û bigihînin azadiyê. Ji bo vê jî li hemberî mejiyê faşîst, darbekar û dagirker li her derê divê li ser xeta Asya Alî û Rojger Hêlîn em têbikoşin û berxwedana xwe bigihînin azadiyê. Hingî wê tecrîda li ser Rêber Apo bişikê û li gel Rêbe Apo wê gelê kurd azad bibe. Lewma dem ew dem e ku ji bo xwegihandina azadiyê têkoşîneke fedaî bê meşandin.
Çavkanî: Firat Dîcle – ANF