Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Pazar - 22 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Têkoşîna azadiyê bi pêşengiya ‘Jin Jiyan Azadî’ geş dibe

Endama Komîteya Tevna Zêrîn Adar Gabar diyar kir ku gel di pêvajoya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de êşên mezin kişand lê dîsa jî dest ji helwesta xwe berneda û wiha axivî: “Bi taybetî piştî qetilkirina Jîna Emînî, helwesta gelê me yê azadîxwaz, helwesta ciwan û jinan helwesteke bi biryar bû. Têkoşîna azadiyê bi pêşengiya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ geş dibe.”

Endama Komîteya Tevna Zêrîn Adar Gabar bi boneya salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku di 16’ê Îlona 2022’an de piştî qetilkirina Jîna Emînî pêk hat, ji ANF’ê re axivî. Gabar got ku ruhê şoreşê yê geşbûyî li gelek deverên cîhanê belav bûye. Gabar got ku bêguman ji bo vê şoreşê berdêlên mezin hatin dayîn û wiha axivî: “Gelek mirovên me yên hêja, hunermend, rewşenbîr, nivîskar, malbatên me yên hêja, malbatên me yên kurd li Îranê, malbatên me yên li Belûcistanê berdêlên mezin dan. Em kesên ku di ruhê vê şoreşê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Gelek mirovên me hatin girtin. Ji bo em xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û azadiya gelê xwe yê di zindanan de mîsoger bikin, divê em bi ruhê şoreşgerî, azadî û têkoşînê û bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dora kesên hatine girtin xelekekê ava bikin.”

Adar Gabar diyar kir ku tê xwestin nava şoreşê were valakirin û bal kişand ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî û wiha domand:“ Bi dek û dolabên ku wê dagirkeriyê kûr bikin, nêzî gelê me dibin. Bi vê siyasetê dixwazin îrade, ruhê azadîxwazî ​​û xwebaweriya gelan bifetisînin. Dixwazin gel di nava çar dîwaran de tecrîd bikin. Ji bo têkbirina van êrîşên li ser gelê me divê em hê zêdetir ruhê şoreşgeriyê bilind bikin. Azadî tiştekî wiha ye. Azadî bê berdêl nayê. Helbet ên ku di her şoreşê de, li her welatekî azadiyê dixwazin, berdêla wê didin. Dema em li krîzên îro yên Rojhilata Navîn dinêrin, hemû jî encama êrîşên dagirkeran in. Sedema krîza li Îranê jî ev e. Qetlîaman dikin, destdirêjiyê li jin, ciwan û dayikan dikin. Pirsgirêkên ku îro li Îranê tên jiyîn ne pirsgirêkên biçûk in. Dixwazin pirsgirêka jinê, pirsgirêkên mirovahî û pirsgirêka azadiya gelê me paşguh bikin. Ev siyaseteke pir qirêj e. Dixwazin îrade û helwesta gel û civakê biçûk bixin. Pirsgirêkên jinan biçûk dibînin. Dixwazin nava şoreşê vala bikin. Ji bo ku şoreş ji armanca xwe neyê dûrxistin pêwîstî bi çalakiyên rêxistinî û têkoşîneke mezin heye. Pêdivî bi berxwedan û ruhê têkoşînê heye.”

Her der dibin tecrîdê de ye

Gabar bal kişand ser girîngiya helwesta derdorên hunerê yên li ser vê mijarê jî û wiha got: “Di destpêka şoreşê de hunermendan roleke mezin lîstin. Berdêlên mezin dan. Gelek hunermend, nivîskar, ronakbîr, kesên pêşengiya civakê dikin, jin, mêr û zarok di girtîgehê de ne. Divê em li dora wan xelekekê ava bikin. Îro hinek hunermend bêdeng in. Divê ew jî xizmeta şoreşê bikin.  Dewlet gefa darvekirin, îşkence û kuştinê li wan dixwe. Ji bo azadiyê berdêl hewce ye. Heke ji bo azadiyê canê min tê xwestin divê ez ji bo gelê xwe vî tiştî bidim. Berdêla her tiştî heye. Îro em dibînin li çiyayên me çekên kîmyewî yên li dinyayê qedexe ne, tên bikaranîn. Li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdeke giran heye. Di şexsê Rêber Apo de gelê kurd û mirovahî di bin tecrîdê de ye, li tevahiya Îranê tecrîd heye. Bi taybet ciwan û gelê kurd di bin tecrîdê de ye. Jinên ku dixwînin di dibistanan de ne, bi feraseta wan jehrî dibin. Her roj tên jehrkirin, tên girtin, her roj tên kuştin. Ji bo ku ev berdêlên giran neyên dayîn, rêxistinbûnek xurt lazim e. Têkoşîneke xurt lazim e. Divê mirov bibêje ku zîhniyeta baviksalarî di sedsala 21’emîn de bi dawî bûye. Dema wê qediyaye. Êdî li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn azadî li ber me ye. Êrîşên ku ji derve tên ser Rojhilata Navîn di şexsê gelê kurd de li ser Kurdistanê tê kirin.”

‘Werin em şoreşa gel berfireh bikin’

Gabar anî ziman ku divê ruhê rêxistinî û têkoşînê bê zêdekirin û ev bang li derdorên hunerê kir: “Werin em vê siyaseta ku dixwaze şoreşê ji armanca wê dûr bixînin û wê biçûk dixînin, pûç bikin. Em nehêlin ku şoreşa me hêza xwe daye wê, sar bibe. Em ji welatê xwe koç nekin. Berdêla wê çi dibe bila bibe bila, em axa xwe neterikînin. Axa me namûs û şerefa me ye. Ji vê bi qîmettir şeref û namûs tune. Weke civaka Kurd dîrokeke me ya tijî tecrube heye. Ji bo ku ev dîroka me xurtir bibe divê fedakariyên zêdetir bên kirin. Ez di wê baweriyê de me ku xwîna şoreşgerên Azadiya Kurdistanê yên ku berdêl dane, wê li erdê nemîne. Bila hemû malbatên me yên ku berdêl dane rihet bin, wê xwîna wan li erdê nemîne. Şoreşa azadiyê bi gel re dest pê kir. Bi ti hêzê dest pê nekir, bi beşdariya gel dest pê kir. Werin em şoreşa gel berfireh bikin, xurt bikin û belav bikin. Werin em bi ruhê neteweya demokratîk şerê şoreşgerî yê gelan xurt bikin.”

Huner bi şoreşê re geş bû

Gabar destnîşan kir ku şoreşê bi ruhekî çand û hunerî dest pê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nirxên ku şoreşê derxistiye holê jî bi hişmendiyeke hunerî derketiye holê. Ji bilî Rojhilat, Îran an jî Rojhilata Navîn ji bo şoreşê bi taybetî li Rojava nirxên pir baş hatin afirandin. Bi berhemên hunerî yên ku çêkirine piştgirî dan şoreşê û berfireh kirin. Ji niha û şûnde pêdiviya me bi vî tiştî heye. Hunermend bi erk û hişmendiyeke wijdanî di vî karî de ne. Dewleta Îranê her çendî got ku ew hunerê wekî bingeha civakê dibîne, lê fêm nekir ku huner çekek li dijî wê ye. Wan wisa formule kiribûn ku wê xizmeta wê bike. Lê îro huner ketiye bin xizmeta şoreşê. Em hêvîdar in ku hunermendên jin û hunermendên din, wê karibin hunera xwe têxin bin xizmeta şoreşa gel. Êdî her kes bi erka xwe ya wijdanî dizane. Gelek hunermend niha di girtîgehê de ne. Dixwazin rê li ber fikir, raman û hilberîna wan a hunerî bigirin. Nikarin pêşiya wê hest û berpirsiyariya wijdanî bigirin. Ev ruh û hest wê teslîmî dagirkeran nebe. Ji ber vê yekê jî divê huner hîn bêhtir bi rêxistin û dewlemend bibe. Pêdivî ye ku di muzîk, sînema û aliyên din de were dewlemend kirin. Niha giranî li ser pêşketina muzîkê ye, lê divê rewşên wekî sînema û şanoyê jî pêş bikevin. Bi taybetî dikarin aliyê şanoyê li her derê pêş bixin û xurt bikin. Dikarin pergala komunal demokratîk a gelan pêş bixin û xwe birêxistin bikin. Pêwîst e şoreşa huner û çandê hîn bêhtir were geşkirin. Ji bo azadiya jinê jî divê ev yek bê xurtkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar