Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Têkoşîna bi pêşengiya jinan mizgîniya serkeftinê dide’

KCK’ê bi boneya 7’emîn salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku dê daxwazên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên azadiya Kurdistanê û Tirkiyeya demokratîk pêk bînin. KCK’ê destnîşan kir ku dê di vê salê de faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 7’emîn salvegera Komkujiya Parîsê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi pêşengiya jinê, ji zindanan heta her deverekê gelê kurd ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşe. KCK’ê daxuyand ku niha bi pêşengiya jinan li her derê gelê kurd li ber xwe dide û dê faşîzma AKP-MHP’ê bi dawî bike.

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de hate bibîrxistin ku bi fermana desthilatdariya AKP’ê, ji kadroyên damezirîner ên PKK’ê Sakîne Cansiz, ji berpirsyarên dîplomasiya kurd a li Ewropayê Fîdan Dogan û ji kadroyên tevgera ciwanan Leyla Şaylemez 6 sal berê li navenda Parîsê hatin qetilkirin û diyar kir ku ev komkujî parçeyeke ji êrîşa tasfiyeyê ya bi rêbaza Srî Lankayê pêk hat. KCK’ê da zanîn ku teqez dê daxwaza azadiyê ya hevalên wan ên hatin qetilkirin pêk bînin û hemû dijminan têk bibin.

Hevserokatiyê destnîşan kir ku êrîşên tunekirinê yên dewleta tirk ên li dijî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd, bi tecrîdkirina Ocalan re di havîna 2011’an de dest pê kirin û ev tişt parve kirin: “Ji bo  biserxistina van êrîşan, rêveberiya PKK’ê hedef girtin. Dizanin ku nikarin vê yekê li çiyayê azad bikin û ji ber vê jî berê xwe dan hevrê Sakîne û hevalên pê re. Bi fermana serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan, komkujî ji aliyê musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ve hate plankirin û bi destê endamê MÎT’ê Omer Guney ve hate kirin. Di polîtîkaya tunekirinê ya salên 2011 û 2012’an de biryar hatibû girtin ku her şêweyên rêbaza şerê qirêj bên bikaranîn û êrîşa dawî ya vê polîtîkayê jî Komkujiya Parîsê bû. Desthilatdariya AKP’ê ku dixwest bi modela Srî Lankayê Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike, ji ber ku li ber hilweşînê bû dest bi pêvajoya bêşer kir. Rêber Apo ji bo hurmet û rêzdariya li şehîdan, ji bo pêkanîna hesret û daxwazên wan, dest bi pêvajoyeke çareseriya demokratîk kir. Lê belê ji ber ku di karakterê Tayyîp Erdogan û AKP’ê de mejiyê demokratîk nîne, mîna sala 2011’an, bi tecrîda 5’ê nîsanê re dest bi êrîşa tunekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd kir.”

‘Dê berxwedan bi ser keve’

Di berdewamê de jî KCK’ê diyar kir ku di nav van sê sal û nîvan de ku bajar hatin hilweşandin, bi sedan sivîl hatin kuştin, bi her şêweyên şerê qirêj êrîş li têkoşîna azadiyê ya gelê kurd hate kirin, mîna Sakîne Cansiz rêveberiya rêxistinê jî kirin hedef. KCK’ê bal kişand ser biryara DYA’yê ya der barê kadroyên pêşeng ên PKK’ê û wiha domand: “Bi vê biryarê dewleta tirk ji bo êrîşên bi vî rengî sor kir. Dewleta tirk, sê sal û nîv in tevî ku bi hemû derfetên xwe êrîş dike, li bin guhê berxwedaneke ku wê dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bîne, ketiye. Ruhê berxwedanê yê ku Sakîne Cansiz li girtîgeha Amedê nîşan da, niha li her derê rabûye ser pêyan. Bi ruhê berxwedana zindanan, ruhê ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’, berxwedana xwerêveberiyê û ruhê fedayî yê berxwedana Efrînê bûn yek û niha li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya qirker-mêtinger berxwedaneke dîrokî tê nîşandan. Ev berxwedan wê bi îradeya serbilind a Sakîne Cansizan teqez bi ser keve.”

‘Em ê têkoşînê geştir bikin’

KCK’ê daxuyand ku Tevgera Azadiyê ya Jinan bi pêşengî û keda mezin a Sakîne Cansizan mezin bû, Tevgera Azadiyê ya Kurd ku bi ruhê Tevgera Azadiyê ya Jinan qewîn bû û ev tişt parve kirin: “Di sala 7’an a şehadeta Sarayan de dê têkoşînê xurt bike û dawî li desthilatdariya AKP’ê bîne ku di 9’ê çileyê de komkujî kir. Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk ku hevrê Sakîne di her kêliya têkoşîna azadiyê de pê bawer bû, dê teqez bi cih bê. Têkoşîneke ku xwe bi ruhê azadiyê yê jinê xemilandiye, zor û zehmetiyên derdikeve pêşiya wê çi dibe bila bibe, dê bi ser keve. Li devera ku bi ruhê azadiya jinê têkoşîn tê kirin, desthilatdarî, serwer û mêtinger nikarin lê bisekinin. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî bi ruhê azadiyê yê jinan xwe gihandiye wê astê ku têk naçe, li dijî her şêwe zehmetî û êrîşan têkoşîna xwe didomîne û jiyana azad û demokratîk nêz dike. Dilsoziya azadiyê ya Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) û mîrateya ku ji me re hiştine, li me ferz dike ku sala 2019’an em têkoşînê geştir bikin.”

‘Dê faşîzma AKP-MHP’ê têk biçe’

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Niha li zindanan, li derve û li her devera ku kurd lê ne, bi pêşengiya têkoşîna azadiya jinê, ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Apo û têkbirina faşîzmê têkoşîn heye. Ev têkoşîna ku jin pêşengiyê jê re dikin, mizgîniyê dide ku sala 2019’an dê bibe saleke têkoşîna mezin. Li ser vê bingehê, di serî de jin û ciwanên kurd em bang li gelê Kurdistanê hemûyan û dostên xwe dikin ku têkoşînê bilind bikin, faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin û armanca Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk bi cih bînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar