Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hat revandin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêber Apo 26 sal in li pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê di bin tecrîda mutleq te tê girtin. Gelê kurd û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, di serî de Ewropa li gelek welatên cîhanê pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” dabûn di sala duyemîn de bi çalakî û xwepêşandanan didome.
Endamên Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo û tayînkirina qeyûman axivîn. Alî Talay anî ziman ku dewlet hewl dide şerê heyî li gorî daxwazên xwe bi dawî bike û wiha got: “Desthilata AKP-MHP’ê ‘mafê hêviyê’ dike mijara bazariyê. Divê mirov li benda çareseriya desthilatê nesekine. Divê ciwan jî di vê çarçoveyê de bixebiin. Niha çareseriyek nîne lê weke ku hebe nîşan didin. Gelek derdorên civakê jî ji vê bawer dikin. Desthilat dibêje yan dê bi ya min bikin an jî dê qeyûm tayîn bikim. Îktîdar ne li gel çareseriyê lê li pey tesfiyeyê ye.”
Tala, bal kişand ser polîtîkaya tayînkirina qeyûman û wiha pê de çû: “Gel bi rêjeye ji sedî 60-70’ê nûnerên xwe hildibijêre lê tavilê qeyûm tayîn dikin. Qeyûm ne tenê nenaskirina vîna gel, her wiha hêviyên ciwanan jî tune dike. Ne tenê kurdan lê hemû derdorên piştgiriyê didin kurdan jî hedef digirin. Roj bi roj zext zêdetir dibin û têkoşîna me jî dê bidome.”
Ekîn Aksu jî destnîşan kir ku cihên qeyûm lê hatine tayînkirin bi taybet hatine hilbijartin û ev tişt anî ziman: “Dema em li Êlihê dinêrin, cihê herî zêde Hîzbullah heye ye. Yek ji cihên herî zêde dewlet şerê taybet lê dimeşîne ye. Yek ji cihên herî zêde îradeya jinê xurt lê derketî ye. Lewma dewletê berê xwe da wir. Xelfetî ji bo me cihekî dîrokî û girîng e. Dêrsim jî yek ji wan cihan e ku her tim rastî qirkirinê hatiye. Anku bi zanebûn ev der hedef girtin.”
Ekîn Aksu anî ziman ku bi tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurtê re modêla “Lihevkirina Bajar” hedef hatiye girtin û wiha domand: “Îradeya gelê kurd qebûl nakin. Piraniya xelkê Esenyurtê kurd in. Bi dengên kurd û tirkan hate standin û bi tayînkirina qeyûm re ev îradeya hevpar hedef hat girtin. Li dijî van êrîşan û xespan ciwan û gel amade ye îradeya xwe biparêz e.”
Ekîn Aksu bi lêv kir ku medyaya îktîdarê di mijara “pêvajoyê” de civakê dixapîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevdîtina li Îmraliyê hevdîtina malbatê bû û bersiveke zelal ji Îmraliyê hate dayin. Heke jidil bûna dê ev yek bikirana rojev. Piştre 6 meh qedexeya hevdîtinê da. Heke jidil bûna dê bikirana rojev. Dê çareserî bi kê re were kirin? Hat gotin ku muxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye. Heke muxatab Îmrali be wê demê çima 6 meh qedexe dan? Heke çareserî çêbibe dê bi Îmraliyê bibe. Ew jî bi vê dizanin. Devlet Bahçelî li Meclisê got. Rastiyeke wiha heye lê biryara qedexeyê didin. Anku jidil nînin. Berdewamiya polîtîkayeke bi salan didome ye.”
Bi domdarî Ekîn Aksu bal kişand ser krîza aborî, pirsgirêkên xwendekarên zanîngehê û ciwanan û got ku divê ciwan xwe birêxistin bikin û têbikoşin.
Harun Tayyîp Turkan jî bi lêv kir ku desthilatdarî nahêle gelê kurd xwe bi xwe birêve bibin û got: “Pratîka tê kirin, pratîkê mêtingeriyê ye.” Turkan, bal kişand ser koçberiya ciwanan a ber bi welatên cuda ve û anî ziman ku sedema vê polîtîkayên xelet ên desthilatê ne. Turkan anî ziman ku rev çareserî nîne û divê ciwan li kolanan û li her qadên jiyanê xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.