Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Têkoşîna enternasyonal a yekbûyî

Kapîtalîzma yekdest a fînansî, divê ji aliyê cudahiyên xwe yên ji serdemên din ên modernîteya kapîtalîst jî bê nirxandin. Heger ev bê kirin, wê li gorî pêdiviyên şert û mercên diguherin, peywirên têkoşînê bi serkeftî werin cih.

Kapîtalîzma yekdest a fînansî dixwaze, hemû astengiyên li ber belavbûna pereyan a bêsînor rabike; jin, civak, xwezayê bi her alî ve bike alavên bazarê; hukumraniya împaratoriya cîhanî ya navendî li şûna netewe-dewletên klasîk saz bike. Kapîtalîzma yekdest a fînansî, vana tevan di nav xwe de dihewîne. Wekî ku hin kes dibêjin, modernîteya kapîtalîst ne ‘dawiya dîrokê’ ye. Berevajiyê vê navê kaosa modernîteya kapîtalîst e. Penaseya wê yekê ye, ew nikare ji kaosa Şerê Cîhanî yê Duyemîn derbikeve ku hindik maye 30 salên xwe temam bike.

Dema dahûrandina vê rastiya kapîtalîzma yekdest a fînansî rast bê kirin, wê rêbaza têkoşîna li hemberî wê jî bi zelalî diyar bibe. Îro roj, zor û zehmetiya hêzên sosyalîst, şoreşger û demokratîk dijîn, di vir de xwe dide der.

Nefêmkirina ji pelişîna sosyalîzma reel, pênasekirina wan a wek ‘serkeftina kapîtalîzmê’ û ‘têkçûna sosyalîzmê’ dikare di vê çarçoveyê de bê nirxandin.

Binavkirina xeta ‘Modernîteya Demokratîk’ ya Rêber Apo û formulekerina wê bi ‘Pardîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinan’ ya li ser vê xetê, watedayîna rast e der barê pelişîna sosyalîzma reel de. Têgehên sosyalîzm, şoreş, têkoşîn û hwd. yên di nav vê paradîgmayê de jî li gorî watedayîna wê hatine diyarkirin.

Sosyalîzm serkeftina xwe di parastina civakîbûn û têkoşîna li dijî şaristaniya serwer, dewletî û çînî ya li dijî diyalektîka xwezayê, dibîne ku halê wê yê roja me ya îro modernîteya kapîtalîzm û pergala wê ya heyî ye. Hem sosyalîzmê tenê bi çînayetiyê pênase nake, hem jî serkeftina xwe bi gelekî û li welatekî bi sînor nake. Ew li hemberî hezên emperyalîst û hemû cureyên mîlîtarîst, peremîlter ên kapîtalîzma yekdest a fînansî disekine; enternasyonalîzm, biratiya gelan û hevkariyê diparêze. Ew pê bawer e ku ew bi vî awayî dikare civakîbûnê biparêze û hemû bendên li pêşiya pêşveçûnê ji holê rabike. Şoreşê ne wek ‘pisrgirêka desthilatê’ lê pêkhatina civaka komunî, demokratîk, xweser û konfederal a li derveyî desthilat/dewletê dibîne. Avakirina ‘komun’, ‘meclis’, ‘kooperatîf’ û ‘akademî’yan hîmên sereke ne ji bo wê. Bi dîtina wê, serkeftina vana jî bi ‘parastina cewherî û rêveberiya xweser’ pêkan e ku ev tiştekî dîrokî yê bivê nevê ye.

Bi van guhertinan mirov dikare li hemberî vê ‘pergala cîhanî’ ya kapîtalîzma yekdest a fînansî dixwaze wê saz bike, têbikoşe.  Heger berevajiyê vê rastiyê bûya, sosyalîzma reel nedipelişî û partî, rêxistin, kom û alî yên rasterast bi bîrdozî û siyaseta wê ji bo şoreş û demokrasiyê têdikoşiyan li beramberî modernîteya kapîtalîst beralî nedibûn. Wê gelê kurd ê xwe spartiye “Paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinan” a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye formulekirin, nikaribûya êrîşên qirkirin û îmhayê yên hêzên peremîlîter û hevkarên hêzên sermayeya kurewî pûç bike.

Roja me ya îro, ‘Paradîgmaya ekolojîk, demoratîk û azadiya jinan’ li Kurdistana ku ji aliyê dewletên mêtinger û emperyalîst ve hatiye parçekirin, mêtigheke navneteweyî û ji alî van hêzan ve tê birêvebirin, hatiye ispatkirin û li qada navteweyî jî tê qebûlkirin. Bûye rêbera têkoşîna hevpar a mirovahiyê li hemberî ‘pergala cîhanî’ ku kapîtalîzman yekdest a fînansî dixwaze ava bike. Lêbelê ev paradîgma çawa ku pênaseya şoreşê û rêbazên pêkanîna wê ji bingehê ve guhertibin, ji bo serkeftina şoreşê tevgerîna bi perpesktîfa têkoşîna enternasyol pêwîst dibîne.

Çawa ku di êrîşên xwe yên qirkirin û serweriya li ser jin, civak û xwezayê de bi pergalî tevdigere, her diçe girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî wê derdikeve holê. Hêzên sermayedar ên kurewî û hevkarên wan dema êrîşê cihekî bikin dixwazin ew der ji bo wan bêpirsgirêk be. Dema TC li Kurdistanê êrîşên qirkirinê dike heman tiştî dike. Hêzên emperyalist ên li pişt dewleta TC’ê ya faşîst û qirker jî heman polîtîkayê pêk tînin. Tenê bi vê bisînor namînin, çawa ku li Ewropayê dikin, sînoran ji gelê Kurdistanê re datînin û nahêlin derkeve derveyî van sînorên wan danîne.

Bi têkoşîna gelan a hevpar a li dijî polîtîkayên TC’ê û dewletên hevparên wê, wê gelek bendên li pêşiya azadiya gelê Kurdistanê rabibin. Yên vêya bikin jî gelên wan welatan in. Ev têkoşîn di heman demê de wê bendên li pêşiya têkoşîna demokrasiya li welatên wan jî ji holê rabike. Ev têkoşîna enternasyonal a hevpar, wê rê li ber avakirina modernîteya demokratîk vebike ku alternatîf e li hemberî ‘pergala cîhanî’ ya kapîtalîzma yekdest a fînansî.

Nûçeyên Têkildar