Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Têkoşîna êzidiyan li ser dika şanoyê ye

Listika şanoyê Jin Jiyan – Der Aufbruch balê dikişîne ser qetlîama Şengalê û têkoşîna rizgariya êzidiyan. Promiyera lîstikê dê îro li bajarê Krefeld yê Almanyayê were lidarxistin

Jin Jiyan – Der Aufbruch ango vejîn, lîstikeke şanoyê ye ku Anina Jendreyko hazir kiriye di encama lêkolînên xwe yên li Şengalê û başûrê Kurdistanê de. 6´ê nîsanê yanî îro promiyera wê dibe li şanoya Bajêr a Krefeld-Moenchengladbachê (Theater Krefeld-Moenchengladbachê). Şanoya Bajêr a Krefeld-Moenchengladbachê û Volksbuehne Basel bi hev re produktorên vê lîstika şanoyê ne.

Derhênera wê Anna Jendreyko ye ku beriya niha jî hevkarî bi şanoyên li Kurdistanê re jî kiriye. Projeyên wê yên li bakur û başûrê Kurdistanê jî dike ku ew Tevgera Azadiya Kurd nas bike. Jixwe Jin Jiyan – Der Aufbruch jî bêhtir li ser Tevgera Azadiya Kurd û veguherîna piştî korîdora insanî ya li Şengalê ye.

Bi muzîka kurdî

Dika vê lîstikê Martina Ehleiter amade kiriye. Li ser dikê wê resmên Şengala hilweşiyayî hebin. Di dema lîstikê de qeydiyên vîdeo yên di dema lêkolîna Jendreyko li Şengalê tomarkirine jî wê bên nîşandan, vî karî jî li ser dikê Gregor Faulhaber. Li ser dikê wê muzîka kurdî jî hebe bi Suleyman Çarnewa, Sosin Elenya û Metîn Yilmaz. Dramatorgê vê projeyê Martin Voehringer e ji Şanoya Bajêr a Krefeld-Moenchengladbachê. Di nava aktrîst û aktoran de Hêvîn Tekîn, Vera Maria Schmidt, Eva Spott û Adrian Linke jî hene.

Jin li Şengalê dibin hêz

Ya ku tê nîşandan, ne êzidîtî bi xwe ye, lê piştî fermanê, piştî ku şervanên kurd korîdaroa insanî vekir, ya li Şengalê qewimî wê li ser dikê be. Çawa jin xwe birêxistin dikin û li dijî fermanê dîsa dibin hêz; yanî ew arafa di navbera rêûresmê û guherînê de Anîna Jendreyko wê hewl bide nîşan bide.

Piştî promiyera îro saet 20´an wê Jin Jiyan – Der Aufbruch 16´ê nîsanê, 03, 08 û 26´ê Gulanê jî her carê saet 20´an bê nîşandan.

Meclisa Jinên Êzidî (Dachverband des Êzidischen Frauenrats e.V.) û Goethe-Institut Irak jî ji hevkarên din ên vê projeyê ne. KREFELD

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar