Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Têkoşîna gelan dikare deriyê Îmraliyê veke

Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglu, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîdkirina Ocalan ne tenê tasavura Tirkiye ye. Bi vîna konseptek navneteweyî pêk tê. Têkoşîna gelan a hevpar dikare dîsa deriyê Îmraliyê veke.

Piştî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi grevê kir û bi hezaran girtiyên siyasî ketin grevê, 8 sal şûnde yekem car di 2’ê gulanê de parêzer çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin.

Parêzeran piştre di 22’ê gulanê, 12’ê hezîranê û herî dawî di 18’ê hezîranê de hevdîtin kirin. Tevî ku Serokomar Tayyip Erdogan û Wezîrê Dadê Abdullhamît Gul gotibûn tu astengiyên hiqûqî li pêş hevdîtinê tune ye ji nêzî 2 meh in parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Parêzer heta niha serlêdan dikin lê bê bersîv dimîne.

Têkildarî hevditina piştî 8 salan a bi parêzeran re Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şengolu ji nûçegihanê MA’yê Nacî Kaya re axivî û diyar kir ku hevdîtina bi Ocalan re di mijara aştî û demokrasiyê de heviya gelan ji nûve zindî kiriye û wiha got: “Ocalan wekî hevdîtinên berê di van 4 hevdîtinên dawî de dîsa ji bo gelan çareseriya pirsgirêkan pêşniyar kir. Ji ber pêşniyarên çareseriyê pêşkêşî civakê û gelan kir, dîsa tecrîd giran kirin.

Şenoglu, bal kişand ser gotina Ocalan a “Ev hevdîtin nayê wateya pêvajoya muzakere û pêvajoyek nû. Pêvajo bi ku ve biçe wê piştî 30-40  roj şûnde diyar bibe” û wiha axivî: “Têkildarkî wê demê pir aşkere nediyarî anî ziman. Pêvajoya ku Birêz Ocalan got derbas bû. Tê dîtin ku fikar bi rastiyê vegeriya. Birêz Ocalan’ ji bo demokratîkbûna Tirkiye û çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk hewl dide. Lê rejîma yek zilam dixwaze vê yekê vala derxe. Ji ber ku ne vîna îktîdar ya tecrîd bi dawî bike heye û ne jî hewldana wê ya ji bo şert û mercên aştiyê bên avakirin heye.”

Hemû aştîxwaz berpirsyar in

Şenoglu destnîşan kir ku bloka  AKP-MHP û Ergenekonê ji bo aştiyê vîna xwe nîşan nade û wiha lê zêde kir: “Ji bo aştî û demokrasî pêş bikeve divê ev plak xwe bide aliyekî. Divê hêzên muxalif û hemû kesênk aştiyê dixwaze vê blokê derbas bikin. Ji xwe birêz Ocalan jî dibêje ‘Tişta dikeve ser milê min, min kir û didomînim. Lê bi vê yekê têr nake. Divê aştî û demokrasî bibe malê civakê û aştiya civakî pêş bikeve. Divê hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazin berpirsiyariyê bidin ser milê xwe.”

Şenoglu, da zanîn ku astengiyên ku dîsa derdikevin pêşberî parêzeran û Ocalan nîşan dide ku dewletê hêj dest ji kurmê xwe bernedaye û wiha got: “Piştî hevdîtinên bi Ocalan re dest pê kir, em dibînin ku dîsa pêvajoyek tarî dest pê dike. Polîtîkayên şer kûr dibin. Hewl didin ku bi polîtîkayên şer ên 40 salan encam bistînin. Rejîm nikare bi zorê û zextan pirsgireka Kurd ji holê rake. Îktîdar jî dizane ku bi van rêbazan nikare encamê bistîne. Ev polîtîka encama bêçaretiyê ye. ”

Muhatap Ocalan e

Şenoglu destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatab Ocalan e û wiha bi dawî kir: “Divê em rastiyekê bibînin. Ji bo Ocalan karibe pêşniyar û fikrên xwe bi civakê re parve bike divê di nava şert û mercên azad re rola xwe bilîze. Di alên 2013-2015’an de hinek pêk hat. Piraniya civakê bi awayekî germ nêzî fikrên Ocalan bûn. Ji ber vê yekê muhatab birêz Ocalan e. Tecrîdkirina Ocalan ne tenê tasavura Tirkiye ye. Bi vîna konseptek navneteweyî pêk tê. Têkoşîna gelan a hevpar dikare dîsa deriyê Îmraliyê veke. Fikra Rojava ji bo hemû dewletên serdest gefek e. Ji ber vê yekê Tirkiye tenê bi vîna xwe tecrîdê pêş naxe. Pêşniyara çareseriyê ya ku Ocalan ji bo  Rojhilata Navîn anî ziman, li dijî hêzên emperyalist  hêzek ku hatiuye diyarkirin e. Ji ber vê yekê şert û mercên Ocalan ên jiyanek azad dibe rewşek jiyanî. Di sala 2015’an de bi dewletê re deklerasyona ku ji 10 xalan pêk dihat amade kiribû. Li gel heta vê astê hat jî dewletê mase xera kir. Ji ber ku rêya çareseriyê vebûya wê hevsengiya hemû dewlet û hêzên emperyalist bihata guhertin. Çima Ocalan tecrîdkirî ye, ji ber ku çareseriyê pêşkêşî gelan dike di tecrîdê de ye. Rakirina tecrîda Ocalan û vekirina deriyê îmraliyê bi têkoşîna hevpar a gelan pêkan e.” STENBOL 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar