Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Têkoşîna gelê kurd a  li dijî polîtîkayên înkar û bişaftinê

Komara Tirkiyeyê li ser bingeha zagona bingehîn a 1924’an bi feraseta serweriya tirk û tirkîtiyê hat avakirin. Gelê kurd û hemû gelên din tune hatin hesibandin. Tirkîtî li ser hemû gelan hat ferzkirin, welatîbûn bi tirkîtiyê hat pênasekirin. Hiqûqa neyartiyê li ser gelên ku ne tirk in hat meşandin

Zagona Takrîrî Sükun(qaşo Zagona Pêkanîna Aramiyê) di 4’ê adara 1925’an de hat sazkirin û heta sala 1929’an, çar sal bênavber hat domandin. Armanca sazkirina zagona Takrîrî Sukun avakirina Dadgehên İstîklalê(Serxwebûnê) bû, bi vê zagonê Dadgehên İstklalê hatin avakirin.

Di van dadgehan de pêşengên tevgera kurd li gel ku bi tirkî nizanibûn û bêyî ku karibin bi zimanê kurdî parastina xwe bikin hatin darizandin û darvekirin. Heman serdemê, di 25’ê îlona sala 1925’an de “plana Îslahkirina Şerqê” ket meriyetê. Li gorî vê planê;  Li Meletî, Xarpêt, Amed, Bilîs, Wan, Mûş, Riha, Erxenî, Xozat, Erdîş, Adilcewaz, Xelat, Palo, Çemîşkezek, Ovacık, Semsûr, Hekîmxan, Bîrecûk û Çêrmûgê di jiyana rojane de agxaftina kurdî hat qedexekirin tirkîti li ser gelê kurd hat ferzkirin. Yên ku bi kurdî axivin hatin cezakirin û cezayê pere li wan hat birîn.

* Ji bo ku keç û dayik hînê tirkî bibin, kurdî jibîr bikin, bi lezgînî dibistanên keçan (dibistanên Şevînî-Leylî) hatin vekirin.

* Bi palana Şerqê,  pêşengên kurd hatin sirgûnkirin, li şûna kurdên ku hatin koçberkirin, tirk bi cih bûn û demografiya kurdan hat guherandin.

* Di heman serdemê de Îsmet Înonû, ji bo înkara gelê kurd, digot ” Li welatê tirkan, ji xeynî gelê tirk, tu kes nikare qala maf û azadiyan bike” û vê gotinê di jiyana rojane ya gelê kurd û gelên ku ne tirk in de ket meriyetê.

Di 19’ê îlona 1930’î de vê carê werîzê dadê yê wê demê Mehmûd Esad Bozkurt hevoka; “Efendiyên vî welatî tirk in. Yên ku ne tirk in, tenê mafekî wan heye, ew jî xizmetkarî û koletiya ji gelê tirk re ye”. Piştî van gotinên Mehmûd Esad Bozkurt, êdî nîjatperestî gihîştibû asta herî jor, bi awayekî aşkera gelê kurd û hemû gelên din dihat înkarkirin, ji bo her axaftineke bi kurdî ceza dihat birîn, dayika kurd a ku ji bo debara zarokên xwe satila mast dibir sûka bajêr difirot, ji ber çênd peyvên ku bi kurdî diaxivî û ji bo her peyveke kurdî cezayê pere lê dihat birîn, êvarê deyndar vedigeriya mala xwe. Êdî peyvên kurd û Kurdistan qedexe bûn û kesên ku bi kurdî biaxiviya bi cezayên pere û avêtina zindanê dihatin cezakirin.

Di dema derbeya 12 ê îlonê û wehşeta Zindana Amedê de ji bo ku girtiyên kurd ji rastiya xwe ya kurdîtiyê dûr bikevin dirûşmeya sereke ya ku li dîwarên Zindana Amedê hatibû nivîsandin “Turkçe Konuş Çok Konuş” ango “Bi Tirkî Biaxive Pir Biaxive”-heta karî Biaxive bû.

Di encama têkoşîna gelê kurd a bêhempa û berdêlên giran de destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Di nava van destkeftiyan de saziyên ziman ên wekî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Estîtuya Kurdî ya Amedê, Kurdî-Der û 38 şaxên wê, Akademiye Ehmedê Xanî ya Ziman û Wêjeya Kurdî û Kurd-Dera Enqereyê hebûn.

Van saziyên ziman bi qasî deh salan ji bo zimanê kurdî xizmet kirin, xebat meşendin, bi hezaran kes fêrî zimanê kurdî kirin, bi sedan Mamoste gihandin, bi xebatên van saziyên ziman bingeha hişmendiya kurdî û neteweyî di nava gelê kurd de hat avakirin.

Li hemberî daxwaza gelê kurd a; “Bila Zimanê Kurdî Ji Pêşdibistanê Heta Zanîngehê Bibe Zimanê Perwerdehiyê û Zimanê Fermî” rayedarên dewleta Tirkiyeyê wekî ker, kor û lalan tevgeriyan.

Gelê kurd xwest navoka xwe bi dest xwe bibire û li Amedê, Cizîr û Geverê dibistanên Ferzad Kemanger, Bêrîvan û Dayika Uweyş vekir. Lê belê feraseta netew-dewlet ligel ku tenê li Amedê 2000 dibistan û li tevahiya welat bi dehezaran dibistanên ku bi tirkî perwerdehî didin hebû jî, tehemûlî van dibistanên kurdî nekir û êrîşî van sê dibistanên ku gelê kurd bi derfetên xwe ji bo zarokên xwe ava kiribûn û van dibistanan wekî hêlînên perwerdehî û gihandina zarokên xwe didîtin kir, deriyên van  dibistanan û hemû saziyên zimanê kurdî hatin morkirin.

Pişti ku di sala 2016 an de saziyên ziman bûn hedefa dewletê û bi biryarnameyên di hikmê qanûnan de hatin girtin, di sala 2017’an de li Amedê Med-Der hat vekirin û li Êlihê Arî-Der, li Wanê Arsîsa-Der, li cizîrê Saziya Çand û Ziman Birca Belek, li Semsûrê Ferat-Der, Li Şirnexê Saziya Çand û Ziman a Botanê, li İzmîrê Saziya Çand û Ziman Awesta, li Enqereyê Saziya Çand û Ziman Anka-Der hatin vekirin û xebatên ziman dimeşînin.

Rayedarên dewletê sedsala 20’an li ser înkar û tunekirina gelê kurd derbas kirin û dixwazin di sedsala 21’emîn de jî gelê kurd bê maf û azadî, bênirx û rûmetên neteweyî û bêstatû bihêlin. Ji bo ku gelê kurd di destpêka sedsala 21’emîn de bibe xwedî statû û azad bibe, pêwiste li destkeftiyên xwe, li nirx û rûmetên xwe yên neteweyî xwedî derkeve. Zimanê kurdî, stûna bingehîn a azadiya gelê kurd û nîşaneya statuya siyasî ya gelê kurd e.

Xwedîderketina nirx û rûmetên neteweyî jî, bi yekîtî û hevgirtina gelê Kurd, sazî dezgehên ku ji bo gelê Kurd her yek mewziyên demokrasiyê ne pêkan e. Wekî saziyên sivîl û demokratîk, têkoşîna li hemberî polîtîkayên înkar û bişaftinê, rizgarkirina çand û zimanê kurdî ya ji vê rewşê, peywir û berpirsiyariya hemû saziyên sivîl û demokratîk e.

Loma jî divê saziyên sivîl û demokratîk bi dayin û standinê, bi parvekirina nêrînên xwe, hev xurt bikin, hêza xwe bikin yek  û bikevin nava lêgerîna rê û rêbazên rawestandina polîtîkayên nebixêr ên înkara nirx û rûmetên neteweyî yên gelê kurd, bi hêza xwe ya kombûyî û yekbûyî ji vê ferzkirina bêrûmetiyê re bêjin bes û vê çerxa înkar, tunekirin û tune hesibandinê bidin sekinandin.

Divê neyê  jibîrkirin ku hêza me ya hevpar û yekbûyî têra şikandina qudûmê sazkarên vê çerxa înkara Çand, Ziman û nasnameya gelê  Kurd û bidestxistina nirx û rûmetên xwe yên neteweyî dike.

* Zimanê mirov hiş û hêza mirov a neteweyî ye.

*Mirov nizanibe bê hîş, hişmendî û hêz e.

* Zimanê mirov çavê mirov e. Mirov nizanibe, pêşiya xwe nabîne!

* Zimanê mirov dayika Mirov e, mirov nizanibe, sêwî ye!

* Zimanê mirov rûmeta Mirov e, mirov nizanibe,  rûmeta xwe jidest dibe!

* Zimanê mirov nasnameya mirov e. Mirov nizanibe, ji rastiya xwe dûrketî û ji mirovahiyê derketî ye.

* Zimanê mirov hebûna mirov e. Mirov nizanibe, dimire, tune dibe!

Nûçeyên Têkildar