Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Têkoşîna gerîla û vekişandin divê çawa werin nirxandin?

Pîrdogan Kemal

Em dibin şahid ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li dijî artêşa tirk a dagirker bi awayekî dîrokî têkoşiyaye û li dijî şerê bi teknîka nûjen ya serdemê, bi fedakirina canê xwe careke din nîşan da ku têk naçe.

Rojên dawîn ên sala 2022’yan in ku bi mînakên berxwedanê yên bêhempa mohra xwe li dîrokê xist. Nirxandina her salê divê li gor geşedan û encamên van geşedanan bê kirin. Bi bidawîbûna sala 2022’yan re, em di çerxerêya pêvajoyeke dîrokî de ne, ku bi ketina sedsala duyemîn a komarê re li ser sala bê, hedefên cur bi cur ên dagirkirinê hatine diyarkirin. Tifaqên bi îdeolojiya fermî ku bi înkar, bişaftin û mêtingeriya sedsala yekemîn xwedî dibin, ava kirine û amadekariyên xistine meriyetê, bi desthilatdariyên xwe yên hegemonîk ji zû ve ye dest bi hewes û hevrikiya desteserkirina sedsala duduyan kirine. Rejîma Erdogan a senteza îdeolojiyên îslamî û faşîst ku yekane çare ya dirêjkirina xwe di biencamkirina şerê qirkirinê yê li Kurdistanê de dibîne, mirov dikare bibêje ku di vê tevgera dagirkirinê de ji mayîndetiya rejîma xwe heta dawiyê rê li ber têkçûyîna xwe vekir. Wan digotin qey ew ê hêzên gerîla pir bi rehetî îmha bikin, lê ew hêz bi çawanî jî gelek guherî.

Mirov ji vî aliyê ve lê binihêre, em dibin şahid ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, di tevgera dagirkeriyê de ku 14’ê nîsana 2022’yan ji hewayê ve û 17’ê nîsana 2022’yan ji erdê ve hat destpêkirin, li dijî artêşa tirk bi awayekî dîrokî têkoşiya, li dijî şerê bi teknîka nûjen ya serdemê, bi berxwedaneke ku canê xwe feda dike ku, ew têk naçe. Dema artêşa dagirker ji hin deran reviya û ketin teşqeleyê, ev encamên vê têkoşînê ne.

Wek ku hûn jî dizanin, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya 25’ê kanûna sala 2022’yan de ragihand ku hêzên dagirker ji hin qadên berxwedanê vekişiyane. Li gor vê daxuyaniyê wiha hat gotin: “Artêşa tirk 5’ê kanûnê li Qada Berxwedanê ya Sacayê, piştî çalakiya cezakirina serbaz û hin payebilindan, ji serê çiyayê Kurojahro yê Zapê, ji gundê Saca yê Şeladizê yê Amediyeyê, ji derdorê, ji Girê Şehîd Sîpan û Dola Şehîd Kuncî  û quntarên wê vekişiyaye. Artêşa tirk, her wiha ji hemû eniyên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî vekişiyaye ku bi fermana Hûlûsî Akar leşkerên xwe lê şewitandibûn. Artêşa tirk, 11 û 12’ê kanûnê ji girên Şehîd Kendal, Şehîd Şîlan, Şehîd Çekdar, Şehîd Bextiyar, Şehîd Savûşka û Şehîd Leşker ên Girê Cûdî, ji gerîla gelek derbe xwarine û vekişiyaye. Artêşa tirk ku xwest Girê Cûdî dagir bike û bi awayekê mayînde lê bi cih bibe û ji wê boneyê helîkopter û gelek alav anîn, ji bo nekevin destên me, gelek alavên xwe şewitandin, ji kendalan de avêtin û bi panîk reviyan û gelek alavên xwe li pey xwe hiştin. Halê hazir, artêşa tirk ji gundê Saca û derdorê wê ku li rojhilatê Zapê ye, li rojavayê Zapê jî ji qadên ji xeynê Girê FM û Girê Hakkariyê, vekişiyaye.”

Vekişîna ji van qadan, bêyî guman encama pêkanîna gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bi awayekî bi bandor û encamgir e. Sê sedemên vê encamê hene. Sedema yekemîn asta têkoşînê ye ku derketiye holê. Tîmên bi tevger ên gerîla ku bi behremendiya xwe ya lêxistina bi awayekê bi bandor, li her derê araziyî kontrolê bi dest dixin, bûne xewnereşka artêşa dagirker. Ji ber ku gerîla li dijî êrîşên hewayî yên astbilind tevdîrên xwe girtin û tişt bi wan nebû, dîtin ku serdestiya teknîkî ne tiştekî wisa ye ku bi awayê ev difikirin. Bi awayê serdema nû ya gerîla, ev encam derketin holê. Bi awayê tîmên gerîla yên bi tevger ku awayê şer ê bi bandor ê serdema nû ye, têkoşîna gerîla bi şerê tûnelan bêyî navber tevî şertên dijwar ên zivistanê vê rastiyê bi awayekî aşkera derdixin holê.

Bi van her du awayên nû re behremendiya gerîla her çar demsalan bêyî navber kir ku awayê şerê taktîkî yê artêşa tirk a dagirker bi piranî pûç bibe. Lê çawa hat pûçkirin? Taktîka stratejîk a bingehîn a artêşa tirk a bi salan ‘têkiliyê deyne, vekişe, bi teknikê îmha bike’ bû. Bi vê taktîkê bi temamî bi çekên xwe yên nûjen û binesaziya xwe ya bi teknîka pêşdeçûyî bawer bû. Ango artêşeke mekanîze derket holê. Artêşeke ku bêyî êrîşa hewayî nikare gav biavêje. Li dijî taktîkên şer ên artêşa tirk, hêzên gerîla dest bi bipêşvebirina rêbazan kir ku bi dijpêngavekê van stratejiyan pûç bike. Bi şerê Zapê re gerîlayên azadiya Kurdistanê vê taktîka stratejîk a bingehîn a artêşa tirk bi temamî pûç kir. Hêzên gerîla, heta artêşa tirk bikeve menzîla wan bêyî ku çeperên xwe yên esas deşîfre bikin arazî pir baş kontrol dikin.

Yekîneyên dagirker gava bi rehetiya ku di encama êrîşên hewayî yên dijwar de kes sax nemaye, dixwazin bi pêş ve biçin, hêzên gerîla tîmên xwe yên êrîşê dike tevgerê û yekîneyên dagirkeran şaşmayî dike. Di şerê Zapê de, hema bibeje li hemû cihên yekîneyên dagirker hewil didan lê bi cih bibin rewşeke wiha qewimî.

Xala herî giring jî ew bû ji ber destwerdanên sîstematîk ku li hêzên hewayî hatin kirin, helîkopteran newêrî ku bikevin qadan. Di vî şerê bi 8 meh û nîvan de bi îmhakirina 11 helîkopteran û derbkirina nêzîkê 100 helîkopteran encamên destwerdanên bi vî awayî, bi awayekî aşkera derdikevin holê. Gava mirov nirxandina encamên vî şerî dike, hejmar helbet pir girîng in lê xala sereke ya girîng ew e ku hêzên gerîla bi artêşa tirk dojeh da jiyandin ku arteşeke mezin a NATO’yê ye û bi piştgiriya bi her awayî êrîş dike. Sedema duyemîn ew bû ev li gor lûtkeyên bilind mirov dikare bi awayekî hêsantir xwe bigihîne wan ango cihên bi rîsk bûn ku dibû her gav derbe li wan bikeve. Di daxuyaniyê de cihên behsa wan dibe, ji aliyê stratejîk ve giring in û xwedî erdnîgariyeke berfireh in. Ev deverên ku em jê re dibêjin rojhilat û rojavayê Zapê, du qad in ku li her du aliyên ava Zê ne. Rêzeçiyayên Kurojahro ku li Rojhilatê ava Zê ango li herêma Zapê ye, ji seriya Şeladizê ta bi navçeya Amediyê ye. Niha, artêşa dagirker li ser wê xetê ye ku bajarên başûrê Kurdistanê ji hev dibin. Têkoşîna gerîla li wir jî bêyî navber berdewam e. Gundê Saca jî li bin xeta Tepê Karker nîv saet dûrî Qada Çemço ye û cihek e ku rêyên çûnehatê tê re derbas dibin. Eger bi bîr bê, ji bo dagirkirina van qadan xwestin ku gelê herêmê bi kar bînin. Bi vê armancê MÎT û Parastinê bi eşîrên herêmê re hin hevdîtin kirin ku bi gerîla re şer bikin, soz dan ku eger ev qad bên standin wê di vê xetê de di ser Rênçbiraxa re di xeta Geliyê Balinda re derbas bibin û bi awayê ku bi herêmê re pêwendî bê danîn ew ê deriyekê bazirganiyê çêbikin û endamên eşîrê hem di çêkirin û ewlehiya vê rêyê de hem jî di xebitandina wê de bikin xwedî par. Eşîrên herêmê anî ziman ku ew teqez li dij in û qebûl nakin. Vê carê ji bo provokasyonê hêzên PDK’ê li wir xistin dewreyê. Gelê herêmê ku bertek nîşan da û gerîla bi hestiyarî tevgeriya, ev hewildan ji bi avê de çûn. Îsal bi bikaranîna bombeyên kîmyewî û qedexekirî, bi tevgereke dagirkeriyê xwestin bi dest bixin.

Destpêkê qada Saca ya ku herî dawî 11 gerîlayan hetanî hênaseya xwe ya dawî berxwedan û di êrîşa kîmyewî de şehîd ketin jî di nav de, li wan qadan bi hezaran sûcên şer pêk anîn. Hetanî dawî her cure teknîka modern bikar anîn, lê dîsa jî nekarîn xeta berxwedana gerîla derbas bikin û dagirkeriyê mayînde bikin. Dîsa qada berxwedana girê Cûdî hema li ser ava Zê berz dibe û di jor de bi geliyekî ve bi qada FM a berxwedanê ve tê girêdan. Dîsa li çepê wê silsîleya Çiyayê Hekarî dirêj dibe û jêra wê jî Girê Amediyê dimîne. Qad di pozîsyonek hev du parastinê de ne. Eger tîmên bi tevger jî bikevin nava kar wê demê ji bo artêşa tirk vedigerin qadên dojehê. Ev qadên ku dagirkerî hat berfireh kirin; bûn qadên ku herî zêde yekîneyên taybet ên artêşa tirk li wan deran derban dixwin û bi operasyonên şoreşgerî ve gelek caran jî bihejin. Dema ku li kêleka girîngiyên stratejîk ên bingeh erdnîgarî yên wan qadan û amadekariyên hêzên gerîla yên bi salan hatin kirin jî tevî hesabê bê kirin, artêşa tirk li van qadan windahiyek ne li bendê, jiya. Bes ji bo ku nekeve destê gerîla termê leşkerên xwe jî bizanebûn û xwestek şewitandin. Bi bombeyan ve perçe kirin. Di van qadan de qasî şerek di navbera dewletan de rû dide, windahî dan.

Sedema sêyemîn jî ew bû ku artêşa tirk a dagirker hatibû astek ku êdî ne dikarî li ser hêzên xwe kontrolê çêbike. Ji ber ku hêzên xwe li qadek pir berfireh belav kiribû. Qadên ku hêzên xwe belavkirî jî ew qad bûn ku gerîla bi salan amedarî dikir. Artêşa tirk her çiqas alavên xwe yên giran ên leşkerî anîbin jî, ji ber li van qadan windahiyên pir mezin dan lewra hewlda hêzên xwe biçûk bike ango qada xwe biçûk kir ket rewşa pozîsyonê. Yek jî sedema paş vekişandinê jî ev e. Ji ber ku xwe belavî qadek pir mezin kiribû. Di rewşa heyî de ne dikarî hêzên xwe koordîne bike û ne jî dikarê leşkerên xwe li hember gerîla biparêze. Li kêleka bi hezaran leşkerên ku di şer de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, bi sedan jî pirsgirikên derûnî jiyan dikin. Ji ber ku artêşa wan a ku ne dikarîn ne li ser rûye erd û ne jî di asîmanan de bi cih bikin, dikarî pir hêsan dest ji wan berde. Xwedî li cenazeyên wan jî dernakeve. Helbet dema ku lûleya tifinga gerîla li ser sitûyê xwe hîs dike wê pirsgirêkên derûnî jiyan bike. Serdanên zêde yên Hûlûsî Akar bixwe jî nekarî motîvasyonê bidest bixe. Nakokiyên ku di navbera leşker û qedameya fermandaran de kûr dibû. Ango artêşê têk çûn xwar. Vê rewşê ji bo wan bandorek pir girîng çêkir.

Helbet di encamê de ji van qadan vekişandina hêzên artêşa dagirker nayê wateya ku êrîşên xwe yên li ser van qadan temamî daye sekinandin an jî hêzên xwe temamî vekişandiye. Ji ber xwe ji hemû sînorên qadê ne vekişandiye, tekoşîn di vê qonaxê şûnve bi awayek pir dijwar de didome. Tîmên gerîla yên bi tevger di hemû qadên ku artêşa dagirker lê dimîne de xwediyê serweriyê ne. Yek jî beriya niha tîmên gerîla di qadên ku dagirker reviyan de, tekoşîna xwe rêve dibirin û nedihiştin ku hêzên dagirker hênaseyekê bistînin. Niha dema ku artêşa tirk hêzên xwe dadixîne hewl dide lûtkeyan bigire û xwe bicih bike, lê ev qad tenê ji lûtkeyan pêk nayên. Dema ku li kêleka mezin bûyîna her qadekê mezin bûyîna qasî bajarekê û çiyayî jî li ser bê zêde kirin, tîmên gerîla her deverê çalak dibin. Di rewşa heyî de artêşa dagirker li Avaşîn, Xakurk û qadên wekî Heftanînê de jî heye û dibêje ku me ev qad bi temamî bi dest xistine, lê hêzên gerîla di naverasta Avaşînê de çalakî li dar dixin. Bi kurtasî xisusa ku pêwîst e em bizanîn ev e. Ne ku artêşek deh artêş jî bên nikarin van qadan zeft bikin. Dîrok şahidê  vê ye. Li hemberî wê arteşa gerîla ya fedaî hebe ne pêkan e ku hûn di van qadan de bikarin nefes bistînin. Divê bê zanîn ku niha di navbera artêşa tirk a dagirker û bajarên başûrê Kurdistanê de tenê xeta berxwedana gerîla heye. Artêşa dagirker a li vê berxwedanê qelibî û xwîn jê diçe. Ji bo ku ev kûr bibe pêwîst e ku hemû hêzên kurdistanî di çarçoveya berxwedanê de rol bigirin û barê li ser milê gerîla sivik bikin. Encamên ku hetanî niha derketin holê tenê beşek wan e. Yên ku rûdan temînata tiştên ku îro şûnve rû didin.

Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar