Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Têkoşîna hevpar a dayik û keça wê

Wesîle Oncu ya 2 zarokên wê beşdarî nava refên azadiyê bû û du keçên wê jî Dayikên Aştiyê ne bal kişand ser çîroka têkoşîna xwe ya malbatî ya ji bo nasnameyeke azad. Dayikê diyar kir ku ew zarokên xwe kiriye têkoşer û heta niha jî terka doza xwe nekiriye

Mîrateya têkoşînê ya jinan a ji Lîlît, Star û Zîlanan maye li Mezopotamyayê mil bi mil hat mezinkirin. Jinên dev ji doza xwe bernedan bi aştî û aramiya civakê li ber xwe dan. Yek ji jinên têkoşîn ji xwe re wekî felsefeya jiyanê bijart Wesîle Oncu ya xwediyê 10 zarokan e. Wesîle Oncu li hember zextên dewletê serî netewand zarokên xwe jî bi heman hişmendiyê mezin kir. Keça wê Xewla Oncu û zarokên wê yên din li ser şopa dayika xwe ya ji bo têkoşînê meşiyan û li ber xwe dan.

Wesîle Oncu ya 74 salî ye ji Gundê Bernîşa yê Amedê ji dayik dibe û zarokatiya xwe li wir derbas dike. Bavê wê meletiyê dike û malbateke xizan in. Ew jî di zarokatiya xwe de Quranê dixwîne û mamostetiya dersa Quranê dike. Di 15 saliya xwe de jî bi pismamê wê re tê zewicadin û dibe dayika 10 zarokan. Hevjînê wê jî meletiyê dike û Wesîle piştî zewacê jî dersên Quranê dide. Wesîle di jiyana xwe de her dem li dijî serîtewandinê derdikeve. Wê her tim têkoşîn ji xwe re kir felsefeya jiyanê. Loma her tim mecbûr dimîne ku ji ber gefên dewletê cih biguhere. Heta dawiya salên 1993’yan jî koçberî  Mêrdînê dibin. Bê guman heta ku koçber dibin bi tundiya dewletê rû bi rû dimînin . Birayê wê yê bi navê Mehmet Sedîq di salên 1992’yan de 15 rojan di îşkenceyê dimîne û tê qetilkirin. Her roj bi ser mala wan de tê girtin. Apê wê birayên wê û hevjînê wê tên girtin. Di her koçberiya xwe de ew dibêjin êdî qediya lê li her cihî jî heman pirsgirêkê dijîn. Dawiya gefan nayê.

‘Ew her di dilê min de mîna hêzekê bûn’

Dema lawê wan beşdarî nava refên têkoşerên azadiyê dibin ew ditirsin û dibêjin qey lawê wan ji aliyê Hîzbûllah ve hatiye qetilkirin. Lê piştre hîn dibin ku lawê wan beşdarî nava refên azadiyê bûye. Piştî vê bûyerê di demeke kin de lawê wê yê bi navê Mehmet Şerîf winda dibe û hîn agahî ji lawê xwe negirtiye. Wesîle têkoşîn ji xwe re wekî felsefeyeke jiyanê bijartiye wiha dibêje: “Têkildarî lawê xwe xeberek biçûk jî ez bibihîsim wê dilê min, hişê min rehet bibin. Ez ê aram bibim. Badîyê min helbestvan bû. Li ser welat, li ser Apê Mûsa û bûyerên me jiyaye gelek berhemên wî hene. Zarokên min zîrek bûn. Ew her di dilê min de mîna hêzekê bûn.”

Li dijî zext û îşkenceyê têkoşîneke hevpar didin

Du keçên Wesîle di nava Dayikên Aştiyê de cihê xwe digirin. Her wiha yek jê di nava HDP’ê de siyasetê dike. Zarokên Wesîle jî têkoşîna malbata xwe digihînin astek jortir û bi hev re têdikoşin. Ji dê heta zarok bi hemû hêza xwe hene û ji bo demokrasiyê li ber xwe didin. Herî dawî jî zarokê wê tên girtin. Mehmet Badî bi awayekî birîndar û astengdar ji aliyê dewletê ve tê girtin. Piştî ku tê girtin jî îşkence û tundî lê tê kirin. Wekî malbat li dijî zext û îşkenceyê têkoşîneke hevpar didin.

‘Min zarokên xwe kirin têkoşer’

Wesîle têkildarî jiyan û zarokên xwe wiha dibêje:”Min di jiyana xwe ya zehmet de zarokên xwe bi serbilindî mezin kir. Di nava zilmê û zordariyê de min wan kir têkoşer. Baş e ku wan serê min netewandin. Baş e ku di rêya şeref û heqîqetê de ne.”

Keça Wesîleyê: Dayika Aştiyê Xewla

Xewla Oncu ya keça Wesîle ye û Berdevka Demê ya Meclisa Dayikên Aştiyê ye jî bal kişand ser têkoşîna xwe ya malbatî ya li dijî zextan û wiha got: “Dema em ji cihên ku êrîş lê dihatin kirin diçûn dîsa li pey me dihatin. Bi dehan caran bavê me li ber çavên me birin û wekî nîvmirovî li me vegerandin. Her carê îşkence li wî dikirin. Wekî din bi ser xaniyê me de digirtin û ji zarok heta mezinan dibirin. Li temen û tendirustiya kesî temaşe nakin. Her roja me wisa derbas dibe. Li hember vê zilmê me bi malbatî têkoşîna xwe her dem dewam kir.”

‘Me terka doza xwe nekir’

Xewla Oncû bal kişand ser êrîşên ku bûne sedema koçberiya wan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dayik in, tiliya zarokê me xwîn jê were em dikin ku xwe bikujin. Diya min ji ber wê yekê ez dibêjim pir bi hêz e. Ji ber ku 2 zarokên wê ji wê dûr in. Ez hatim girtin û doz li min hat vekirin. Lê li hemberî wan me weke Dayikên Aştiyê terka doza xwe û heqîqetê nekir. Me her got aştî û demokrasî.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar