Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tekoşîna ji bo xweseriya Şengalê û îxaneta PDK’ê berdewame

Civaka êzidî ku  di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê PDK’ê ve rastî komkujiyê hatin, hewil dan di bin sîstema netewa demikartîk de xwe rêxistin bikin û civaka ku bi hezarên salaye di bin fermana dene êdî dawî li fermana bînin. Di dîrokê de civaka êzidî li hemberî hemû ferman û êrîşa xwe parastin li ber xwedana û gelek  bedêl dana lê êzdiyan  nikaribû xwe rêxistin bikin û bibin xwedî îradeya  xweya siyasî, civakî û leşkerî lê di fermana 74’an de di  bi peradîgmaya Rêber APO  gavên dîrokî avêtin û ew berxwedanî, dayîna bedelên giran kirin bingeh ji parastina xwe ya ebedî re, di hemû milan de xwe rêxistinkirin.

Serdema naskirina statoya Şengalê

Rêxistina êzdiyan  nehe li Şengalê gehiştiya wê astê ku êdî statoya Şengalê bê naskirin,  ji ber ku civak bi keda xwe rêve dibe û keç û xortên civakê xwe diparêzin. Di nava van salên ku gav ji bo naskirina statoya Şengalê tên avêtin gelek astengî jî hene taybet ji aliyê PDK’ê û dewleta tirk ve. Di serîde li himberî meclisa xweseriya demokratîk û hêzên wê ê parastinê bi şev û roj û her cureyê êrîşan PDK’ê dest bi tevgerê kiriya. Ne tenê PDK’ê  belkî bi rêya kesên girêdayî xwe ku di nava hikûmeta Navendî a Iraqê d cihê xwe digrin zextekî mezin li ser Iraqê jî dike ku bi rêya qanûnê rê li ber îradeya azad a civaka êzidî bigirin.

Hewildanên  ji bo naskirina xweseriyê di serdeme nude

Piştî Kazimî ji ser desthiladariyê dahat û hikûmeta nû a Iraqê hat avakirin, serdemek nû ji bo Şengalê despêkir,  ji bo ku statûya Şengalê bê naskirin hewildanên rêvberiya xweser  berdewam dikin.  Belkî berê tenê wek Rêveberiya Xweser û saziyên girêdayî wê  li peyî xweseriya Şengalê digeriyan lê nehe pêkhateyên din ê Şengalê û partiyên siyasî jî bi hevbeşî seredana Bexdayê dikin û mijara naskirinê Statoya Şengalê nîqaş dikin. Herî dawî şandeyek ji hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Şengalê seredana Bexdayê kir û li gel serokkomar û serokwezîrê Iraqê kom bûn, mijara esasî di vê kombûnê de  eger ne raste rast jî be naskirina  xweseriya Şengalê bû.

 Astengiyên PDK’ê li hember xweseriya Şengalê

Di heman demê de Şandeye Taybet ji Rêvberiya Xweser a Şengalê jî li Bexdayê bû û biryar bû di heman demê de serokwezîrê Iraqê li gel Şandeya Rêveberiya Xweser kom bibe û daxwazên wan guhdar bike lê li gor agahiyên ji nava Şandeya Rêvberiya Xweser hatine giritin, PDK’ê  û Erdogan bi xwe li dijî encamdana vê hevdîtinê derketine. Mesrûr Berzanî ku  di heftiya derbas bû de li gel serokwezîrê Iraqê Sûdanî kom bû nerazîbûna xwe nîşanî nêzîkatiyên Iraqê yê erênî li hemberî rêveberiya xweser a Şengalê daya nîşandin û ji wan xwesetiya ji şûna ew bi rêvberiya xweser re hevdîtin bikin, Peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin.  Di heman rojê  de  Erdogan bi rêya telefonê bi serokwezîrê Iraqê re axiviya û jê xwesetiya li gel Rêvberiya Xweser a Şengalê  diyalogê pêş nexe.

Naskirina jenosîda êzdiyan û statûya Şengalê

Niha di rojeve Perlemantoya Almanya de naskirina Komkujiya Şengalê wek jenosîd di rojevê de ye.  Di vir de çend xalên erênî hene  ji bo civaka êzidî ,lê di xalekê ji ê  ku biryara Perlemantoya Almanya  biryar li ser bide  ew e ku  pêwîste hevkariya PDK’ê û Hikûmeta Iraqê bê kirin, ev xal ne li gor berjewendiyên civaka êzidiya ye. Ji ber  ku  tenê naskirina jenosîdê bi têrê nake ku êzidî bên parastin, pêwîste li kêleka naskirina Komkujiya Şengalê wek jenosîd, statuya Şengalê jî bê naskirin.

Tekoşîna ji bo xweseriya Şengalê û îxaneta PDK’ê jî dewam dike

Desteya Rêveber a Şengalê  di 8’emîn salvegera avakirina Meclisa Xweseriya Şengalê de  bi daxuyanyekê  bang li NY’ê kir û got ‘eger win naxwazin ferman li ser civaka êzidî dûbare bibin, Xweseriya Şengalê nas bikin’.  Di virde xuya dibe wê  rêvberiya xweser a Şengalê di nava salê de bi hêzeka mezin mijara xweseriya Şengalê bike rojev û bi hemû aliyên ku dixwazin êzidî bên parastin re hevdîtinên xwe dewam bike.  Di niha de li milekî berxwedan û tekoşîna civaka êzidî ya ji bo naskirina xweseriya Şengalê û di aliyê din  jî îxaneta PDK’ê û hevkariya wê a bi dewleta tirk  re herwiha   zextên wan ê li ser hikûmeta Iraqê jî  dewam dikin.

Nûçeyên Têkildar