“Azadiya tenê ji bo alîgirên hikûmetê û endamên partiyekê – çiqas jî ev zêde bin – ne azadî ye. Azadiya rast azadiya kesên bi rengên cûda difikirin e.” dibêje Rosa Luksembûrg.
Rosa Luksembûrg li hember desthilatdariya mêr serî hilda û bû sembola têkoşîna jinên cîhanê.
Rosa Luksembûrg di 5‘ê Adara 1871´an de li bajarê Zamość li Polonyayê ku ji hêla Rûsyayê ve dagir bûye ji dayik dibe. Di dibistanê de gelek serkeftiye çar zimanan fêr dibe û di temenê biçûkatiyê de dilsoziya xwe ya ji bo peyva gotin û nivîskî pêş dixe.
Rosa piştî xilaskirina dibistana navîn diçe Swîsreyê. Zanîngehê li Swîsreyê li bajarê Zurihê dixwîne. Ev zanîngeh yek ji çend saziyên xwendina bilind in ku jin jî wekhev perwerde tê de dibinin. Rosa li wir pêşî beşa zanista xwezayê dixwîne paşê zanista siyasî û aboriya siyasî.
Dema li Zurihê dixwîne tev li xebatên rêxistina şoreşgerên polonî yên li sirgûnê diminîn dibe û bi hevre dest bi weşandina kovara ku ew bi qaçaxî derbasî Polonyayê dikin, dike. Piraniya xwendekaran mêr in û şoreşgerên lê ev bi zanebûn û serkeftibûna xwe balê zû dikişîne ser xwe.
Di sala 1898´an bi rêya zewacê derbasî Almanyayê dibe û wê demê şûn ve ew di konferansên partiyan, kongreyên navneteweyî û bi xebatê xwe yên rojnamevaniyê ji bo sosyaldemokrata alman têkoşînê dike. Di kongreya Sosyalîst a Navneteweyî de ya sala 1900´an Rosa hewcedariya li dijî emperyalîzm, mîlîtarîzm û siyaseta kolonyalîst destnîşan dike.
Rosa ji ber xebat û axaftinên xwe yên li dijî şer gelek caran tê girtin, dema li girtigehê gelek nivîsa dinivîse. Di 5’ê Tebaxa 1914’an de bi Karl Lîebknecht re koma Internatîonal ava dike û navê Sparkatus lê dike lê dîsa tê girtin. Dema Rosa di 8’ê Mijdara 1918’an de tê berdan bi hêz tev li Şoreşa Mijdarê dibe. Di 1919’an de Partiya Komunîst a Alman ava dikin.
Çewa jiyana Rosa tije têkoşîn û şoreş bû jiyana Sakîne Cansiz jî herdem berxwedan û şer bû. Şerê herduyan şerê azadiyê bû. Azadiya fikrên cûda azadiya jiyana cûda û azadiya jinan bû. Rosa weke hîs bike ji hevalê xwe re nameyek dinivîse û dibêje ‘ez e bêm kuştin.’
Rosa Luksemburg û Karl Liebkneckt di 15’ê Çileyê 1919’an de li Berlînê ji hêla Fermandarê Kitayê Pabs Waldemar tên qetilkirin.
Rosa, Sara jinên ku di şoreşêda di têkoşîna jinan de rolê girîng lîstine. Rosa heya dawiya jiyana xwe li dijî şer aştiyê parastiye. Sara heya dawiya jiyana xwe li hember desthilatdaran têkoşiyaye û bi berxwedana xwe ji jinan re bûye sembola azadî û aştiyê.
Ez jî dixwazim bi gotîna Rosa Luksembûrg vê nivîsê biqedînim. ‘Em jin hebûn, em jin hene û em ê herdem hebin.’