Tevgera siyasî ya kurd heta îro gelek caran rastî zext û êrîşan hatiye. Di encamê de 8 partiyên siyasî yên kurd hatin girtin. Îro Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bin xeteriya girtina xwe de ye. Têkoşîna siyasî ya ku bi Partiya Kedê ya Gel (HEP) dest pê kir, îro bi Partiya Çepên Kesk didome.
Hevberdevka Giştî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar ku xebatên hilbijartinê dimeşîne, têkoşîna xwe ya heta îro û armancên partiya xwe ji ajansa Mezopotamya axivî.
Kesên ku nizanin Çîgdem Kiliçgun Uçar kî ye? Hûn dikarin pêvajoya têkoşîna xwe vebêjin?
Ez xelkê Erzinganê me, min li Erzinganê dibistan xwend. Min li Zanîngeha Stenbolê, Fakulteya Wêjeyê, beşa Dîroka Zanistê qedand. Min li zanîngehê siyaset, têkoşîna demokratîk, têkoşîna jinan nas kir. Tevî ku min zanîngeh bi noteke baş qedand jî, min nekarî KPSS’ê ya ku dewletê danî pêşiya me, derbas bikin. Paşê ez bi aktîf tevlî siyasetê bûm. Karê min ê yekem endamtiya HADEP’ê bû. Di rêxistina HADEP’ê ya Navçeya Bakirkoya Stenbolê de bûm rêveber. Dema ku em derbasî pêvajoya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bûn, pergala hevserokatiyê ya bi têkoşîna jinên kurd li Tirkiyeyê bi kedeke mezin hate afirandin. Dîsa tevî astengiyên dewletê jî xebatek bi kampanya îmzeyan hat pêşkeşkirin û ‘Pergala Hevserokatiyê’ bi birêz Aysel Tûglûk ya Navenda Giştî hat destpêkirin. Cara yekem jî li Stenbolê hat pratîzekirin. Li Tirkiyeyê cara yekem min hevserokatiya bajêr a DTP’ê kir. Piştî ku DTP hat girtin me xebatên xwe li Partiya Aştî ya Demokratîk (DBP) da meşandin. Min hevserokatiya DBP’ê ya Bajêr a Stenbolê jî kir.
Dozên ku bi navê KCK’ê hem li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê hebû. Di sala 2011’an de li Stenbolê di çarçoveya doza KCK’ê de ez bi tevî 205 hevalên xwe hatim girtin. Nêzî 2 sal û nîv li girtîgehê mam. Piştî ku ez derketim min peywîra endamtiya Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) girt. Vê demê di 7’ê hezîrana 2015’an de li Îzmîrê xebitim. Li Îzmîrê me cara yekem parlamenterek derxist. Ez bûm endama Lîjneya Rêveberiya Kongreya Demokratîka ya Gelan, Meclîsa Jinan û Wekheviya Gelan jî. Herî dawî jî di 16’ê cotmeha 2022’yan de bûm Hevberdevka Partiya Çepên Kesk û min xebatên xwe wisa berdewam kir.
Di têkoşîna azadiya kurd û têkoşîna jinan de hûn xwe çawa dinirxînin?
Siyaset, ji jin û civakan dûr dihat girtin û dema ku min dest bi têkoşînê kir ev bû, lê ji aliyekî ve tevî zextên dewletê jî têkoşîna demokratîk a kurd û têkoşîna jinan hebû û ez bi vê têkoşînê mezin bûm û min kedeke pir û pir mezin girt. Di demekê de ku herî zêde çalakî li Stenbolê hebû û tişta ku ez ê li ser xwe bibêjim, baweriya min a siyaseta demokratîk e û di vê wateyê de bi helwesta min a îro di rastiyê de encama vê têkoşînê ye.
Hûn dikarin ‘Deklarasyona Hilbijartinê ya Jinan’ ya Partiya Çepên Kesk binirxînin?
Li Tirkiyeyê hem Tevgera Jinên Tirk û hem jî Tevgera Jinên Kurd xwedî li têkoşîneke gelekî cidî ne, xwedî li destkeftiyên gelekî cidî ne. Têkoşîn hem li ser parastina van destkeftiyan û hem jî li ser berfirehkirina vê têkoşînê tê meşandin. Li dijî dijminatiya jinan a AKP’ê ya 20 salan bertekên mezin hatin nîşandan. Jin tu carî kolan neterikandin, min jî hewl da bibim parçeyek ji vê têkoşînê. Hem di pêvajoya têkoşînê ya ku ez tê de me û hem jî di aliyê Partiya Çepên Kesk de, ji bo me mijara herî mezin şîdeta li hemberî jinan e. Yekane mekanîzmaya ku AKP’ê di krîza ku îro nikare xwe bi rêve bibe, hiştiye, şîddet e û herî zêde jî şîddetê li hemberî têkoşîna jinan dide meşandin. Lê belê têkoşîna azadiyê a jinan her diçe mezin dibe.
Me îro di beyannameya xwe de bi taybetî bal kişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê. Me bal kişand ser avakirina dadgehên ‘Îhtîsasa Jinan”. Me bal kişand ser peyva ‘Jin’ e, ji ber ku berê di wezarê de de peyva ‘Jin’ hebû, lê niha wekî ‘Wezareta Polîtîkayên Civak û Malbatê’, li Tirkiyeyê divê Wezereta Jinan hebe. Ji ber ku wezareta ku niha heyî ji bo parastina serdestiya mêr hewl dide ne ji bo têkoşîna azadiya jinan.
Hûn rojeva siyasî ya Tirkiyê çawa dinirxînin?
Ji qeyrana aborî herî zêde jin bi bandor dibin. Herî zêde jin dibin xizan. Ji xwe li tevahiya cîhanê keda jinan nayê dîtin. Her wiha li Tirkiyeyê têkoşîneke mezin a ji bo parastina ekolojiyê heye. Jin pêşengiya vê têkoşînê jî dikin. Ji bo ji holê rakirina newekheviya zayendî ya di nava civakî jî me bal kişand ser ‘Peymana Stenbolê’. Em ê bi xwe rejîma heyî ji holê rakin.
Hûn tifaqa di navbera cumhur û polîtîkayên dijminatiya jinan dike çawa dibînin?
Ger em ji beyannameya AKP’ê ya “Dema rast, mirovê rast” dest pê bikin jî, ji tifaqa AKP-MHP’ê, yanî rejîma niha ya “Yek zilamî”, em bi zelalî dibînin ku ew civakeke bê jin dixwazin. Lê divê bizanin ku li hemberî vê zîhniyetê têkoşîneke jinan heye. Ji bo mezinkirina tifaqa cumhur hin partiyên din jî tevlî bûn. Ev partî hem dijminê kurd e û hem jî dijminê jinan e. Em dibînin ku îktîdar ji destkeftiyên jinan û hêza jinan ditirse. Ev tişt nîşanê me dide ku em ê jin dê bi ser kevin.
Xebatên hilbijartinê li gelek bajaran bi girseyî dest pê kir. Hûn di nava gera herêma Serhatê de cih digirin. Hûn atmosfera hilbijartinê çawa dinirxînin?
Li Tirkiyeyê daxwazek mezin a guherînê heye, pêşengiya vê guherînê jî dê jin bikin. Jin dê rejîma “Yek zilamî” têk bibin. Em li 81 bajaran biçîn hilbijartinê û di vê helê de Tifaqa Azadî û Kedê û Tifaqa Demokratîk û Azad a Kurd girîng e. Em li qadên hilbijartinê dibînin ku gel êdî guherînê dixwaze. Ev tişt me motîve dike. 20 sal in gel gihaşt xwedî li tecrûbeyekî. Ev tecrûbeya gel dê rejîma “Yek zilamî” têk bibe. Ji sedî 51 hilbijêr jin e û em dibînin ku jin xwedî li têkoşîna azadiyê, têkoşîna wekheviyê derdikevin.
Ji bo hilbijartinên 14’ê gulanê peyama ku hûn dixwazin bidin jin û ciwanan çi ye?
14’ê Gulanê serdemeke krîtîk e. Hem di sedsala duyemîn a komarê de û hem jî di vê serdema 22 salên ku em tê de ne. Li dijî polîtîkayên dijminatiya jinan û ji bo guherîna rejîmê serdemeke girîng e. Ji ber vê sedemê jî divê welatiyên me biçin û dengê xwe bikar bînin. Her wiha em bang li her kesî dikin tevlî xebatên hilbijartinê bibin.”