Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Perşembe - 29 Ağustos 2024

Tekoşîna jinan ya li Îranê hêjayî xelatê hat dîtin

Xelata Azadiya Jinan a Sîmone de Beauvoir ji bo bîranîna Jîna Emînî ya ku îsal li Îranê hat qetilkirin, dan jinên ku li Îranê li bex we didin.

Seroka Juriya Xelata Azadiya Jinan a Sîmone de Beauvoir Sylvie Le Bon de Beauvoir di merasîma xelatdayînê de ku tê de vîdyoyên serhildana Jin, Jiyan, Azadî di nav de cih digre hatin nîşandan de axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya serhildana gel a niha li Îranê û rola jinan a di vê serhildanê de.

Nivîskar û civaknasa Îranî Şehla Şefîq ku xelatê girt, bal kişand ser girîngiya têkiliya vê tevgerê û raman û felsefeya Sîmone de Beauvoir.

Du care ev xelat tê dayîn

Ev cara duyemîn e ku Xelata Azadiya Jinan a Sîmone de Beauvoir ji jinên Îranê re tê dayîn. Beriya niha, di sala 2009’an de ev xelata ku ji bo Kampanyaya Milyonek Îmze ji bo Wekheviyê hatibû dayîn, helbestvana îranî Sîmîn Behbehanî girtibû.

Xelata Sîmone de Beauvoir xelateke navneteweyî ya mafên mirovan e ku ji sala 2008’an û vir ve ji kes an komên ku ji bo wekheviya zayendî têdikoşin û li dijî binpêkirinên mafên mirovan ji bo rêzgirtina azadiya jinan tê dayîn. Navê xwe ji nivîskar û fîlozofa Fransî Sîmone de Beauvoir girtiye. Lijneya Xelata Sîmone de Beauvoir ji 20 nivîskar, civaknas, fîlozof, rojnamevan û aktîvîstên siyasî yên jin û mêr pêk tên.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar