Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Têkoşîna jinên êzidî têkoşîna me ye’

Meclisa Jinan a HDP’ê bi boneya salvegera 6’emîn a Fermana 73’yan a Şengalê daxuyaniyek nivîskî parve weşand.

Di daxuyaniyê de banga “Bila ‘3’yê Tebaxê Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinan û Qirkirina Nijadî’ bê ragihandin” hat kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrîşa DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hezaran êzidî hatin qirkirin, 6 hezar jin û zarok hatin dîlgirtin û 400 hezar êzidî jî bi darê zorê hatin koçberkirin.

‘Êrîşên li ser vîna jinan’

Berdewama daxuyaniyê Meclisa Jinana a HDP’ê wiha ye:

“Îşkenceyên zayendî li jin û zarokên dîl, hatin kirin; li bazarên koleyan bi pereyan bi darê zorê xwestin dînê wan biguherînin. Çeteyên DAIŞ’ê bi taybetî li dijî jinên êzidî ev rêbaz pêk anî. Ev kiryar, di kesayeta jinên êzidî de berdewama polîtîkaya teslîmgiritin û şikestina vîna jinan e. Em dizanin, zîhniyeta ku jinan dixe bazarên koleyan, li dijî têkoşîna azadiyê ya jinan e ku li Rojhilata Navîn bi pêş dikeve. Her wiha demeke dirêj e li Rojhilata Navîn, çeteyên ji aliye desthilata Tirkiyeyê ve tên destekkirin, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê êrîşî vîna jinan dikin. Qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef, qetilkirina endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî jî berdewama vê polîtîkayê ye.

Di Konferansa Jinên Êzidî ya Navneteweyî de ku di 11-12’yê Adara 2017’an de li Almanyayê pêk hat, hat diyarkirin ku ji bo rizgarkirina jinên êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de, têkoşîneke bibandor a navneteweyî pêwîst e. Di vê çarçoveyê de biryar hat wergirtin ku 3’yê Tebaxê wekî ‘Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinan û Qirkirina Nijadî’ bê qebûlkirin. Em dibêjin, divê têkoşîn bê xurtkirin ji bo ku qirkirina zayendî ya li dijî jinan dubare nebe. Em banga xwe dubare dikin ku 3’yê Tebaxê wekî ‘Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Dijî Qirkirina Jinan û Qirkirina Nijadî’ bê ragihandin.

Têkoşîna wan têkoşîna me ye

Gelê êzidî yê heta niha 73 caran di qirkirinê de hatine derbaskirin, îro roj li çiyayê Şengalê bi vîna xwe ya hebeş meclisên xwe yên gel û jinan ava kirine. Jinên êzidî, bi rêxistinkirina parastina xwe, ji bo tevahiya gel û jinên dinyayê yên bindest ku di bin metirsiya qirkirin û êrîşan de ne, bûn mînak û hêvî. Em jin, berxwedan û têkoşîna jinên êzidî yên ku tevî hemû zilm û îşkenceyên li wan hatin kirin li ser pêyên xwe man, careke din silav dikin. Têkoşîna wan, têkoşîna me ye jî. Meclisa Jinan a HDP’ê; di kesayeta jinên êzidî de, dê li hemberî êrîş û sûcên şer ên li dijî vîn û têkoşîna hemû jinên cîhanê tên kirin, dengê xwe bilind bike û têkoşîna xwe bidomîne.”  ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar