Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Têkoşîna li dijî komploya navdewletî

Gelê kurd radestkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a ji dewleta tirk re, weke “Roja Reş” pênase dike û bi çalakiyên ku 25 sal in dike, kevneşopiya berxwedaneke bênavber afirandiye.

Hêzên cîhanî berjewendiyên xwe yên herêmî, li ser bingehê neçareseriya pirsgirêka ava kirin û pêvajoya komployê dan destpêkirina. Bi paradîgmaya siyasî ya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatî pêşxistin, ev pêvajoya komployê hat pûçkirin. Kevneşopiya têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 9’ê Cotmeha 1998’an di encama zexta Îngilistan û DYA’yê de neçar ma ku ji Sûriyeyê biçe. Abdullah Ocalan ji bo ku pirsgirêka Kurd li ser bingehê normên hiqûqî û demokratîk ên navneteweyî çareser bike, xwest biçe Ewropayê. Dewletên Ewropayê ku rolê esas dilîstin ku gelê kurd bimîne bêyî statu, di pêvajoya înkar û bişaftinê de bimîne. Mafê xwe spartinê ku karê herî esas ê hiqûqa navneteweyî ye, neda Abdullah Ocalan. Pêvajoya komployê ku li ser esasê tasfiyekirina PKK’ê û îmhakirina Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di encama çalakiyên gelê kurd de negihişt armanca xwe. Hêzên ku komplo pêş xistin, ji ber ku ne li benda bertekên ev qas xurt ên gelê kurd bûn, pêvajo veguherandin dîlgirtina Abdullah Ocalan.

Bi hilweşîna Împaratoriya Osmanî ya di encama Şerê Cîhanê yê 1’emîn de, Kurdistan hate parçekirin. Parçebûna Kurdistanê bi peymana ku di sala 1923’an de li Lozanê di navbera dewletên Ewropî yên di şer de bi ser ketin û dewleta tirk a ku nû hatî avakirin de hat îmzekirin, bû fermî. Gelê kurd dem bi dem li çar parçeyan li dijî parçebûn û dagirkeriyê şer kir. Di şerên li dijî dewletên Tirkiye, Îran û Iraqê de, ji ber tevgera hevpar a mêtingeran û neçêbûna yekitiya kurdan, ti serkeftin bi dest neket. Di dîrokê de gelê kurd ti carî dest ji berxwedanê bernedaye. Ji bo bidestxistina mafên xwe yên çandî, demokratîk û mirovî têkoşîneke demdirêj meşand.

Di salên 1980’an de li Kurdistanê serhildan û berxwedaneke nû ya pêş ket ku dewleta tirk yekem car serhildaneke bi vî rengî li dijî xwe dibîne. Di dîroka Kurdistanê de serhildana herî mezin û demdirêj bi PKK’ê destpê kir. PKK ku bi rêberiya Abdullah Ocalan hatiye damezrandin, di warê siyasî, bîrdozî û leşkerî de xîtabî çar parçeyên Kurdistanê kir. Yekem car li Kurdistanê tevgerek li ser têkoşîna ku çar parçeyan bigire nava xwe, siyasî û leşkerî esas girt û pratîka xwe pêk anî. PKK ku hemû beşên gel tevlî têkoşînê kir, di demek kurt de li Kurdistanê hate qebûlkirin û bi hêz bû. PKK di warê bîrdozî û siyasî de weke modeleke alternatîf a Kurdistan û Rojhilata Navîn pêş ket. Ev pêşketin bû hedefa hêzên cîhanî û herêmî yên ku herêmê li gorî berjewendiyên xwe dîzayn dikin. Rêxistina ku di warê siyasî, çandî û civakî de li qadên bi bandor ên PKK’ê pêş ket, îvme qezenc kir. Gelê kurd bi avakirina toreke têkoşîna civakî ya ji xwe bawer, polîtîk û rêxistinkirî dîsa derket ser dika dîrokê.

Dewleta tirk ku nekarî têkoşîna gerîla bişkîne, bi piştgiriya NATO’yê şerekî bênavber da meşandin. Bi hezaran gundên Bakurê Kurdistanê wêran kir. Pêvajoyek ku têde bi hezaran siyasetmedar, rewşenbîr, rûspî, sivîl hatin qetilkirin, da destpêkirin. Tevî van hemû komkujiyan jî nekarî têkoşîna civakî û çalakiya gerîla bişkîne. Têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê bû xwedî qebûlkirin û nêrîneke gerdûnî. Pêşniyarên îdeolojîk-siyasî û civakî yên rêveberiya PKK’ê ji bo yekîtî û aştiya gelên Rojhilata Navîn hêviyek afirand. Hêzên cîhanî û herêmî yên ku Rojhilata Navîn û Kurdistanê li ser esasê nakokî û nakokiyên gelan dîzayn kirin, pêşniyarên alternatîf ên siyasî û civakî yên PKK’ê ji bo berjewendiyên xwe weke xetere nirxandin. Di encamê de gelek dewletên Ewropayê û DYA’yê PKK xistin nava ‘lîsteya terorê’.

Hêzên gerdûnî yên ku berjewendiyên xwe li ser parçebûna gelê kurd û çaresernekirina pirsgirêka Kurd ava kirin, li hemberî Rêbertiya PKK’ê ku nekarîn pêşî li pêşketina wê bigirin, pêvajoya îmhayê pêş xistin. Gotûbêj û siyaseta ku Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo aştî û jiyana hevpar pêşxistibû, bi piştgiriyeke mezin a navneteweyî vale dihat derxistin. Agirbesta ku Abdullah Ocalan di salên 1993, 1995 û 1998’an de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di normên demokratîk û hiqûqî de îlan kiribû, bi êrîşên dewleta tirk vale hat derxistin. Li dijî bangên Abdullah Ocalan ên ji bo aştî û çareseriya demokratîk, planên îmhaya fizîkî ya Ocalan hatin kirin. Di sala 1996’an de êrîşî mala li Şamê ku Abdullah Ocalan lê mabû, teqîneke mezin pêk hat. Vê carê ji bo Abdullah Ocalan ku bi şans rizgar bû, plana îmhayê ya berfirehtir û bi piştgiriya navneteweyî hat kirin.

Desteya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) di civîna xwe ya 30’ê Îlona 1998’an de li ser Abdullah Ocalan û PKK’ê zêdetirî 6 saetan civînek lidar xist. Di civînê de hat ragihandin ku ji bo girtin û îmhakirina Abdullah Ocalan û biryara zêdekirina her cure zextên li ser Sûriyeyê, piştgiriya navneteweyî heye. Serokkomarê demê Suleyman Demîrel di axaftina vekirina parlementoyê ya di 1’ê Cotmeha 1998’an de ji dinyayê re ragihand ku li gorî biryarên MGK’ê mafê mudaxelekirina leşkerî ya Sûriyeyê veşartî ye. 11 endamên NATO’yê di 3’yê cotmeha 1998’an de li Îskenderûna li ser sînorê Sûriyeyê di bin navê “Dynamic Mix 98” de tetbîqateke leşkerî organîze kirin û hewl dan Sûriyeyê bitirsînin. Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de neçar ma ji Sûriyeyê derkeve. Li ser vê yekê gelê kurd mudaxeleyî pêvajoyê kir û berê xwe da qadên Ewropa û welatên din û çalakiyan lidar xist. Ekranên MED TV ku yekane televîzyona Kurdî ya li Ewropayê weşanê dike, hatin reşkirin. Bi tarîkirina ekranên MED TV’ê re hat xwestin ku ku gelê kurd agahî negire û bertek nîşan nede. Di vê pêvajoyê de hefteyekê ti xeber ji Abdullah Ocalan nehat.

Abdullah Ocalan li gel Wezîrê berê yê Gihandinê û Parlamenterê PASOK’ê Kostas Baduvas çû Yewnanistanê. Ji ber ku Abdullah Ocalan nekarî ji ber şert û mercan li Yewnanîstanê bimîne, çû Rûsyayê. 33 rojan li Rûsyayê ma. Dewleta Rûsyayê piştî ku ji bo korîdora enerjiyê ji dewleta tirk tawîz girt, mafê penaberiya siyasî ya Abdullah Ocalan qebûl nekir. Abdullah Ocalan di 12’ê Mijdarê de çû Îtalyayê. Di encama înîsiyatîfa Serokwezîrê Îtalya Massimo D’Alama û hevkarê wî yê desthilatdariyê Partiya Komunîst de geşedanên yekem erênî bûn. Lê hebûna partiyeke çep a li Îtalyayê ku endamê NATO’yê ye, li hemberî vê êrîşa cîhanî têrê nekir. Îtalya êdî nikarîbû li hemberî zextên pêşkeftî li ber xwe bide. Serokê DYA’yê Bill Clinton di 24’ê Mijdara 1998’an de li Serokwezîrê Îtalya Massimo D’Alema geriya û zext lê kir ku Abdullah Ocalan ji Îtalyayê were derxistin. Bi hatina Abdullah Ocalan a Îtalyayê re gelê kurd têkoşîna ku ji destpêka pêvajoya komployê ve meşandiye hîn xurttir kir. Vê yekê bandor li pêvajoya komployê kir û zorî li hêzên komploger jî kir.

Gelê kurd xwedî li rêberê xwe derket û ev yek cara yekem di çapa rêxistinî û cîhanî de veguherî têkoşînekê. Dewletên bi pêşengiya DYA’yê, ji bo şikandin û bêbandorkirina çalakiyên gelê kurd ên li navenda Ewropayê û li her qadên ku Kurd lê dijîn belav bûye, Abdullah Ocalan li tevahiya Ewropayê weke kesê ku nayê xwestin îlan kir. Bi vî rengî xwest ku Abdullah Ocalan bikişîne welatên Cîhana 3’emîn û şert û mercên îmhakirina fîzîkî û revandina wî li wir biafirîne. Ji ber vê yekê li ser Yewnanistanê planekî nû çêkirin. Rêberê Gelanku di 17’ê Çileya 1999’an de ji Romayê derket, di navbera Moskow-Misk-Atîna de diçû û dihat û di 4’ê Sibatê de çû paytexta Kenyayê Naîrobiyê ku lingê herî girîng ê komployê ye. Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê de hat revandin û li balafirgehê radestî yekîneyên taybet ên tirk hate kirin. Pêvajoya li ser îmhakirina fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk hat, di encama berxwedana bê navber a gelê kurd de negihişt armanca xwe. Ev pêvajoya ku 129 rojan berdewam kir, di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Abdullah Ocalan derbasî qonaxeke din bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar