Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Têkoşîna li dijî komployê divê bi xurtî dewam bike’

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur diyar kir ku têkoşîna li dijî komployê divê bi xurtî dewam bike û wiha got: "Her kesên ku xwe şoreşger, demokrat, mirovên bi exlaq û polîtîk dibînin divê tevlî vê têkoşînê bibin. Eger têkoşîneke rêxistinbûyî li her qadê bê kirin hingî wê dawî li nêzîkatiyên komployê bê anîn."

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur bi wesîleya salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ji ANF’ê re axivî.

Hêzil Ozgur bal kişand ser dîroka komplogeriyê ya serwerên dewleta Tirk û got, “Dîroka serwerên Tirk dîrokeke komployan e. Di nava Osmaniyan de mejiyê kuştina xwişk û birayên xwe jî encama vî mejî ye. Piraniya padîşahan di şerê desthilatdariyê de bi rêbaza komployê jiyana xwe ji dest dan. Di dema damezrandina komara Tirkiyeyê û pêvajoya piştî wê de jî di şerê desthilatdariyê de komplo bû yek ji rêbaza bingehîn ku hate bikaranîn.”

Hêzil Ozgur diyar kir ku yek ji gelên herî zêde komplo lê hate kirin jî gelê kurd e û got, “Dîroka PKK’ê li dijî komployan dîroka mirovbûyîn, vegera li cewherê xwe, xwedîderketina li koka xwe, pêkanîna azadiya jinê, şînkirina hêviyê û afirandina civakeke polîtîk û exlaqî ye.”

Hêzil Ozgur bal kişand ser komploya li dijî Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir û got, “Komploya ku di şexsê Rêbertî de li gelê kurd hate kirin, sembola hemû komployan e. Nêzîkatiyên ‘Hevrêtiya kêm û dostaniya sexte’ jî bû sedema pêkhatina vê komployê. Yewnanistan ku bi sedan sal in dibêje ku dijminê Tirkiyeyê ye, tevî ku bi biryara Meclîsê Rêbertî vexwend, xwedî li Rêbertî derneket û bi Tirkiyeyê re hevkarî kir. Serokwezîrê wê demê yê Yewnanistanê bi daxuyaniyekê got, ‘Wijdanê dewletan nîne, berjewendiyên wan hene’ û bi vî rengî rûyekî din ê rastiya komployê nîşan da. Yewnanistanê di oxira berjewendiyên xwe de dijminatiya li gelê kurd û Rêbertî tercîh kir.”

Fermandar Hêzil Ozgur destnîşan kir ku Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan gelek caran hewl da û wiha got: “Li Îmraliyê jî hevdîtin pêk anî û bang li gel û partiyê kir. Pêvajoyên agirbestê ragihand. Dewleta tirk û hevkarên wê li gel bangên Rêbertî yên ji bo çareseriya pirsgirêkê nêzîkatiyên komployê kûr kirin û dewam kirin.”

Hêzil Ozgur anî ziman ku şerê bê pîvan ê dawî yê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tê meşandin jî encama vê yekê ye û wiha dewam kir: “Dewleta tirk pêvajoya tecrîdê ya li Îmraliyê her roj bêhtir giran dike û hewl dide me hînî van şert û mercên tecrîdê bike. Zêdeyî 2 sal in hevdîtin bi Rêbertî re nayê kirin, fikarên gel û partiyê yên li ser rewşa tenduristiyê û jiyana Rêbertî gihîştine asta herî bilind. Li gel vê yekê zexta li ser gel û xebatên çapemeniya demokratîk hatine girankirin. Di çarçoveya planên tasfiyekirina gerîla de hem li Bakurê Kurdistanê bi sedan operasyon hatin kirin hem jî di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi bikaranîna çekên termobarîk û kîmyewî şer tê kirin. Ev hemû dewama komploya navdewletî ye.”

Hêzil Ozgur destnîşan kir ku têkoşîna li dijî komployê divê bi xurtî dewam bike û got, “Her kesên ku xwe şoreşger, demokrat, mirovên bi exlaq û polîtîk dibînin divê tevlî vê têkoşînê bibin. Eger têkoşîneke rêxistinbûyî li her qadê bê kirin hingî wê dawî li nêzîkatiyên komployê bê anîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar