Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giraniyê dide ser perwerdeya jin û zarokan; gelên ji bawerî, çand û zimanên cuda li hev dicivîne; digihîne çand û hunera jinê ya azad û belav dike.
Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn ji bo dîrok, rastî û parastina jinê, dîrokê ronî dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Sûriyeyê gelên ji bawerî, çand û zimanên cuda li hev kom dike, ji bo çanda civakî ya komunal û azadiya jinê teşwîq bike serî li rê û rêbazên hunerî dike. Hîlala Zêrîn ku ji bo jin bi reng û îradeya xwe jiyaneke azad ava bikin dixebite, xwe dispêre Tevgera Çandê ya Kevana Zêrîn ku sala 2016’an li Qamişloyê xwe bi rêxistin kir.
Li ser navê Hîlala Zêrîn di konferansa 2020’an de biryar hate dayin. Xwe li kantonên Qamişlo, Hesekê, Şehba û Kobanê bi rêxistin dike. Hîlala Zêrîn ku xwedî komîteyên Çapemenî-Arşîv, Perwerde û Dîplomasiyê ye, li navendên navçeyan gelek karên çandî dike; mîna muzîk, amûrên muzîkê, şano, govend û wêne.
Komîteya Dîplomasiyê bi rêya çand û hunerê dîplomasiya çandê xurt dike. Di asta navneteweyî û Rojhilata Navîn de bi saziyên çand û hunerê re, bi hunermendên jin re, bi rewşenbîran têkiliyê çêdike. Bi rêya çand û hunerê çanda Şoreşa Rojava dide naskirin.
Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn ku ji bo Fîlm-Sînema û Studyoyê îsal gavek avêt, piştî ku amadekariyên xwe qedand wê dest bi kar bike.
Ji bo zarokên di navbera 6-15 salî de perwerdeya govend, şano û wêneyan dide. Di nava Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn de hemû gel hene û dikarin çanda xwe biparêzin.
Zexta qirkirinê ji holê hate rakirin
Endama Koordînasyona Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn Fewaze Mihemed wiha got: “Hîlala Zêrîn ji bo jinûve hebûna çanda li ber qirkirinê bû, xwe bi rêxistin kir. Gelên ku ji aliyê mejî û çandî ve dihate asîmîlekirin diviyabû xwe bihejanda, bihata ser hişê xwe. Di vir de Hîlala Zêrîn rol lîst û hîn jî vê rola xwe dewam dike.”
Mihemed ragihand ku ji ber zîhniyeta mêr a serwer, bi taybetî jin nikarin hunera xwe bikin malê civakê û wiha dewam kir: “Bi Şoreşa Rojava re bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ku jin bûn xwedî paradîgmaya azadîparêz, jinan firsenda xwenaskirinê bi dest xistin. Jinan ji bo parastina mafên xwe, ji bo naskirina hêza xwe li hev civiyan. Di tabloya heyî de jin bi rengekî hêsan derdikeve ser dikê, hunera xwe pêşkêş dike, li her qada dixwaze li wir kar dike. Hestên ku bi salan jê bêpar hatibûn hiştin bi rêya hunerê jinûve diafirînin. Jin bi rêya çand û hunerê êş, coş, kelecan û eşqa xwe ya li jiyanê radigihînin.”
Hêza jinê a rêxıstinbûyî
Fewaze Mihemed anî ziman ku karê sereke yê Hîlala Zêrîn perwerde ye û got, “Li her devera ku jin lê ye, Hîlala Zêrîn heye. Ji bo xwegihandina jinan hemûyan karekî berfireh tê meşandin. Ji bo parastina çandê teqez pêwîstî bi jinê heye. Parastina çandê bi jin ên rêxistinbûyî dibe. Em ji nêz ve bi çalakiyên hemû komên Hîlala Zêrîn re eleqedar dibin, lê belê tenê vê yekê nakin. Karê me yê sereke rêxistiniya jinê ye. Weke Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn armanca me ya destpêkê xwegihandina jinên li hemû bajarn e. Jin a bêrêxistin û bêperwerde trê wateya civaka bêrêxistin û bêperwerde. Guherîna mejî ya jinê wê di heman demê de guherîna civakê bi xwe re bîne.”
Giraniyê dide ser perwerdekirina zarokan
Fewaze Mihemed destnîşan kir ku li gel jinan ew bi hesasiyeteke mezin nêzî perwerdekirina zarokan dibin û wiha got: “Zarokekî ku bi çanda xwe mezin nebûye ne dikare xaka xwe ne jî çanda xwe biparêze. Ji bo zarok karibin bi rengekî rast mezin bibe, perwerdeyên me yên çandê hene. Hewl tê dayin ku ev perwerde hîn bêhtir bêne xurtkirin.”