Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Tekoşîna me dê Ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo be’

Li Şengalê li dijî komploya navneteweyî bi pêşengtiya Meclisa Jinên Gundên Herêma Ereban pêşengehek li gundê Xelef vekirin. Jinên ereb û êzidî bi hevre di pêşengehê de der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sinevîzyon temaşe kir.

Jinên ji pêkhateya ereb yên li Şengalê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî pêşengehek vekirin. Jinên êzidî û ereb bi hevre vekirina pêşengehê kirin. Jinan bi hevre pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  xwedin û bi hevre qala giringiya fikir û ramanê wî kirin. Li du pêşangeha jinan bi hevre sinevizyonek li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan temaşe kirin.

‘Ji bo jin bigihin xeyalên xwe divê Rêber Apo azad bibe’

Hezriye Mihemet ya ji pêkhateya ereb da diyar kirin ku ew weke jinên ereb bi saya  fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe naskirin û wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşîn. Hezriye Mihemet di berdewamiya gotinên xwe de bang li ciwanan kirin ku ew jî fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwînin û xwe perwerde bikin û ji bo avakirina civaka azad bibin kesên xwedî ked û di dawiya gotinên xwe de got : “Me name ji Rêber Apo re amade kir di wir de me tevahî hestên xwe yên li hember Rêber Apo ifade kiriye, weke jin me çi zehmetî jiyan kirin me tev nivisî û her wiha ji vir şunde weke jin em çi dixwazin em ê çawa xwebigîhînin azadiyê me jê re nivisiye ji bo weke jin em bigihin xeyalên xwe divê Rêber Apo rizgar bibe. Ji bo Azadiya Rêber Apo çi ji me were em ê bikin.”

Jinên ereb nameyên xwe yên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan amade kiribûn ji bo şandinê radestî meclisa xwe kirin.

Di dawiyê de jinan bi kurmancî û erebî dirûşmeyên ‘Bîjî Serok Apo, Bê Serok Jiyan Nabe Jin jiyan Azadî’ qêriyan.

‘Azadiya me di azadiya Rêber Apo de ye’

Ciwana bi navê Ecayip Elî da diyarkirin ku ew weke jinên ereb bi xebatên wiha pir kêfxweş dibin û wiha got: “Cara yekêmîn e ku em pêşengeheke wiha vedikin em spasiya meclisa xwe dikin. Ev pêşengeh ji bo Rêber Apo hatiye vekirin em bihev re pirtûkên Rêbertî nêrî herwiha jinên êzidî jî li gel me amade bûn em bi hatina wan jî gelek kêfxweş bûn. Em azadiya Rêber Apo ji hertiştî bêtir dixwazin. Azadiya Rêber Apo azadiya me tevane em ji xwedê dixwazin ku demek berî demekê Rêber Apo rizgar bibe. Em azadiya xwe di azadiya wî de dibînin. Heta Serok Apo weke fizîkî rizgar bibe em ê jî tekoşîn bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye wê sibe jî pêşengeha ku Meclisa Jinên Gundên Herêma Ereban li darxistî berdewam bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar