Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Têkoşîna me we heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dewam bike’

Endamên PYD′ê şaxê Helebê bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan dewam dike û got: "Dewletên kapîtalîst ji fikrê Rêber Apo ditirsin. Lew ra heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan em ê têkoşîna xwe bidomînin." 

Dewleta tirk a dagirker zêdetirî 2 salan e tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye.

Têkildarî mijarê, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Helebê got ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê geş bikin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/03/194402_-.jpg

Endamê PYD′ê Şukrî Mistefa li ser mijarê wiha got: “Rejîmên desthilatdar dibêjin qey bi tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan dê fikrên wî jî asteng bikin.”

Mistefa wiha domand: “Heta edalet ji vî gelê bindest re pêk tê, em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/03/194346_-.jpg

Her wiha endama PYD′ê Sûad Elî jî destnîşan kir ku li ser gelê kurd zilm heye û Rêber Abdullah Ocalan li dijî vê zilmê derket û banga azadiya gelan kir.

′Me vîna xwe ji felsefeya Rêber Apo wergirtiye

Sûad wiha pê de çû: “Dewleta tirk a dagirker gelek caran êrîşî me kir û dike. Lê bi saya felsefeya Rêbertî û vîna me ya xurt êdî têkoşîna me xwedî wate ye. Zêdetirî 2 salan e Rêber Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke giran de ye. Ev ne tenê tecrîdeke li dijî Rêber Abdullah Ocalan e, lê belê li dijî gelê kurd tevahî ye.”

Sûad destnîşan kir ku dê ev vîna azad a gelan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bike û wiha dawî li gotina xwe anî: “Dê vîna me xurt bimîne û dê xebata me heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bike. Em ê bi hêza xurt li hember wan bisekinin û vê fikrê azad ji bo cihanê belav bikin.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2023/05/03/194425_-.jpg

Endamê rêveber ê PYD′ê yê Taxa Şehîd Gelhat, Elî Mistefa Mihemed wiha got: “Em baş dizanin ku dewletên şovenîst û kapîtalîst komplo li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anî. Ew hewl didin berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên Rojhilata Navîn pêk bînin.”

′Tecrîdê bi dawî bikin

Mihemed anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bi zindîkirina fikrê neteweya demokratik civak veguherand. Ew yek jî bi rêya hebûna mafên jinan pêk hat. Rêveberiya Xweser ev fikir bi xwesipartina li rêveberiya hevbeş û azadiya jinan di jiyana siyasî de pêk anî. Vê yekê jî hişt ku ev fikir li ser wan dewletan xetere be ku hewl didin rola jinan biçewisînin.

Mihemed di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku tecrîdê bi dawî bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar