Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Têkoşîna ‘Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re’ mezin bikin

TJK-E bi boneya salvegera duyemîn a qetilkirina Jîna Emîn bernameya çalakiyan aşkere kir û wiha got: “Em dibêjin li dijî biryara darvekirinê em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkildarî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku piştî Jîna Emînî ya aliyê ‘polîsên exlaq’ ên rejîma Îranê ve hat şehîdkirin, dest pê kir daxuyaniyek nivîskî da û bi boneya duyemîn salvegera serhildanê bernameya çalakiyên ku li dar bixin aşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“2 sal berê Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ên Îranê ve hat qetilkirin û ev yek bû sedem ku jin biherikin qadan û pêvajoyeke serhildanê ya mezin li dijî kiryarên dewleta Îranê dest pê kir. Vê berxwedana ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, pêl bi pêl li tevahiya cîhanê belav bû, felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gerdûnî bû, bi her zimanî bû parolaya azadiyê ya têkoşîna jinan. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ mohra xwe li sedsala 21’ê xist û bi vî rengî cihê xwe di nava rûpelên bi rûmet ên dîrokê de girt.

Rejîmê hêza têkoşînê ya jinan dîtiye, bi kiryarên li dijî mirovahiyê bersivê dide têkoşîna jinan a ji bo nasname û azadiyê. Cezayê darvekirinê yê li rojnamevan û parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û parêzvana mafên karkeran Şerîfe Muhemmedî hatiye birîn encama vê yekê ye. Lewma kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re’ ya ku bi pêşengiya KJAR’ê hatiye destpêkirin, di vê demê de gelekî girîng e. Bi dirûşma ‘Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re’ heta niha gelek çalakî û kampanyayên îmzeyan hatin lidarxistin. Weke jinên ji TJK-E’yê em careke din diyar dikin ku em ê van jinên parêzvanên mafên jinan, edalet û kedê bi tenê nehêlin, li hemberî vê biryarê em ê têkoşîna xwe mezinti bikin. Em bang li saziyên navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan dikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di navbera 12-16’ê Îlonê de wê li gelek bajarên Ewropayê çalakî bên lidarxistin û banga tevlibûnê hat kirin.

Li gorî daxuyaniyê, bernameya çalakiyan wiha ye:

Çalakiyên 12’ê Îlona 2024’an

Munchen

Saet: 16.00

Cih: Karlsplatz/Stachus

Çalakiyên 13’ê Îlona 2024’an

Swîsre

Saet: 17:30

Cih: Rathaus Zurich

Limmatquai 55

Elmanya

Aurich/Oldenburg

Saet: 15.00

Cih: Marktplatz

Hamburg

Saet: 17.00

Pêşiya Mercado

Kiel

Saet: 16.00

Cih: Europaplatz

Çalakiyên 14’ê Îlona 2024’an

Elmanya

Bremen

Saet:15.00

Cih: Domshof

Hamburg

Saet: 18.00

Cih: Altonerstr. 63

Hannover

Forum

Saet: 12.30

Cih: Am Kina Mahsa Amini Platz

Munster

Saet: 12.00

Cih: Hauptbahnhof

Koln

Semîner

Saet:14.00

Cih: Allerwelthaus/ Geisel Str. 3-5

Berlîn

Saet: 17.00

Cih: Hermannplatz

Frankfurt

Saet: 14.00

Cih: An der Hauptwache

Dusseldorf

Saet: 14.00

Cih: DGB-Haus/

Friedrich -Ebert-Str.

Norwêc

Oslo

Saet: 14.00

Cih: Li pêşiya Wezareta Karên Derve

Swêd

Stockholm

Saet: 14.00

Cih: Norrabantorget

Helsingborg

Saet: 17.00

Cih: Stortorgett

Belçîka

Bruksel

Saet: 14.00

Cih: Pêşnya Konsolosxaneya Îranê

Hollanda

Amsterdam

Saet: 13.00

Cih: Amsterdam Beursplein

Îtalya

Venezia

Saet: 16.30

Cih: Piazza XXVII OTTOBRE davanti a COÎN Mestre

Çalakiyên 15’ê Îlona 2024’an

Fransa

Parîs

Saet: 14:00

Cih: Place De La Bastille a L’Hotel De Ville

Çalakiyên 16’ê Îlona 2024’an

Elmanya

Stuttgart

Saet: 17.00

Cih: Herzog -Christoph-Denkmal/Schlossplatz

Fînlandiya

Helsînkî

Saet: 16.30

Cih: Narinkkatori, Kamppi

Îngilistan

London

Saet: 14.00

Cih: 16 Princes Gaye, London SW7 1PT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar