Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Têkoşîna PKK’ê ya li dijî dagirkeriyê rewa ye

Rojnamegerê lûbnanî Fadî Akom diyar kir Tirkiye nikare di bejahî de li dijî PKK’ê şer bike û got ku têkoşîna PKK’ê ya li dijî dagirkeriyê rewa ye. Her wiha siyasetmedarê iraqî Elî El Sahib jî da zanîn PKK parastina mafê gelê kurd dike ji bo wê divê ji lîsteya rêxistinên ‘terorîst’ were derxistin

Navenda Nûçeyan |

Bi boneya 43’emîn salvegera damerandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di asta navneteweyî de hewldana derxistina ji lîsteya ’Rêxistinên terorîst’ destpêkiriye. Her wiha roja 26’ê Mijdarê Meclisa Medyaya Dijîtal a Kurdistanê li dijî terorîzekirin û qedexekirina PKK’ê ya li qada navnetewî û herêmî, di asta navnetewî de li ser hesabên medyaya dîjîtal kampanyek bi dirûşma ‘PKK gel e, gel nayê qedexekirin’ dide destpêkirin. Heya niha gelek siyasetmedar, profesor û senetor, parlmenter, çalakvan tev li kampanyayê bûne û daxwaza derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê dikin. Li gel rewşenbîrên Rojava ji civaka ereb jî piştgiriya bi têkoşîna azadîxwaz a PKK’ê re zêde dibe. Rojnamevanê lûbnanî Fadî Akom jî piştgirî da kampanyayê.

Akom diyar kir niha her kesek li ber xwe dide, bihêsanî etîketa terorîstiyê pêve dikin û wiha got : “Tirkiye heya niha jî tu carî nekariye di şerê bejahî ya li hember PKK’ê de bi ser bikeve. Di şer de zirarên mezin dît.”

Fadî Akom berxwedana gerîlayên PKK’ê jî weke têkoşîna dijî dagirkeriya tirk a rewa bi nav kir û ev tişt anî ziman: “Em dibînin ku ev partî li hinek deveran mafên xwe yên cewherî bikar tîne. Weke hemû tevgerên azadiyê yên li cîhanê, têkoşîna PKK’ê ya li dijî dagirkeriyê jî rewa ye.”

Rojnamevanê Lûbnanî Akom da xuyakirin ku dê tawanbariyên li PKK’ê tên ferzkirin sernekevin û peyama xwe wiha bi dawî kir: “Ez wisa difikirim ku ev tawanbarkirin an jî girêdana vê tawanbariyê bi Partiya Karkeran re dê bi ser nekeve. PKK li seranserê cîhanê xwedî peywendiyên siyasî û berfireh e ku dikare fikrên xwe vebêje û rastiya xwe bi hemû dîplomatan û siyasetmedarên cîhanê re parve bike. Her wiha derew û tohmetên Tirkiyeyê jî vala derdixe.”

‘PKK parastina mafên kurdan dike’

Der barê qedexeya li ser PKK’ê û xistina wê ya lîsta ‘terorê’ de siyasetmedarê iraqî Elî El Sahib jî axivî û wiha got: “Şermek mezin e partiyek dêrîn ku xwedî dîrokek dirêj a siyaset û parastina mafan e, bikeve lîsta terorê û bi çavê rêxistinek terorîst lê were nêrîn.”

Siyasetmedar El Sahib diyar kir ku PKK tevgerek siyasî, asayî û neteweyî ye û parastina mafên gelê kurd dike û da zanîn PKK tevgereke bawerî bi hevrejiyana aştiyane heye.

Her wiha El Sahib destnîşan kir ku PKK ji bo parastina serweriya netewa kurd hîn jî qurbaniyan dide û got ku ji bo wê divê PKK ji lîsta terorê were derxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar