Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

‘Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin’

Li Şirnexê û navçeya Xinûsê ya Erziromê, Şêx Seîd û hevalên xwe bi bernameyan hatin bibîranîn. Neviyê Şêx Seîd, Bedrî Firat got: "Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin."

Şêx Seîd û 46 hevalên xwe di salvegera 99’emîn a şehadeta xwe de li Şirnex û navçeya Xinûsê ya Erziromê hatin bibîranîn.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê, di salvegera 99’emîn a şehedata Şêx Seîd û hevalên wî de li ber avahiya xwe daxuyanî da. Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, rêxistinên DEM Parti yên navend û navçeyan, Partiya Herêmên Demokratik (DBP) a Şirnexê, Meclisa Dayikên Aştiyê û saziyên sivîl ên Şirnexê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Beşder ji bo wateya rojê bi cilên reş tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Me ji sala 1925’an heta 1999’an serî netewand û em natewînin” hat vekirin û wêneyên Şêx Seîd hatin hilgirtin.

Metna daxuyaniyê ji aliyê hevserokê DEM Partiyê ya Şirnexê Abdullah Gungen ve hat xwendin. Gungen bi lêv kir ku tevî 99 sal bi ser şehadeta Şêx Seîd re derbas bûnê jî hê jî cihê gora Şêx Seîd û gorên hevalên wî nehatiyê aşkerekirin û got ku yên ku ew qetil kirin negehiştin armanca xwe. Gungen anî ziman ku di roja darvekirina Şêx Seîd de cezayê darvekirinê dane Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “29’ê Hezîranê di dîroka kurd û Kurdistanê de bendeke pir girîng e. Piştî 74 salên darvekirina Şêx Seîd a di sala 1925’an de, dîsa di sala 1999’an de cezayê darvekirinê li birêz Abdullah Ocalan hat birîn. Bijartina vê dîrokê helbet ne tesadufe, berovajî wê ji bo azadiya gelê kurd peyameke zelal e. Bi vê wateyê ve girêdayî em girîngî û bandora vê dîrokê bi awayekî herî zelal dibînin; Em bi tecrîda girankirî, pergala îşkenceya li girtîgehan û polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser gelê kurd dibinîn û dijîn. Ne plana çewisandinê, ne plana hilweşandinê, ne dadgehên îstiklalê, ne dadgehên Ewlekariya Dewletê û ne jî dadgehên cezayên bilind nekarîn têkoşîna me ya mafdar asteng bikin û me ji ser vê rêyê bigire. Bi vê wateyê ve girêdayî; Çalakî û têkoşîna me ya girseyî ya li dijî faşîzm û êrîşên; komkujî, tecrîd û li hember zîhniyeta qeyûman wê ji niha û pê ve, bênavber bidome.”

Piştre Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî. Dogan da zanîn ku îro ji bo Kurdistanê rojeke reş e û wiha got: “Îro dîroka zilmê û berxwedan û serfiraziyê ye. Şêx Seîd dema hat darvekirin mîrateyek ji me re hişt. Ev ji têkoşîn bû. Bi ser vê darvekirinê ve dema 74 sal derbas dibû vê carê di sala 1999’an de di saxsê birez Abdullah Ocalan de careke din xwestin gelê kurd darve bikin. Îro ji bo dîroka Tirkiyeyê jî rojeke reş e. Divê gelê tirk jî hestên xwe bi me vê bikin yek. Heta hemû kesên li ser vê axê dijîn ne wekhev û azad bibin ev dîrok nagûhere. Dîrok careke din nîşan dide ku heqîqeta neteweyekî bi zilmê nayê tunekirin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.

DBP’ê û DEM Partiyê li navçeya Xinûsê ya Erziromê jî bernameya bîranîna Şêx Seîd li dar xistin. Gelek kes tev li bernameyê bû. Hevserokê DBP’a Xinûsê Hasan Dogan di bîranînê de axivî û diyar kir ku divê cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî ji malbatên wan û raya giştî re bê aşkerekirin û got: “Divê hemû mafên wan li wan bên vegerandin. Ne dadgehên îstîklalê ne jî DGM nikarin me ji têkoşîna me asteng bikin û bidin jibîrkirin.”

Neviyê Şêx Seîd, Bedrî Firat jî anî ziman ku polîtîkaya dewletê ya înkarkirina kurdan ji sala 1924’an ve berdewam dike û got: “Em ê wek neviyên Şêx Seîd heta ku pirsgirêka gelê kurd were çareserkirin, têkoşîna xwe bidomînin. Çareya kurdan tenê aştî ye. Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin. Em dixwazin li ser vê axê êdî aştî serdest bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar