Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Temel: 14’ê Gulanê wê bibe şeva wan ya dawî

Temel diyar kir ku em hilbijartina sedsalek nû dikin û got: “Dengê em bikar bînin wê karakter û çarenûsa sedsala pêş me diyar bike. Ev sedsal wê komarek demokratîk be an wê mîna sedsala derbasbûyî despot, înkarker û tekperest be, em ê qerara vê bidin. Lewra divê her kes dengê xwe bide Çepên Kesk.”

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel ji ANF’ê re axivî û got, “Li Tirkiyeyê bi rastî jî hilbijartineke gelekî krîtîk û dîrokî tê kirin. Hilbijartina herî girîng û herî krîtîk a dîroka Tirkiyeyê ye. Li gel diyarkirina çarenûsa rejîmê, her wiha wê bibe hilbijartina wê yekê ku hêzên demokrasiyê, hêzên dijberê sîstemê wê karibin xwe li gorî siyaseta rêya sêyemîn bi rêxistin bikin yan na, wê karibin temsîliyeteke xurt bikin yan na.”

‘Her dengê ji bo Rêya Sêyemîn wê bibe bingeha komarek demokratîk’ 

Tayîp Temel got, “Her wiha em pê zanin ku di vê hilbijartinê de timî propagandayeke bi vî rengî tê kirin. Ev gelekî girîng e. Sedsala Tirkiyeyê ye. Ya rast hem Tifaqa Milet hem jî Tifaqa Cûmhûr di heman çarçoveyê de nirxandinê dikin. Yanî dibêjin, 2023 sala sedsalî ya Tirkiyeyê… Lewma komara yekperest, ya ku siyaseta înkarê dimeşîne, nasnameyên cûda dieciqîne wê di sedsaliya xwe de çawa be? Em hilbijartina vê yekê jî dikin. Lewma dengdayin wê karakterê vê rejîmê diyar bike; wê demokratîk bibe yan jî mîna sedsala derbasbûyî despot, înkarker û tekperest be. Em HDP, Partiya Çepên Kesk û hevalbendên me, li gel tifaqên xwe yên li Tirkiye û Kurdistanê dixwazin ev sedsal bibe veguherîna rejîmeke demokratîk. Ji ber vê yekê em hilbijartinê weke hilbijartina demokratîkkirina komarê dibînin. Her dengê ku em ê bi kar bînin, her dengê ji bo hêzên demokrasiyê û siyaseta rêya sêyemîn wê derbê li siyaseta înkar, zext, tekperest û depot a vê rejîmê bixe, wê derfet û firsendê bide hêzên demokratîk.”

‘Divê kes baweriya xwe bi planên kaosê nîne’

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel got, “Ji ber vê yekê her dengekî ku ji Partiya Çepên Kesk re bê dayin wê mîna bizmarekî be ku li ruhê faşîzmê bê xistin. Lewma em dengdanê, xwedîderketina li dengan weke berpirsyarî û wezîfeyeke dîrokî pênase dikin. Em vê bangê li hilbijêrên xwe hemûyan dikin.”

Tayîp Temel anî ziman ku rejîma heyî wê zû bi zû têkçûnê qebûl neke, ji bo vê jî kare serî li her rê û rêbazê û hîleyê bide û got, “Divê gelê me baweriya xwe bi îdia, nirxandin û şîroveyên medya AKP’ê nîne. Ji ber ku wê bibe şeva dawî ya wan. Lewma her tişt ji wan tê. Di vê çarçoveyê de me amadekariyên berfireh kirin. Li ser her sindoqê wê gelek muşahîdên me hebin. Muşahîdên me jî wê qada xwe ya wezîfeyê teqez neterikînin. Divê kes baweriya xwe bi planên kaosê nîne. Ya rast ew e ku guhê xwe bidin Partiya Çep, mûxalefetê û qenalên mûxalîf. Bila di şeva 14’ê Gulanê de bala gelê me li ser daxûyaniyên navenda me ya giştî be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar