Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Temel: Careke din xuya bû ku faşîzm bi têkoşînê dikare têk biçe

Parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç li Wanê bi welatiyan, hevşaredarên navend û navçeyan, endam û rêveberên HDP û DBP’ê Cejna Remezanê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de Temel got ku bi têkoşîna grevên birçîbûnê careke din xuya bû ku tekane rêya ku dikare bi faşîzmê paşve gav dide avêtin, têkoşîn e

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Wanê Tayîp Temel û Mûat Sarisaç ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 80 rojan di greva birçîbûnê de bûn, li Wanê beşdarî pîrozbahiya Cejna Remezanê bûn. Pîrozbahî li avahiya HDP’ê ya Wanê pêk hat. Di pîrozbahiyê de gelek welatî, hevşaredarên Wanê Bedîa Ozgokçe û Mûstafa Avci, hevserokên HDP’a Wanê Mûrat Dede û Yadîşen Karabûlak, rêveberên HDP, DBP’ê û hevşaredarên navçeyan amade bûn.

Di pîrozbahiyê de Temel axivî. Temel di serî de cejn li hemû çalakgerên greva birçîbûnê û dayikên laçik spî pîroz kir. Temel axaftina xwe wiha domand: “Têkoşînekî dîrokî bû. Em îro Cejna Remezanê pîroz dikin. Beriya vê cejnê, gelê me cejneke din pîroz kir. Ew cejn jî dengê birêz Abdullah Ocalan bû ku gihişt hemû gelê kurd. Ji heft salî heta heftê salî ji bo hemû kurdan cejna herî girîng ev bû. Weke parlamenterên HDP’ê me jî xwest di berxwedana grevên birçîbûnê de bibin dilopek. Xwediyên rasteqîn ên vê têkoşînê, dayikên li qadan li ber xwe didan, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, berxwedêrên li zindanan û yên ku jiyana xwe ji dest dane ne.”

‘Li Îmraliyê pêvajoyeke nû dest pê dike’

Temel destnîşan kir ku di şertên faşîzmê de bi têkoşînê encam dikare bê girtin û wiha pê de çû: “Ger ku têkoşîn û bedeldayîn nebe, ne mimkûne bi faşîzmê paşve gav bê avêtin. Ev yek careke din hate piştrastkirin. Bi saya vê têkoşînê dengê birêz Ocalan gihîşt hemû kurd, Tirkiye û dinyayê. Bi çûyîna parêzer û malbatan re li Îmraliyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Bi dayîna têkoşînê re faşîzm tê tekbirin û bihareke nû ji bo gelan dest pê dike.”

Hilbijartina Stenbolê

Têkildarî îdiayên ‘Hevdîtinên bi Ocalan re ji bo hilbijartinên Stenbolê bû’ jî Temel ev nirxandin kir: “Yên ku dibêjin kurd dê li Stenbolê bi AKP’ê re tevbigerin, hê jî tevgera kurd nas nekiriye. Bi hilbijartina Stenbolê re firsendeke mezin dikeve destê hêzên demokrasiyê, HDP’ê û gelê kurd. Ji bo ku AKP dev ji pêkanînên xwe yên faşîzane berde û gavên demokratîk biavêje, ji bo wê jî firsendeke.”

‘Pêdivî bi ruh û perspektîfeke nû heye’

Di dawiyê de jî Temel wiha got: “Birêz Ocalan rêya demokrasiyê nîşan dide. Gelo muxalefet û hikûmet ji vê yekê re çiqas amade ye. Ya girîng ev e. Demokrasî û aştiya ku di van çar salên dawî de hatiye jibîrkirin, bi peyama Ocalan careke din hate bîra her kesî. Ger ku di têkoşînê de ruh, ziman, exlaqek û perspektîfeke nû çênebe, li şûna mezinbûnê dê roj bi roj biçûktir bibin. Divê her kes li xwe vegere û li gorî perspektîfa têkoşînê tevbigere. Ji bo ku AKP faşîzmê biterikîne û vegera ser rêya demokrasiyê, divê em têbikoşin. Êdî gotin têrê nake.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar