Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Temel: HDP çarenûsa 15 salan a Tirkiyeyê guhert

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel ku li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye têkildarî encamên hilbijartinê axivî û got ku HDP bi stratejiya xwe çarenûsa 15 salan a Tirkiyeyê guhert

HDP’ê bi stratejiya xwe ya tifaqa kurd li bajarên bakurê Kurdistanê dawî li polîtîkaya qeyûman anî û li bajarên Tirkiyeyê jî bi stratejiyek balkêş hilbijartinê bi Tifaqa Cumhur da windakirin.  Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel ku ji 8’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, encama hilbijartinê nirxand.

Temel anî ziman ku îktîdar ji 2015’an vir ve bi aqilê şer kampanya hilbijartinê pêk tîne û di vê hilbijartina herêmî de kampanyayek herî dijwar bi gef û gûr birêve bir.

Di axaftina xwe de Temel anî ziman ku xebata hilbijartinê ya îktîdarê adeta wek dagirkirinê birêve bir û wiha got: “AKP û MHP bi polîtîkayên xwe yên şer û qeyûman li Kurdistanê ji ber ku rûxandinên mezin li pey xwe hiştin bi derûniya dagirkirinê çûn hilbijartinê. Li Kurdistanê AKP û MHP bi tunekirina siyaseta kurd hemû derfetan serferber kir. Li Tirkiyeyê jî êrîşa her dijwar û dagirkirinê li dijî HDP’ê pêk hat. Heke partiyek din bûya niha ji zû ve deriyên xwe qefle kiribû û çûbû. Tevî zextên giran jî HDP di pozîsyona partiya ku çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike de bû. HDP vê rola xwe leyîst û tevî van hemû êrîşên giran jî li ber xwe da û bi ser ket.” ,

‘Gel li dijî hemû zextan xwedî li îradeya xwe derket’

Temel destnîşan kir ku encama derket holê nîşan daye ku gel li dijî hemû şixulandina derfetên dewletê jî xwedî li îradeya xwe derket û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji Botanê heta Serhedê dewletê hemû derfetên xwe bikar anî. Li Şemzînan, Dihê, Şirnex û Qilebanê hemû derfetên xwe xistin dewrê. Dewletê yanî îktîdarê bi leşker û polîsan navçe û bajaran dagir kir û carek din şaredariyên me desteser kir. Li Tirkiyeyê jî îradeya li dijî êrîşan li ber xwe da gihîşt serkeftinê. Di serkeftina Enqere, Stenbol, Edene û Mêrsînê û bajarên din para HDP’ê zêde bû. Gelên Tirkiyeyê di ferqa vê yekê de bû. AKP-MHP jî vê yekê baş dizane. Bi rêbazên qirêj hin navendên HDP’ê bi dest xistin lê HDP’ê jî bi stratejiya xwe ya siyasî û pênagava li pêş xist çarenûsa Tirkiyeyê ya 15 salan guhert.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar