Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e

Cîgirê hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku ew di têkoşîna li dijî tecrîdê de bi biryar in û wiha got: “Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya gelê kurd û Abdullah Ocalan e. Ji bilî vê tu rêyek din nayê qebûlkirin.”

HDP ya Wanê bi dirûşma “Ji duh heta îro ji îro ber bi sibê ve têkoşîn didome” civîna gel li dar xist. Civîn li eywanek dawetê pêk hat û rêveberên HDP’ê û welatî tev li civînê bûn. Cîgirê hevserokên giştî yê HDP’ê û parlamenterê Wanê Tayîp Temel jî beşdarî civînê bû û xîtabî gel kir.

Temel diyar kir ku kurd di pêvajoyeke pir krîtîk û dijwar de derbas dibin û got: “Kurd îro têkoşîna hebûn û tunebûnê didin. Li her qadê şerek li dijî kurdan tê meşandin. Tifaqa AKP-MHP’ê bi rojeva tasfiyekirina gelê kurd dixwaze tevger bike. Dema ku hewl didin vê yekê fêhm bikin, li çar parçeyên Kurdistanê êrîşî kurd û Kurdistanê dikin. Bi van êrîşan dixwazin kurdan bê nefes bihêlin. Xala herî bingehîn a van êrîşan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Niha jî piştî ku tecrîda li Îmraliyê ket meriyetê em dibêjin; armanca bingehîn a vê tecrîda li ser Abdullah  Ocalan êrîşa li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê ye. Zilm û zordariya herî mezin li Îmraliyê pêk tê, lê li dijî vê yekê berxwedana herî mezin îro li Îmraliyê tê kirin. Tam 21 meh in tu xeberek ji rêberê gelekî nayê girtin. derbarê tenduristiya wî de tu agahî li ber destê me nînin. em nizanin li îmraliyê çi diqewime.”

‘Bila hiqûq bê temînkirin’

Temel anî ziman ku hêrsa gelê kurd a li dijî vê rewşê roj bi roj mezintir dibe û wiha domand: “Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) beriya niha ragihandibû ku çûye Îmraliyê. Em ji gelek çavkaniyan hîn bûn ku Abdullah Ocalan beşdarî civînê nebûye. Em ji vê yekê fêm dikin ku CPT tu agahî derbarê Abdullah Ocalan de bi dest nexistiye. Tecrîd, tecrîdkirina vîna gelan e û xwesteka jibîrkirinê ye. Sedema destpêkirina têkoşînê ya Abdullah Ocalan, înkarkirina gelê kurd bû. Armanca Abdullah Ocalan azadiya gelê kurd bû. Rojeva me ya herî bingehîn îro misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan e. Em bi biryar in ku li dijî tecrîdê têbikoşin. Ji bo şikandina vê tecrîdê divê gelê kurd bi hemû hêza xwe bixebite. Nexwê rêyek din nayê qebûlkirin.” Temel bal kişand ser çalakiya wekîlên HDP’ê ya li ber Wezareta Dadê ya ji bo rakirina tecrîdê û diyar kir ku armanca sereke ya vê çalakiya ku wê dewam bike rakirina tecrîdê û temînkirina hiqûqê ye.

Temel diyar kir ku Tirkiye ketiye pêvajoyeke hilbijartinê û wiha got: “Ev hilbijartin hilbijartina herî girîng e ku heta niha li welêt hatine kirin. An dê Tirkiye ber bi tarîtiya ebedî ve biçe, an jî dê deriyekî ronî li pêşiya Tirkiyeyê vebe. Me her tim gotiye ev hilbijartin dîrokî ye û ji hilbijartinên din cudatir e, girîng e. Niha hinek derdor hesaban dikin. Îktidar dixwaze faşîzmê pêş bixe. Tenê di axaftin û zimanê wan de polîtîkaya kuştin, înkar û îmhayê hene. Ev faşîzma AKP û MHP’ê ye. Divê em di hilbijartinê de hesab ji wan bê pirsîn. Aliyek din jî dixwaze kurdan bike amûra berjewendiyên xwe yên rojane. Li vir em radigihînin; em ê bi tu partî û rêxistineke ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd îradeya xwe nîşan nede, neyên cem hev. Ya ku azadiya gelê kurd diparêze Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Em ê vê tifaqê hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê zêdetir berfireh bikin.”

Banga têkoşînê 

Temel diyar kir ku gelê kurd 40 sal in têkoşînek mezin bi rê ve dibin û got: “Gelê kurd xwedî îradeyek xurt e. Gelê kurd wê bi vê îradeya xwe teqez AKP’ê têk bibe û deriyek nû ji azadiyê re veke. Divê her kes berjwendiyên xwe şexsî deyne aliyekî û tev li refên têkoşînê bibe û têkoşîne berfirehtir bike. Em bi vê têkoşîna xwe ya bibiryar azadiya gelêk kurd û Abdullah Ocalan mîsoger bikin”.

Piştî axaftina Temel, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar