Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Temellî: Biryara darazê ya ji bo Yuksekdag û Demîrtaş rezalet e

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî anî ziman ku bi biryara jinûvegirtina Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş re careke din xuya bû ku li Tirkiyeyê daraz bi temamî li gorî fermana desthilatiyê tevdigere. Temellî biryara darazê weke rezaleta hiqûqê pênase kir. Temellî bang li hemû derdoran kir ku bi hev re pergala yekzilamî ya hikûmetê têk bibin

Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navenda xwe ya giştî kom bû. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî beriya civîna PM’ê civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji wezîfeyê hat dûrxistin jî beşdarî civînê bû.

Temellî diyar kir ku axaftina siyaseta li Tirkiyeyê tê wateya axaftina darbeyên siyasî û komployan. Temellî bal kişand ser biryara jinûvegirtina hevserokên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û wiha domand: “Em duh dîsa bi komployeke siyasî re rû bi rû man. Ev biryar nayê qebûlkirin. Daraza Tirkiyeyê duh dîsa mohra xwe li bin şermeke mezin da. Ev berdewama komploya 4’ê mijdara 2016’an e. Têkçûna pergala daraz û edaletê ji 5’ê nîsana 2015’an ve ketiye dewrê û didome.”

Biryara girtina Demîrtaş

Di berdewamê de jî Temellî got ku tu sûcekî hevalên wan nîne û wiha pê de çû: “Tu sûceke hevalên me nîne. Hemû evîndarên azadî, aştî û demokrasiyê ne. Têkoşerên edaletê ne. Edalet ji bo her kesî lazim e. Dewlet bi rêya darazê li hemberî me û hevalên me sûc dike. Dewlet qanûnên xwe bi xwe nas nake û ev sûc e. Rewşa heyî zilm e. Hiqûqa dijminahiyê jî derbas kirine. Di heman dosyeya ku Selahattîn Demîrtaş jê hatibû berdan jinûve biryara girtinê dan. Tu hiqûqnas nikarin vê pênase bikin. Ger ku em hemû bi hevre pêşî li vê neheqiyê negirin, dê li her deverekê belav bibe.”

‘Pêşniyar ji hêla AKP-MHP’ê ve hate redkirin’

Temellî daxuyand ku heke der barê 6-7-8’ê Cotmehê de sûcek li holê hebe, ew jî dewletê bi xwe kiriye û wiha derbirî: “Me xwest ku  der barê bûyerên Kobanê de lêkolîn bê kirin û lê AKP û MHP’ê ev pêşniyar red kir. Ji ber ku ditirsin ku sûcên wan derkevin holê. Di kiryarên dewletê de xuya dibe bê ka HDP bi komployeke çawa re rû bi rû ye. Bêhiqûqiya di 4’ê mijdarê de çend roj berê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi zelalî derket holê. Jixwe DMME’yê berê biryara Demîrtaş dabû. Dozeke îbret bû. Em li bendê ne ku DMME di zûtirin dem de biryara xwe diyar bike.”

‘Dixwazin HDP’ê tune bikin’

Hevserokê HDP’ê Temellî anî ziman ku ew li benda berdana Demîrtaş bûn lê bi bêhiqûqiyeke din re rû bi rû mane û wiha derbirî: “Daraza heyî li gorî fermana desthilatê tevdigere. Lê em ê teqez hesabê vê bêhiqûqiyê bipirsin. Heta ku ev bêhiqûqî û tecrîd bidome dê komplo û darbeyên siyasî jî bidomin. Divê em demildest dawî li vê hiqûqa tecrîdê, feraseta OHAL’ê û rejîma qeyûm bînin. Dixwazin HDP’ê tune bikin lê em ê destûrê nedin. Li hêlekê ev rezaleta darazê û li hêla din jî qala pakêta darazê dikin.”

‘Divê pergala serokomariyê biguhere’

Temellî da zanîn ku heta ku ji pergala hikûmetê ya serokomnariyê ya fermandayînê xelasî nebe, li Tirkiyeyê tu pirsgirêk nayên çareserkirin û wiha bi dawî kir: “Îktîdar û hevkarê xwe yê biçûk jî dixwaze vesayetê li ser meclisê jî pêk bîne. Niha li meclisê jî pergala qeyûm heye. Tehemûla vê pergalê ya ji bo demokrasiyê nîne. Pir xuyaye ku êdî nikarin vê pergalê birêve bibin. Ji bo vê jî divê gav bên avêtin û em jî meclisê vedixwînin berpirsyariyê. Em ji berpirsyariyê re amade ne û dibêjin werin û em bi hevre van lîstikan vala derxînin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar