Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Temellî: Dengek dikare gelek tiştan biguherîne

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Dihê ya Sêrtê xîtabê gel kir û diyar kir ku dengek dikare gelek tiştan biguherîne û dê biguherîne. Temellî da zanîn ku dengê HDP’ê dengê gel û jinan e û dê 31’ê adarê dawî li zilmê bînin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoweya xebatên hilbijartinê de li Dihê ya Sêrtê hevdîtina gel pêk anî. Temellî û heyeta pêre bi coşeke mezin ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtina gel de destpêkê li ser navê Tevgera Azadî Ayetullah Aşitî axivî. Aşitî ku bal kişand ser yekitiya neteweyî ya kurd û diyar kir ku divê di hilbijartina 31’ê adarê de di sindoqan de tifaq bi hêztir derkeve.

Piştre namzetên Hevşaredarên Dihê Celîle Baba Dundaroglu û Mahfuz Akgun axivîn. Mahfuz Akgun diyar kir ku niha şaredarî di destê qeyûman de ne lê roja 31’ê adarê wan şaredariyan bi dest bixin û gel re şaredariyan bi rêve bibin.

‘Dîroka me dîroka têkoşînê ye’

Celîle Baba Dundaroglu jî ev tişt anî ziman: “Dîroka me bi têkoşîna li dijî Dehakan derbas bû. Îro jî berxwedana Kawayan Leyla Guven didomîne. Leyla Guven ev 133 roj in di grevê de ye. Daxwaza rêhevala me Leyla Guven rewa ye. Werin bi hev re dawî li tecrîdê bînin.”

Di axaftina xwe de Dundaroglu bal kişand ser hilbijartina herêmî û destnîşan kir ku amade ne ku di 31’ê adarê de qeyûman bişînin û wiha got: “Em li hemberî yekperestiyê partiyeke pirrengî ne. Kesên ku 17 sal in îktîdarin derdikevin û waadan dide. Ev 17 sal in we çima nekir, kesek destê we girt. Em bi gelê xwe re bûn ye. Piştî 1’ê nîsanê ji bo bibin xizmetkarên we em tên. Di 31’ê adarê teqez em ê bi ser bikevin. Dêhê ya me ye.”

‘Em ê dawî li zilm û tundiyê bînin’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî da zanîn ku 10 rojên mayî ew ê bi giyanê Newrozê rojê 24 saetan bixebitin, têkoşîna demokrasî û azadiyê bi mîsogerî bi der bixin û 31’ê Adarê ji sindoqan dê demokrasî, aştî derkeve û HDP derkeve û wiha got: “Ji me re dibêje, bicehimin biçin. 31’ê Adarê em diçin ser sindoqê. Em ê bi hev re li dengê xwe, li dahatuya xwe, li vîna xwe xwedî derkevin û piştre hûn diçin, hêdî hêdî xwe bidin hev. Em ê 31’ê Adarê dawî li vê zilmê li vê tundiyê bînin.”

Di axaftina xwe de Temellî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatine destpêkirin bi bîr xist û got ku ew hemû bi hev re dengê xwe li dengê Leyla Guven zêde dikin, hêzê li têkoşîna wê ya ji bo demokrasiyê, dadmendiyê û aştiyê zêde dikin. Temellî da zanîn ku li gel Leyla Guven bi hezaran girtî bi heman daxwazê di greva birçîbûnê de ne û destnîşan kir ku ev daxwazeke meşrû ye, yasayî ye û bang li Wezareta Dadê kir ku li gorî yasayên xwe tevbigerin û dawî li tecrîdê ya li ser Ocalan bînin.

Dengê HDP, dengê gel û jinan e

Her wiha Temellî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku mirov neyên meydanan, ev deng neyê bihîstin, ji bo ku mehkûmî nûçeyên wan ên derew bibin tiştak ku ji destê wan tê, dikin. Lê ev deng digihije her deverî. Ev dengê HDP’ê, dengê gel, dengê kedkar û jinan e. Dengek gelek tiştan diguherîne, dê biguherîne. HDP wê rê li Tirkiyeyê veke. Hûn nikarin tu tiştî bikin, hûn nikarin qeyûman bînin. Bes gefan li mirovan bixwin. Li hemû devera Tirkiyeyê HDP niha tê ser desthilatê, hêzên demokrasiyê têne ser desthilatê.” SÊRT 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar