Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Temellî: Divê em mîna roniya çavê xwe xwedî li dengê xwe derkevin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî da zanîn ku HDP li Tirkiyeyê partiya herî zêde bandorê li siyasetê dike ye. Temellî diyar kir ku li gorî îxtîmala wan herî kêm dê 130 şaredariyan bi dest bixin. Temellî bang li gel kir û got ku divê mîna roniya çavê xwe, xwedî li dengê xwe jî derkevin

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî ev demekî dirêje di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên rêvebeberiyên herêmî de li gund, bajarok, navçe û bajarên bakurê Kurdistanê xebatan dimeşîne. Di vê çarçoveyê de Temellî li zêdetirî 60 navçe û navendan bi gel re hate ba hev. Temellî ku xebatên wî yên hilbijartinê bi dawî dibe, der barê xebatên xwe û hilbijartinên rêveberiyên herêmî de ji MA’yê bi Mehmet Şah Oruç û Yasîn Kobulan re axivî.

Sezaî Temellî diyar kir ku li Tirkiyeyê partiya herî zêde bandorê li ser siyaseta Tirkiyeyê dike HDP ye û wiha domand: “Ev hêz û hêviya me ye. Ev hêvî dê di sindoqan de jî xwe bide der. Di vê hilbijartinê de em bi îdia ne ku dê 130 şaredariyan bi dest bixin. Di temamiya mehekê de hem li bajarên herêmê û hem jî yên Tirkiyeyê em bi coşa 24’ê hezîranê hatin pêşwazîkirin. Di her hevdîtinê de hêrsa gel a li dijî polîtîkaya qeyûman derdiket holê. Hêrsa gel a li dijî tecrîdê pir mezin e. Daxwazên gel zelal in. Di rojeva gel de tecrîda li ser Ocalan, yekitiya gelê kurd, têkçûna aboriyê û polîtîkayên şer hene.”

Gefên Erdogan ên li dijî HDP’ê

Di berdewamê de jî Temellî bal kişand ser gefên serokê giştî yê AKP’ê Erdogan û ev nirxandin kir: “Di seranseriya kampanyayê de Erdogan li HDP’ê û rayedarên wê gef xwar. Lê dê nekarin qeyûman tayîn bikin. Tevî dizanî ku ne hiqûqî û qanûnî ne, di çarçoveya OHAL’ê de qeyûm tayîn kirin. Lê îro ew qanûn nîne. Ji têkçûnê ditirsin û bi vê boneyê gefa tayînkirina qeyûman dixwin. Dîtin ku ev gef kêr nayên, niha jî dest bi gefa kontrola GBT’ê kir. Ji bo sazûmankirina faşîzmê,  li ser gelan ‘dijminatiyê’ ferz dikin. Ji bo dengên nîjadperestan, HDP’ê weke dijmin nîşan didin. Lê gel êdî ji derewên wan bawer nake. Niha jî gefan li civakê dixwin.”

‘HDP li her deverê bandorê li îktîdarê dike’

Temellî diyar kir ku projeya wan ne tenê ji bo bidestxistina şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirine û wiha berdewam kir: “Em ji bo pêşerojê xwedî bername û proje ne. Em li gorî vê bernameyê tevgeriyan . Hemû hêzên demokrasiyê hatin ba hev û li dijî bloka AKP-MHP’ê alternatîfek afirand. Me bi vê rêbazê re hemû xeyalên AKP-MHP’ê hilweşandin. HDP’ê ev yek pêk anî. Em xwedî stratejî û hêzeke wisa ne ku li her devera Tirkiyeyê bandorê li îktîdarê dikin. Bandora HDP’ê ya li ser hilbijartinê dê pir be.”

‘Dengên xwe mîna roniya çavê xwe biparêzin’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hilbijêrên me li Amed û Wanê rêyeke çawa bişopînin dê hilbijêrên me heman rêyê li Stenbolê jî bişopînin. Em li dijî polîtîka, zext û zîhniyeta qeyûman derdikevin. Heke navê HDP’ê hebe dengê xwe bidin HDP’ê. Heke navê HDP’ê tune be kî li dijî tifaqa AKP-MHP’ê xurt be dengê xwe bidin wî. Ev tercîheke ku hêza HDP’ê nîşan dide. Li Amed, Qers û Wanê HDP’î bi kîjan hestê biçin ser sindoqan, li Stenbol, Antalya û Îzmîrê jî divê bi heman hestê biçin ser sindoqan. Em bang li herkesî dikin ku xwedî li dengan û sindoqan derkevin. Zêdetirî 60 hezar wezîfedarên me yên ji bo parastina sindoqan hene. Li her deverê ku namzetên me lê hene wezîfedar, muşahît û çavdêrên me hene. Weke li roniya çavên xwe, divê em li dengên xwe jî xwedî derkevin. Dengê me li ku be divê em biçin dengê xwe bikarbînin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar