Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Temellî: Divê YSK li gorî qanûnê tevbigere

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî ku derbarê hilbijartina herêmî de axivî, hişyarî da YSK’ê û diyar kir ku divê YSK li gorî qanûnê tevbigere. Her wiha Temellî da zanîn ku dê rê nedin lîstîkên AKP’ê

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, berdevka HDP’ê ya Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Ayşe Acar Başaran, berdevkê Komîsyona Karên Hilbijartinê Alî Urkut li ser bêhiqûqiya di dema hilbijartinê de hate kirin û helwesta YSK’ê ya piştî hilbijartinê li Navenda Giştî ya HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Di civînê de hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku di dema kampanyaya hilbijartinê de guhertina cihê hilbijêran, jêbirina qeydên hilbijêran, bicihkirina leşkeran bi taybetî li hin deveran, dengdana leşkeran, rola qeymeqam û waliyan a di vê pêvajoyê de di nav de gelek bêûsilî hatine aşkerakirin û bi bîr xist ku wan hişyarî dane ku ev yek wê bandorê li encamên hilbijartinê bike, lê belê hişyariyên wan jinedîtî ve hatine û encameke neyînî derketiye holê.

Di axaftina xwe de Temellî destnîşan kir ku meseleya Şirnexê, meseleyên Mûş û Milazgirê bi vî rengî ne û da zanîn ku dema ku ev rewş bi giştî were nirxandin dê bê dîtin ku bêedaletî û bêbaweriya bi hilbijartinê rû daye.

Krîzeke cidî heye

Temellî bi bîr xist ku tevî ku 10 roj li ser hilbijartinê re derbas bûne hîn jî encamên hilbijartinê tên nîqaşkirin û îşaret bi rola neyînî ya Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a di vê mijarê de kir û got ku ya heyî krîzeke cidî ye.

Di dewama axaftina xwe de Temellî bang li YSK’ê kir ku bi lezgînî li gorî qanûnan tevbigere, biryarên ku bersivê didin bendewariyên civakê û wijdanan rehet dike, bide.

Tenê îtîrazên HDP’ê nayên qebûlkirin

Temellî diyar kir ku ji sedî 90 îtîrazên AKP’ê tên qebûlkirin lê tenê îtîrazên HDP’ê nehatiye qebûlkirin. Temellî bal kişand ser bêhiqûqiya piştî hilbijartinê li wan tê kirin û wiha domand: “Hevalên me hatine hilbijartin lê mazbatayan nadin wan. 3 bajarên me yên mezin, tevî ku namzetên me yên ji bo hevşaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê hatine hilbijartin û ev serketin bi rêjeyeke bilind a dengan hatiye bidestxistin jî mazbatayan nadin hevalên me. Sedema vê yekê jî nayê aşkerakirin. YSK’ê jî hîn daxuyaniyek nedaye ku çima ev mazbata nayên dayîn.”

‘Divê YSK li gorî qanûnan tevbigere’

Temellî da zanîn ku ev krîz ji ber hesabên şaş ên li hin deveran e û wiha got: “Em ê rê nedin wan hesabên şaş. Me got ku em ê vê lîstikê têk bibin, me di hilbijartinê de têk bir, me li ser sindoqan têk bir. Her wiha divê YSK jî li gorî destûra bingehîn û qanûnan tevbigere. Nedana mazbatayan nedîtina îradeya dengdêran e. Li gorî Destûra Bingehîn tevbigerin û mazbatayên namzetên hatine hilbijartin bidin wan. Wezîfeya dadgehên bilind e ku demokrasiyê, mafên mirovan biparêzin. Em hişyar dikin ku dest ji avêtina gavên li dijî vê yekê berdin.”

Di dawiya axaftina xwe de Temellî got ku ji kiryarên heyî xuya dibe ku Rewşa Awarte hîn neqediya ye. ENQERE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar