PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Temellî: Em bi qeyûman re desthilatdariyê jî paqij bikin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, esnafên halê yên Esenlerê ziyaret kir û wiha got: “Divê em karker, kedkar û esnaf bên gelhev û xwe ji tifaqa Komarê ya li serê welat bûye bale xelas bikin. Werin em di 31’ê adarê de bi qeyûman re desthilatdariyê  jî paqij bikin.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sezaî Temellî, esnafên hala fêkî û zerzewatan a Esenler a Stenbolê ziyar kir. Temellî yek bi yek li esnafan geriya û hêvî kir ku karê wan baş derbas bibe. Esnafên halê jî dem bi dem Temellî rawestandin û pêre wênê kişandin. Temellî demek şûn de bi esnafan re rûnişt, çay vexwar û sohbet kir.

Temellî li vê derê daxuyanî da û bal kişand ser çalakiya greva birçîbû ya Leyla Guven a 112 roj in berdewam dike. Temellî diyar kir ku li Ewropa û girtîgehan mirov di greva birçîbûnê dene û dixwazin qanûn bên bi cih anîn. Temellî da zanîn ku heya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam bike, dê bêhiqûqiya heyî li tevahiya Tirkiyeyê belav bibe û wiha got: “Em diçin ku derê vê dibînin. Îro me li vê derê jî ev bêhiqûqî dît. Li welat çi dema pirsgirêkek derbikeve holê, fatûreya wê li esnaf û cotkaran dibirin. Hewl didin wan weke sûcdar nîşan bidin. Lê di rastiyê de sedama hemû pirsgirêkan ev desthilatdarî bi xwe ye. Lê desthilatdar bi israr sedema pirsgirêkên heyî di çotkar û kedkaran de digere. Tu dibêjî qey esnafan mazot giran kiriye û cotkaran çandinî qedandiye. Bes êdî hemû kes jî dizane ev yek ne wiha ye.”

‘Polîtîkayên şaş bi rê ve dibin’

Temellî anî ziman ku çandiniya Tirkiyeyê heta bêje têra welat dike û wiha bilêv kir: “Ne tenê têra welat dike, têra Ewropayê jî dike. Li hemberî çandiniyê polîtîkayên şaş bi rêve dibin. Her ku em vê dibêjin êrîşî me dikin, çotkar û esnafan weke teror dibînin. Ma çawa çêbû hemû welat ne terorîste. Em dizanin ku bi vê dixwazin têgînek çawa ava bikin.”

‘Em ê çi ji buhayê guleyan bikin’

Temellî da zanîn ku cihên firotina tenzîmê ji bo girtina çavane û wiha pê de çû: “Êdî dem hatiye ku em ji vê şaşiyê re bêjin êdî bese. Divê em çotkar, karker, kamyonvan û esnaf bên gelhev. Ji me hemûyan didizin. Dema em li dijî vê dengê xwe derdixin û li mafê xwe digerin, ji me pirsa ‘Gelo agahiya we ji bihayê guleyan heye’ dikin. Em ê çi ji guleyan û bihayê guleyan bikin. Em guleyan naxwin. Tu karê me bi guleyan, topan, tifingan û S-400’an nîne. Em aştiyê dixwazin. Ji xwe dema aştî hat welat, em ê li ser van tiştan neaxivin. Ger hûn ji serê sibê, heta danê êvarî behsa şer bikin û hemû budçeya xwe ji çekan re veqetînin, dê encam jî tunebûna xurekê be. Dê mirov wiha bibin xizanê xwarinê.”

‘Em ê bi hev re dawî li vê bînin’

Temellî destnîşan kir ku ligel hemû pirsgirêkan jî bi şev û roj êrîşê HDP’ê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthilatdarî dixwaza li ser HDP’ê têgînên şaş bide avakirin. Vaye em li vê derêne. Di saetên sibê yên zûde em hatin vê derê. Me bi esnafên halê re, hal vekir. Em bi esnafan re axivîn, hemû kes bi derd û gazincin. Em ê bi hevre dawî li vê bînin. Em ê bi hevre ji vê tabloya reş û tarî derbikevin. Divê em bi hêvî bin. Divê em karker, kedkar û esnaf bên gelhev û xwe ji tifaqa Komarê ya li serê welat bûye bale xelas bikin. Werin em di 31’ê adarê de bi qeyûman re desthilatdariyê jî paqij bikin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar