Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Temelli: Em ê bajarên xwe ji qeyûman rizgar bikin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Newroza Colemêrgê xîtabê gel kir. Temellî diyar kir ku gel bi hatina xwe ya qada Newrozê peyama qebûlnekirina zilmê da û got ku dê 31’ê adarê de bajarên xwe ji qeyûman rizgar bikin

Di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî û Newrozê de  hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Colemêrgê tev li pîrozbahiya Newrozê bû. Temellî û heyeta pêre li bajêr bi dirûşam ‘Dê qeyûm biçin HDP bê’ ji aliyê bi dehhezaran kesan ve hat pêşwazîkirin.

Destpêkê namzeta Hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş û Cîhan Karaman derketin ser dikê û Newrozê li hemû gel pîroz kirin.

Piştre hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir. Temellî diyar kir ku gel bi tijî kirina qadê peyama qebûlnekirina zilmê da û wiha got: “Newroz li dijî xirabiyê serkeftina başiyê ye. Me li Newrozê careke din dengê xwe û dengê heqîqetê bilind kir. Niha em ê dengê Newrozê heta 31’ê adarê bilind bikin. Dê ew gel kesên ku dibêje ‘biçin’ bersiva herî xweş di 31’ê adarê de bide.”

Leyla jin e, Leyla Newroz e

Di axaftina xwe de Temellî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin û wiha domand: “Leyla jin e, Leyla Newroz e. Niha dema deng dayîna dengê Leyla ye, dema bi hêzkirina têkoşîna Leyla ye. Em bi hezaran hevalên xwe yên ku di grevê de ne silav dikin. Em bawer dikin ku dê bi vê têkoşîna demokrasiyê pêşiya Tirkiyeyê vebe.”

Divê her kes hedê xwe bizanibe

Temellî da zanîn ku serokkomar Tayyîp Erdogan bênavber heqeretê li gel dike û wiha pêde çû: “Divê her kes hedê xwe bizanibe. Divê hinek edep. Êdî ol jî tev li siyasetê dikin. Em ê tu carî nekevin asta wan. Heta niha em neketin dê ji niha pê ve jî nekevin. Her wiha nêrîn bi vê zimanê nabe, vê  carê derketin ji kurdan deng dixwazin. Ka em terorîst bûn, ka dengê me herem bû, ka hûn digotin bicehimin biçin. Çi bû? Li anketan nêrîn û dîtin rewş nebaş e û dest bi daxwaza dengê kurdan kirin. Lê ev deng baş dizanin dê biçin kuderê. Ev deng rêya xwe winda nakin û dê ev deng ji HDP’ê re bên.”

‘Destpêkê em ji qeyûman rizgar bibin’

Her wiha Temellî destnîşan kir ku divê ew ji vê zîhniyeta heyê xilas bibin lê divê destpêkê ji qeyûman xilas bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gêzikên (sivnik) we amade ye? Di 31’ê adarê de em ê biçin ser sindoqan û şaredariyên xwe ji qeyûman bigirin. Piştre bermayiyên wan jî dê nemîne. Çawa hatin dê wisa biçin. Dê em ê bajarên xwe ji qeyûman rizgar bikin.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar