Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Temellî: Em ê di 31’ê adarê de dawî li zilmê bînin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Bazîdê bi gel re civiya. Temellî got ku ew ne mirinê, bi geşkirina jiyanê re dê xwedî li mîrateya Ehmedê Xanî derkevin. Temellî diyar kir ku dê di 31’ê adarê de dawî li zilmê bînin û da zanîn ku ew li vir in û dê biçin ser sindoqan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên rêveberiyên herêmî de, lez da xebatên xwe. Di vê çarçoveyê de hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî welatiyan ziyaret dike û tev li mîtîngan dibe. Temellî û heyeta pê re, bi konvoyeke mezin a wesayîtan li Bazîd a Agiriyê tûr avêt. Welatiyên ku dengê muzîkê bihîst, ber bi konvoyê ve çûn. Demek piştre jî Temellî ji wesayîtê peya bû û bi gel re meşiya. Welatiyên navçeyê bi dilgermî Temellî û heyeta pê re pêşwazî kir . Temellî  û girse heta avahiya HDP’ê meşiyan.

Girseya ku li pêşiya avahiya HDP’ê kom bû, li ber def û zirneyê govend gerandin. Zarok, ciwan, jin, kal û pîrên hatin qadê rê li ber coşeke mezin vekir. Namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bazîdê yên HDP’ê Yildiz Acar û Cesim Çakan jî derketin ser dikê û gel silav kir. Piştre jî Sezaî Temellî axivî û wiha got: “Navenda Serhedê Bazîd e. Bazîd warê Ehmedê Xanî ye. Karê me ne bi mirinan, bi jiyanê re heye. Em ê jiyanê ji nû ve geş bikin û bi vî awayî xwedî li mîrateya Ehmedê xanê derkevin.”Navenda çanda kurdan e. Em ê mîrateya Ehmedê Xanê belav bikin.”

Tecrîda li Îmraliyê

Temellî destnîşan kir ku AKP ji hêla 71 kesan ve hat damizarandin lê niha tenê 2 kes mane û wiha ev nirxandin kir: “Di gotin yek yek yek û yekperestî li ser gel ferz dikirin. Lê niha jî ew bi tenê mane.” Temellî piştre jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Heta ku tecrîda li ser Îmraliyê ranebe, aştî, aramî û demokrasî dê neyê Tirkiyeyê. Em li vir Leyla Guven silav dikin. Leyla Guven rûmeta me ye. Duh parlamentera me Dersîm Dag  dest bi grevê kir. Daxwaza wê rewa ye. Ger ku ev daxwaz neyê dîtin, daxwaza aştiya civakî jî nayê ditin.”

Roja bidawîkirina zilmê

Di berdewamê de jî Temellî têkildarî qeyûman axivî û wiha got: “Qeyûm koncal, kortik, herî û çop e. Nelirêtî, xizanî û dizî ye. Ji bo em dawî li vê siyasetê bînin, em ê di 31’ê adarê de biçin ser sindoqan. Dê di 31’ê adarê de HDP ji sindoqê derkeve. Em ê kurd, sunî, tirk û gelên din bînin ba hev û HDP’ê biserbixin. Êdî dema bidawîkirina vê zilm û zordariyê hatiye. Di 31’ê adarê de em ê bibêjin em li vir in û dê biçin ser sindoqan.”

‘Em li vir in û dê biçin ser sindoqan’

Di dawiyê de jî Temellî bersiv da gotinên Erdogan ku di got; ‘Bila biçin Kurdistanê’ û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em naçin tu derê. Em li vir in. Em ê di 31’ê adarê de biçin ser sindoqan. Em ê li her derê biçin ser sindoqan. Ji ber ku em partiya Tirkiyeyê ne.”

Piştî axaftinê gel xwest ku bi Temellî re bimeşe. Li ser vê yekê Temellî bi gel re meşiya û piştre jî bi konvoyeke mezin derbasî Giyadînê bû. AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar