PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Temellî: Êşa malbata Gezen êşa me ye

 

Heyeta HDP’ê û bi sedan welatiyên Amedê piştî êrîşa polîsan a li Goristana Yenîkoyê, derbasî Mala Şînê ya Şaqlatê bûn û ji malbata Zulkuf Gezen sersaxî xwest. Di sersaxiyê de Temellî diyar kir ku ger wezareta dadê qanûnên heyî pêk bi aniya, dê Gezen îro bijiya. Temellî got ku ew êşa malbata Gezen weke êşa xwe dibînin

Girtiyê siyasû Zulkuf Gezen ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê çalakiya fedayî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gezen şevê din ji hêla polîsan ve hate revandin û definkirin. Komeke ku di nav de hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezayî Temellî, hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît, hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Memet Arslan û ji gelek parlamenteran pêk dihat, xwest ku gora Zulkuf Gezen a li Goristana Yenîkoy  a Amedê ziyaret bikin.

Beriya ku HDP’î biçin goristanê, polîsan goristan bi temamî dorpêç kiribû û nehiştin ku HDP’î derbasî goristanê bibin. Polîsên ku bi TOMA û mertalan HDP’î asteng kirin, bi hinceta ‘girse heye’ nehiştin ku li ber deriyê goristanê daxuyaniyê bê dayîn. Li ser vê yekê jî di navbera parlamenter û polîsan de nîqaş derket. Parlamenter Ayşe Acar Başaran ji polîsan re got; ‘We cenaze revand.’ Li ser gotina ‘Ez polîsê dewletê me’ jî Başaran ev bersiv da: “Tu destê dewletê yê bixwînî yî.”

Mala şînê jî hat dorpêçkirin

Piştî mudaxaleya polîsan girse tevî siyasetmedaran derbasî Mala Şînê ya Şaqlatê bû û sersaxî ji malbata Gezen xwest. Polîsên ku mudaxaleyî serdana goristanê kirin, di heman demê de mala şînê jî dorpêç kirin. Di merasîma sersaxiyê de hevberdevka HDK’ê Koçyîgît diyar kir ku êşa wan mezin e û wiha domand: “Hevalê me Zulkuf ji bo şermezarkirina tecrîdê, dawî li jiyana xwe anî. Me ji bo cenazeyê xwe plansazî kiribû lê cenaze hate revandin û bêyî wecîbeyan hate veşartin. Ev helwesteke korsanî ye. Dewlet ji dewletbûna xwe derketiye. Dewlet hiqûq û qanûnên xwe binpê dike. Şehîd, şehîdê me hemûyan e. Em banga xwedî derketinê li gelê Amedê û Kurdistanê dikin.”

Arslan bang li her kesî kir

Di sersaxiyê de hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan jî diyar kir ku çalakiya Gezen xwedî wateyeke mezin e û wiha got: “Gelê kurd ji bo bidawîkirina zilmê, bedena xwe daye ber mirinê û roj bi roj ew beden dihelin. Şehadeta ewil qewimî. Divê gelê kurd û gelên Tirkiyeyê li dijî siyaseta qirêj a AKP’ê bêdeng nemînin. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin. Berpirsyariya van mirinan îktîdar bi xwe ye.”

‘Li ser bedena mirovan hesabên siyasî nekin’

Herî dawî jî hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û wiha derbirî: “Ev demekî dirêje ku birêz Leyla Guven banga edaletê dike û dixwaze bêhiqûqî û bêedaletî bi dawî bibe. Li zindanan û gelek deverên din ên cîhanê mirovan bedene xwe daye ber mirinê. Ji destpêkê ve em bang li wezîrê dadê dikin ku qanûnên xwe pêk bînin da ku rê li ber mirinan venebe. Lê mixabin me duh şehadeta hevalê xwe Zulkuf bihîst. Ger wezareta dadê daxwaz pêk bianiya dê hevalê me nemiribûya. Divê êdî bi erka xwe rabe û em naxwazin êdî hevalên me jiyana xwe ji dest bidin. Divê ji vê mirinê ders bên derxistin. Jiyana mirovan ji her tiştekî binirx û rûmettir e. Li ser bedena mirovan hesabên siyasî nekin. Em êşa malbata Gezen weke êşa xwe dibînin. Ya ku polîs li goristanê dikin sûcê nefretê ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar