Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Temellî: Ev deng wîjdan e

Li Şirnexê bi deh hezaran welatî tevî barana zêde beşdarî mîtînga HDP’ê bûn. Di mîtînge de Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Temellî, di mîtingê de wiha got: “Deng û rayên me diçin ku pir baş tê zanîn. Ev deng wîcdanî ne. Ev deng Cizîr, Şirnex û Mehmet Tûnç û Dayika Taybet in. Demokrasî dê di 1’ê nîsanê de li Tirkiye belav bibe.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî hilbijartina 31’ê Adarê li Şirnexe mîtinga fînalê pêk anî. Bi deh hezaran kes tev li mîtingê bûn. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bi karwana ji sedan wesayîtî pêk dihat derbasî Şirnexê bû û bi coşek pir mezin hat pêşwazîkirin. Karwanê HDP’ê ku Temellî jî di nav de gelek caran ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Polisan bajar dorpêç kirin û rewşek awarte ava kirin. Temellî ku rastî eleqeyek pir mezin hat, pişti zor û zahmetiyan xwe gîhand Qada Cumhuriyetê ya ku mitîngê. Bi hezaran welatî bi cil û bergên xwe yên herêma Botanê tev li mîtîngê bûn. Tevî barana zêde bi deh hezaran kes li qada mîtîngê kom bûn. Li qadê jinan bi cilên rengîn û ciwanan jî bi alên HDP’ê qad neqişandin. Malbatên li Roboskê zarokên wan di êrîşa balafirên şer de hatin kuştin jî tev li mîtîngê bûn. Dîsa Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan, parlamenterên HDP’ê endam û rêveberên HDP’ê jî tev li  mîtîngê bûn. Ewil Namzetên Hevşaredariyê yê HDP’ê yên Şirnexê Hişyar Ûysal û Nûrcan Alturk derketin ser dikê û gel silav kirin. Alturk bang li Cudî, Besta û Herekolê kirin û xwestin coşa Botanê bibînin. Namzet Hişyar Uysal jî anî ziman ku tu kes nikare vîna wan bişkîne û teqez dê bi ser bikevin. Li qadê bê navber dirûşmeya “Şirnex ya me ye”, “Kurdistan ya me ye” û “Serkeftin ya me ye” berz kirin.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî derket ser dikê û gel silav kir. Dema Temellî derket ser dikê, girsê bê navber dirûşme berz kirin. Temellî anî ziman ku bi gelê Botanê bi rûmet e û wiha got: “Botan tu car nayê ji bîr kirin. Tu car kes nikare dest ji Botanê berde. Me tu carî kes ji bîr nekiriye û qet em dest ji vê têkoşînê bernadin. Em li dijî zilmê li ser piyan in. Em hêza tekoşînê ji biryar û coşa we distînin.”

Li qada mîtîngê girsê dîsa bê navber dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin. Temellî bal kişan ser çalakiya Guven û wiha berdewam kir: “Leyla Guven îro 143 rojin di grevê de ye. Em 143 rojin li dijî bê hiqûqiyê têdikoşin. Li gel Leyla Guven îro bi hezaran çalakger li girtigehan di grevê de ne. Bi hezaran kes bi çalakiya xwe balê dikişînin ser bê edaletî û bê hiqûqiya Tirkiyeyê. Dixwazin tecrîda mutlaq bi dawî bibe. Ev daxwaza wan adil û hiqûqî ye. Em dixwazin hikûmet û dewlet hiquq û zagonên xwe pêk bînin. Em dixwazin birêz Ocalan  bi rêk û pêk bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Bêyî kesên din jiyana xwe ji dest bidin gavan bavêjin. Divê em êdî dawî li vê bê hiqûqî û bê edaletiyê bînin.”

‘Em ê vê lîstike di sindoqê de xera bikin’

Temellî, bal kişand ser gotinen Erdogan ên ‘Terorîst’ û wiha got: “Em li vir in. Vir warê me ye. Em kurd, tirk û tirkiyeyî ne. Li vir gaza xwezayî tune Tayyîp Erdogan dibêje ‘Welatiyên min xwe bi gaza xwezayî germ dikin.’ Tê li Şirnexê mîtîngê çêdikin, lê şirnexî li mîtîngê tune. Li Stenbolê hilbijartinê winda dikin. Êdî dibêjin ‘birayên min ê kurd’ Hilbijartinê dest pê kir êdî em bûn birayê wî yê kurd. Em ê vê lîstike di sindoqê de xera bikin. Em cudakariyê nakin. Yên cudakariyê dikin ew in. Yên perçe dikin ew in.  Ji ber ku em bi ser dikevin tev ketine nava tirsê. Em ji niha de bi ser ketine. Ew nizanin çi dibêjin. Dengê me weki şîrê dayikê helal in. Dengê me baş dizanin dê biçin ku. Deng wicdan in. Cizîr, Şirnex e. Dengê me Mehmet Tûnç û Dayika Taybet e. Ji ber vê yekê dengê me dizanin ku dê biçin ku.”

Her kes biçin ser sindoqan

Temellî, heri dawi bang li her kesî kir ku teqez biçin ser sindoqan dengê xwe bidin û sindoqan biparêzin. Temelî anî ziman ku sibê her kes li sindoqan xwedî derdikevin û dibin muşahidê xwezayî û wiha got: “Her dengek Şirnex, Tirkiye û Cîhanê diguherîne. Divê her kes sibê biçin ser sindoqan. Çawa ku em li Şirnex, Cizîr, Qers û Amedê biçin ser sindoqan, em ê li Stenbol, Edeneqe û Îzmirê jî  biçin ser sindoqan û denge xwe bikar bînin. Demokrasiya ku her kes hêvî dike dê 1’ê nîsanê li hemû Tirkiye belav bibe.” ŞIRNEX

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar