Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Temellî: Feraseta demokrasiya radîkal dê Komara Demokratîk biafirîne

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bi hevşaredaran re civiya û ev tişt anî ziman: “Nêrîna me ‘demokrasiya radîkal’ e. Feraseta me ya demokrasiya radîkal dê Komara Demokratîk biafirîne. Cihê ku ev yek pêk were rêveberiyên xwecihî ye.”

Hevşaredarên HDP’ê bi serokatiya Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li Amedê li hev civiyan. Di civînê de encamên hilbijartinê tên nirxandin û dê stratejiya dema bê ya rêveberiyên xwecihî were nîqaşkirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu di destpêka civînê de axivî û hevşaredarên hatine hilbijartin pîroz kir. Onlu bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîd li her qada jiyanê heye. Paşeroja gelên Tirkiyeyê tecrîdkirî ye. Hîmê bingehîn ê vê tecrîdê jî li Îmraliyê ye. Tecrîda destpêkê ya ku divê gelên Tirkiyeyê ji holê rake, tecrîda li Îmraliyê ye. Leyla Guven pêşengiyê ji vê yekê re dike. Hevala Leyla û bi hezaran hevalên din li ber xwe didin. Em vê berxwedanê bi rêzdarî silav dikin.”

Du zîhniyet hatin hemberî hev

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî di destpêka axaftina xwe de Leyla Guven û di şexsê wê de bi hezaran berxwedêrên greva birçîbûnê bi rêzdarî silav kir. Temellî hilbijartinên xwecihî nirxand û ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê du kampanya hatin meşandin. 31’ê Adarê me bi hev re li du kampanyayan temaşe kirin. Lê belê dema ku mirov ji perspektîfeke dîrokî li rewşê binerin, dê were dîtin ku du zîhniyet hatin hemberî hev. Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve tecrîdeke mutleq li Tirkiyeyê heye ku vê yekê bi qebûlnekirina mutabaqata Dolmabahçeyê dest pê kir.”

Krîz girantir dibe

Temellî destnîşan kir ku desthilatdariyê di nava 4 salan de bi tecrîda mutleq re polîtîkayên şer ferz kir û çavkaniyên welêt çikand. Temellî anî ziman ku Tirkiye di nava 4 salên dawî de ketiye nava krîzê û krîz jî her giran dibe. Temellî diyar kir ku desthilatdariyê diviyabû dersa pêwîst ji encamên hilbijartinê derxistibûya û Tirkiye ji nava rewşa aloz rizgar bikira lê belê hîn jî aloziyê kûrtir dike. Temellî wiha got: “Em ne li bendê ne ku desthilatdarî di demeke kurt de dev ji vî fihêlê xwe berde lê belê divê saziyên destûra ningehînî li gorî qanûnan û destûra bingehîn tevbigerin.”

Gelê kurd berpirsyariya xwe bi cih anî

Temellî bal kişand ser stratejiya wan a di dema hilbijartinê de û ev tişt anî ziman: “Me ev stratejiya xwe bi rengekî serketî bi cih anîn. Em spasiya her kesên ku di vê pêvajoyê de cih girt dikin, bi taybetî spasiya gelê kurd dikin. Gelê kurd ji bo bicihanîna vê stratejiyê berpirsyariya xwe li her derê bi cih anî. Ev stratejî gaveke xurt bû ji bo destpêkirina pêvajoyeke demokratîk. Naverokeke demokrasiyê afirand. Bang li mirovan kir ku xwedî li deng, îrade û paşeroja xwe derkevin.”

Temellî destnîşan kir ku wan bi têkoşîna pêkhateyên xwe ev yek bi ser xistine û ew ji ber vê yekê serbilind in.

Feraseta me dê komara demokratîk biafirîne

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Em xwedî nêrîna ‘demokrasiya radîkal’ in. Demokrasiya radîkal balê dikişîne ser xurtbûna demokrasiya xwecihî. Demokrasiya radîkal xwedî çend hîm û ferasetan e. Ya yekemîn; têkoşîna azadiya jinê ye. Feraseta temsîliyeta wekhev li her qadê ye. Feraseteke wekheviyê ye. Nabe ku jinedîtî ve bê. Ya duyemîn; ked e. Ev yek nêzîkatiya me ya çînî ye. Ji bo li qada xwecihî bersiv ji keda civakî re bê dayin, her beşên civakê li ser vê yekê dikarin li hev bikin. Ev yek jî ji bo me girîng e ku nabe ji nedîtî ve bê. Feraseteke ku wê xwezayê ji nû ve şîn bike. Feraseta me ya demokrasiya radîkal ku dê li ser vê ava bibe, di heman demê de dê rê li ber avabûna Komara Demokratîk veke. Cihê ku ev yek lê pêk were qadên xwecihî ne. Bila gumana kesî nebe; em ê vê yekê bi rengê herî baş binirxînin. Ji ber ku HDP çareserî ye, HDP partiyeke ku li qadên aborî û siyasî çareseriyê diafirîne û ji bo çareseriyê têdikoşe.”

Piştî axaftina Temellî, civîn li çapemeniyê girtî pêk hat. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar