Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî anî ziman ku budçeya sala 2020’an budçeya şer e. Temellî diyar kir ku li ser Ocalan tecrîdeke mutleq heye û tecrîda heyî di heman demê de tecrîdkirina aştiya birûmet e. Temellî destnîşan kir ku ger tevî hemû êrîşan jî HDP li ser pêyan mabe, ev bi saya hêz û têkoşîna gel e
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî têkildarî geşedanên dawî yên li Tirkiyeyê û herêmê ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) bi Omer Çelîk û Ozgur Paksoy re axivî.
Temellî di serî de bal kişand ser budçeya 2020’an û wiha got: “Budçeya sala 2020’an, budçeya şer û fînansekirina der û dorên qesrê ye. Îktîdara AKP’ê budçeya 18’emîn amade kir. Ev budçeya polîtîkayên neo-lîberal e. Budçeya şer e. Budçeya şer derxistin 240 milyar lireyan. Herî zêde ji vê qadê re budçe hatiye veqetandin. Ji karker, kedkar, xwendekar û tevahiya beşên civakê re zêdetir ji vê qadê re budçe hatiye veqetandin. Ev budçeya qesrê û fînansekirina qesrê ye.”
Budçeya şer
Di berdewamê de jî Temellî diyar kir ku budçeya gel ji destê gel hatiye derxistin û wiha pê de çû: “Didin sermayedar û dewlemendan. Ji bo ku îktîdara AKP’ê li ser pêyan bimîne, ev demekî dirêje serî li vê rêbazê didin. Bi taybetî piştî 5’ê nîsana 2015’an, ev yek xistin meriyetê. Bi tecrîdê dest pê kirin. Li wir bêhiqûqiyek heye. Mînaka vê jî mûçeyê kêmane ye. Herî dawî weke 2 hezar û 324 lîre diyar kirin. Henekên xwe bi mirov û keda wan dikin.”
Tecrîda li ser Ocalan
Temellî piştre jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, di esasê xwe de li ser çareseriya demokratîk, Destûra Bingehîn a Demokratîk û Komara Demokratîk e. Ev 21 sal in ev tecrîd didome. Ev 5 sal in jî tecrîda girankirî heye. Di van salan de hiqûqa tecrîdeke nû ava kirin. Tecrîda li ser birêz Ocalan tê meşandin, tecrîda li ser aştî û çareseriya Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Birêz Ocalan di hevditinên dawî de diyar kiribû ku hêj li ser fikra 2013-2015’an e. Ango ya ku tê tecrîdkirin çareseriya demokratîk û aştiya birûmet e.”
Projeya Qenal Stenbolê
Bi domdarî jî Temellî qala projeya ‘Qenal Stanbol’ê û ev nirxandin kir: “Ev yek ji bo xelaskirina hikûmetê ji tengasiya heyî kirin rojev. Îktîdar heta 2028’an dixwaze di qada îktisadî de ji bo xwe zindîbûnekê çêbike. Ji ber vê jî bi israrin. Ji bo wan çavkaniyeke mezin a fonê ye. Di demekî nêz de dê keştî û helîkopterên şer bikevin rojeva Tirkiyeyê. Sermayedar wisa mezin dibin. Tirkiye ji bo xwe li dijminan digere. Sûriye ne bes e, niha berê xwe da Lîbyayê. Dê gel bedela vî şerî bide. Di serî de jî gelê kurd. Em li dijî şer û tezkereyê ne. Em li dijî polîtikayên şer in.”
Tifaqa hêzên muxalîf ên demokratîk
Temellî da zanîn ku muxalefeta rastî rêya sêyemîn e û wiha got: “Mînaka vê jî hilbijartina 31’ê adarê ye. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe em nikarin li vir qala pirsgirêkan bikin. Beriya her tiştî her kesê li ser vê axê divê weke hemwelatiyên wekhev, xwedî hemû mafên zagonî û cemaweriyê bên dîtin. Divê hemû hemwelatî xwedî heman mafan bin. Divê her kes karibe bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne. Em qala Komara Demokratîk dikin. Divê em têkiliya dewlet û civakê ji nûve ava bikin. Divê ne dewleta zorê be. Em dixwazin dewletek hiqûqê û Destûra Bingehîn a ji bo her kesî ava bikin. Li dijî tifaqa faşîst divê alternatîfek bê avakirin. Ev jî HDP ye. Xeta sêyemîn e. Xeta nû ev e.”
‘Gelek kêmasiyên me hene’
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di mijara pêwendiyên bi gel re kêmasiyên me hene. Bi rastî jî gelek kêmasî hene. Em bi pergala rexne û rexnedayînê bi rêve diçin. Gelê kurd, kesên li ser vê erdnîgariyê û HDP bedelên giran didin. Ger hê jî HDP li ser pêya be, sedema vê hêza gel e. Armanca me Destûra Bingehîn a Demokratîk e. Ji bo vê jî em hemû beşên civakê, nûnerên rêxistinên sivîl û demokratîk vedixwînin. Li Tirkiyeyê du rojev hene. Yek Erdogan a din jî HDP ye. Li hêlekê komara demokratîk û demokrasiya radîkal, li hêla din jî rejîma otorîter heye. Divê gelên Tirkiyeyê ji van rêyekê hilbijêre. Em bi hevî ne. Divê em civakê birêxistin bikin. Li pêşiya me xebatên konferans û kongreye hene. Em ê di meha çileyê de konferansa mezin li dar bixin. Di 23’yê sibatê de jî dê kongreya mezin pêk bînin. Di wê baweriyê deme ku kongre dê bi serkeftî derbas bibe.” AMED