Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Temellî: Îktîdar bi şerê li dijî kurdan re hebûna xwe biparêze

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya serdanên bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl de Komeleya Hîndekarên Zanîngehê ziyaret kir. Di serdanê de Temellî da zanîn ku hikûmet bi şerê li dijî kurdan re hebûna xwe diparêze û divê hemû gelên Tirkiyeyê li dijî van pêkanînan li gel wan têbikoşin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên ‘Li dijî tayînkirina qeyûman’, ‘Makeqanûna demokratîk’, ‘Pakêta darazê’ û ‘Tifaqa demokrasiyê’ de bi 3 şandeyan dest bi serdanên partî, sendîka, komele, ode û rêxistinên demokratîk kiribûn. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan û parlamenterê Stenbolê Erol Katircioglu li Beşiktaşê endamên Komeleya Hîndekarên Zanîngehê ziyaret kir.

Di serdanê de serokê Komeleya Hîndekarên Zanîngehê Prof. Dr. Tahsîn Yeşîldere anî ziman ku bi serdana HDP’ê keyfxweş bûye û ev tişt anî ziman: “Tirkiye di pêvajoyeke pir xerab re derbas dibe. Tayînkirina qeyûman a 3 bajarên mezin, xespkirina vîna gel e. Em li dijî vê xespê ne. Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e. Ez ê di 4’ê îlonê de biçim bajarên ku qeyûm lê hatine tayînkirin û piştgiriyê bidin çalakvanan. Ji bo makeqanûna nû û demokratîkbûna Tirkiyeyê çi ji destê me bê em ê bikin.”

‘Tayînkirina qeyûman ferzkirina şer e’

Piştre jî hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û wiha got: “Hemû gelên Tirkiyeyê duh bi daxwaza aştiyê daketin qadan. Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê polîtîkaya şer e. Gelên me duh li qadan bersiva vê da. Îktîdar li ser hemû beşên civakê şer û tundiyê ferz dike. Mînaka herî dawî tayînkirina qeyûman e. Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku li hemberî vê yekê bihestiyar tevbigerin. Bi tayînkirina qeyûman re li welat şer ferz dikin. Di demên berê de jî qeyûm tayîn kirin lê tu kesî dengê xwe neda wan. Ji ber ku talan û wêranî kirin. Îktîdar bi şerê li dijî kurdan re hebûna xwe didomîne.”

’Ya demokrasî yan jî şer’

Di berdewamê de jî Temellî anî ziman ku mijara herî girîng a Tirkiyeyê demokratîkbûn e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yan dê Tirkiye demokratîk bibe yan jî dê bikeve nava şer. Ji ber vê jî em bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku em bi hevre xwedî li demokrasiyê derkevin û li dijî van kiryaran têbikoşin.”

Şandeya HDP’ê piştre jî dê şaxên THÎV û ÎHD’ê yên Stenbolê û DÎSK’ê ziyaret bike. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar