Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî gotinên AKP’ê yên ji bo ‘Kurdistanê’ ku di hemû demên hilbijartinê de di rojevê de ye, peyamên Ocalan û hilbijartinên 23’yê hezîranê axivî. Temellî got ku AKP îro li Amedê dibêje Kurdistan û dibe ku sibê li Stenbolê bibêje cihekî wisa nîne. Temellî da zanîn ku peyamên Ocalan berfireh û erênî ne. Temellî hilbijartina Stenbolî jî weke referandûmê nirxand
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di çarçoveya pîrozbahiya Cejna Remezanê de li gelek bajaran geriya û cejn li welatiyan pîroz kir. Yek ji bajarên ku Temellî cejna gel lê pîroz kir jî Êlih bû. Temellî li Êlihê bi coş hat pêşwazîkirin û cejna welatiyan pîroz kir. Temellî têkildarî polemîka peyva ‘Kurdistanê’, peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hilbijartinên 23’yê hezîranê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Metîn Yoksû re axivî.
Sezaî Temellî destnîşan kir ku desthilata AKP’ê desthilatekî ku bi gelan re lihevkirî nîne û wiha got: “Di nava siyaseta rojane de hin gotinan li gorî berjewendiyên xwe pir bi hêsanî bi kar tînin. Dema kêrî karê wan neyê jî pir bi hêsajî terk dikin. Gotinên Yildirim beriya niha Erdogan anîbûn ziman. Lê Erdogan piştre înkar kir. AKP li aliyêkî dibêje Kurdistan û li hêla din li Bedlîs û Tetwanê tabelayên bi kurdî radike. Li gorî hesabên hilbijartinê îro kurd hene. Îro li Amedê dibêjin Kurdistan heye lê dibe ku sibê li Stenbolê bibêje cihekî wisa nîne.”
‘Muxatabê çareseriyê diyar e’
Di berdewamê de jî Temellî diyar kir ku kurd tenê di hilbijartinê de tên bîra AKP’ê û wiha domand: “Pirsgirêka kurd çarxerêyeke. Pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiyeyê ye. Ger ku hûn bixwazin pirsgirêkên ked, demokrasî û aboriyê çareser bikin hûn neçarin ku di vê çarxerêyê re derbas bibin. Muxatabên çareseriyê jî diyarin. Bi hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan a piştî grevên birçîbûnê re ev yek careke din derketiye holê. Rabûrdiyekî rêbazên çareserkirina van pirsgirêkan heye. Bêyî ku ev li ber çavan bên girtin, kurd tenê di hilbartinan de tên bîra AKP’ê. Ev rêbaz êdî tê zanîn. Ji bo muzakereyên demokratîk û pêvajoyeke çareseriyê pêdivî ne bi AKP’ê, bi tifaqeke demokrat heye.”
‘Aqilê AKP’ê yê çareseriyê nîne’
Sezaî Temellî da zanîn ku gotinên şoven ên Tifaqa Cumhur ne mimkûne ku dewleta tirk pêş bikeve û wiha derbirî: “17 sal in ku em bi aqilê AKP’ê ku nêzî çareseriyê nabe re rû bi rû ne. Em vî aqilî baş nas dikin. Ji daxwazên gel re nabe bersiv û her kes dizane ku êdî dawiya wan hatiye.”
Xalên di nameya Ocalan de
Temellî piştre jî bal kişand ser peyamên Ocalan û ev tişt anî ziman: “Çarçoveya nameya ku di 6’ê gulanê de ji hêla parêzeran ve hate xwendin, pir fireh bû. Ji Rojava heta muzakere û demokrasiyê, her tişt di van 7 xalan de bi kurt û kurmancî hatibûn vegotin. Helwesta xwe ya sala 2013’an bi awayekî hevgirtî berdewam kir. Ocalan pêvajoya Mutabaqata Dolmabahçeyê dît. Bi van gotinan re ew pêvajo bi bîr xist. Gelo 30-40 roj dikare çawa bê nirxandin. Hem rastî hilbijartinê û hem jî pêvajoyeke ku li dora wê vediguhere ye. Her kes tiştê ku dikeve ser milê wî divê bike û gav biavêje. Di vê rewşê de pêdiviya siyasetê bi micidbûn û edaletê heye.”
Rexneyên Ocalan ên ji bo HDP’ê
Di berdewamê de jî Temellî bal kişand ser Mutabaqata Dolmabahçeyê û wiha derbirî: “Dolmabahçe girîng e. Têkildarî pêvajoya ji 2013’an heta 2019’an nirxandin hene. Li hemberî HDP’ê jî rexne hene. Dibe ku HDP’ê berpirsyariyên xwe baş bi cih neanîbin. Di raya giştî ya demokrat de bê înîsiyatîf ma û AKP’ê ji vê rewşê sûd girt. HDP divê van kêmasiyên xwe derbas bike û ji xwe di nava vê hewlê de ye. Ji ber ku bêyî HDP’ê demokratbûn ne pêkane. Bi vê bonê ye ku em banga tifaqa demokratîk dikin. Xeta ku Ocalan destnîşan kiriye nîşan dide ku tevî kêmasiyên me, em li ser heman xetê ne.”
‘Hilbijartin dê bibe referandûmek’
Temellî got ku piştî hilbijartina 31’ê adarê, li hemberî partiya wan bi destê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) bêhiqûqî hatiye kirin û wiha pê de çû: “Tevî gelek serlêdanên li Tetwan, Melezgir û Wêranşarê jî serlêdan nehatin qebûlkirin. Ev bêhiqûqî kete dîrokê. Ev bêhiqûqiye bi destê YSK’ê tên kirin. Di 23’yê hezîranê de tenê serokê şaredariyê nayê hilbijartin. Her wiha gazincekî li dijî vê bêhiqûqiyê ye. Hilbijartina Stenbolê dê bibe referandûmek. An demokrasî yan jî dê rejîma yekperest û faşîzm bê tercihkirin. Erdogan dê bê hilbijartin. Hilbijartin hat û kurd keşf kirin. Lê bi gotina we ya Kurdistanê re ev gel deng nade we. Hilbijêrên HDP’ê li gorî taktîkên rojane tevnagere. Hafizeya vî gelî pir teze ye. Yên ku li Efrîn, Kobanê û bajarên kurdan hatin kirin hîn di hafizeya gel de pir teze ne.” ÊLIH