Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Temellî: Li pêşiya demokrasiyê astengiya herî mezin tecrîd e

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di 3’yemîn Kongreya Asayî ya HDP’a Mêrdînê de axivî. Temellî got ku li pêşiya demokrasiyê astengiya herî mezin, tecrîd e. Temellî diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê divê hem li hundir û hem jî li derve têkoşîn bê kirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê bi dirûşma ‘ Em bi hêvî û biryar xwe birêxistin bikin û faşîzmê têk bibin’, 3’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Kongre li Eywana Konferansê ya Otêla Mardîn Yay Grandê hate lidarxistin. Li dîwarên eywanê jî pankartên weke ‘Ji faşîzmê re em dibêjin bes e û xwebirêxistinkirinê ve ber bi azadiyê ve dimeşîn’ û ‘Cîwan bi hêvî û bawerî  ber bi şoreşê ve dimeşin’ hatibûn hilayîstin.

Di kongreyê de hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP’ê, berdevkê cîgirê hevserokê Koma HDP’ê Mîthat Sîncar, hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji peywirê hatine girtin Ahmet Turk û Fîgen Altindag, hevserokên HDP’a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Zeyyad Ceylan, endamên Dayikên Aştiyê, saziyên civaka sivîl û gelek endamên partiyê amade bûn.

Tecrîda li ser Ocalan

Di kongreyê de hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî axivî û geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn nirxand. Temellî diyar kir ku dê pêşerojê bi hev re ava bikin û wiha domand: “Em ê têkoşîna xwe ya di nava siyaseta demokratîk de bidomînin. Lê îktîdara heyî xwe li siyaseta demokratîk ranagire. Ji ber vê jî komkujiyan dike. Bi vê boneyê ez axaftina bi bîr anîna her sê jinên ku jiyana xwe ji dest dane dixwazin dest pê bikim. Heta niha bi dehan siyasetmeda qetil kirin, girtin û sirgûn kirin. Ya ku li pêşiya demokrasiyê digire, tecrîd e. Ji ber vê jî tecrîda li ser Ocalan tê domandin. Ji ber vê jî divê em hem li Tirkiyeyê û hem jî li cîhanê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bidomînin.

Şerê li Lîbya û Sûriyeyê

Temellî piştre jî bal kişand ser tezkereya Lîbyayê û ev nirxandin kir: “Desthilatdariya heyî ji bo ku xwe mayînde bike, pêşeroja gelên Tirkiyeyê tarî dike. Divê em vê rawestînin. Em neçarin ku li dijî şer derkevin. Li ku derê şerek hebe, em ê li dijî wê derkevin. Ne tenê di tezkereya Lîbyayê de, divê ji bo Sûriyeyê jî em bi heman awayî têbikoşin. Vaye em dibînin bê ka şerê wekaletê yê li Sûriyeyê ber bi ku ve diçe. Ger ev polîtîka bidome, dê Tirkiye û Rojhilata Navîn veguhere qada şer ê mayînde. Ji bo pêşîlêgirtina vê jî divê em xwe ji vê desthilatdariyê rizgar bikin û têkoşîna xwe ya demokrasiyê bilindtir bikin. Li Sûriyeyê divê pêngavên çareseriya siyasî û demokratîk bên avêtin.”

Rojava mînaka serkeftinê ye

Bi domdarî jî Temellî anî ziman ku tevî hemû hêzên emperyalîst jî ew dê biser bikevin û wiha pê de çû: “Li gel vê desthilatdariya ku bi çavbirçîtiya emperyal a jêrîn dixwaze li Rojhilata Navîn cihê xwe bigire û rejîma otorîter jî em ê biser bikevin. Gelan ev bi ser xistin. Rojava bi ser xist. Va ye mînaka vê li holê ye. Niha jî divê em piştevaniyê wan bikin û vê siyasetê mezintir bikin.”

Temellî da zanîn ku rêya aştiyeke birûmet di diyarkirina qedera xwe ya gel bi xwe de ye û wiha got: “Rêya vê çareseriya siyasî, çareseriya demokratîk û di makeqanûneke demokratîk re derbas dibe. Li Lîbya, Sûriye û Tirkiyeyê rêya çareserkirina pirsgirêkan demokrasî ye. Divê em daxwaza desthilatiyê di qirika wê de bihêlin. Ger ne wisa bê pêşeroja me tarî xuya dike.”

Kuştina Qasim Silêmanî

Di berdewamê de jî Temellî bal kişand ser kuştina Qasim Silêmanî û wiha bi dawî kir: “Di rewşa heyî de dema em li pêvajoyê dinihêrin, dibînin ku Tirkiye, Îran, Rûsya û DYA dixwazin şerê wekaletê yê li Rojhilata Navîn bidomînin û mezintir bikin. Kuştina Silêmanî nîşaneya vê ye. Divê ev dewlet dest ji Rojhilata Navîn bikêşin. Qaşo yekgirtina welatan diparêzin. Li Soçî, Cenevre û Astanayê qala vê dengê dikin. Lê hûn hemû li wir in. Li Iraqê, li Sûriyeyê û li Lîbyayê ne. Hemû jî bi navên çeteyên xwe li wir in. Li wir komkujiyan dikin. Wê derê talan dikin û dibin sedema aloziyê.”

Hevserok hatin hilbijartin

Piştî axaftina Temellî jî raporên rêxistinê ya salane hatin xwendin û ji bo hilbijartina hevserokên nû hilbijartin hate kirin. Di encama hilbijartinê de Perîhan Agaoglu û Salih Kuday weke hevserokên HDP’a Êlihê yên nû hatin hilbijartin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar