Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Temellî: Li Qersê dem dema HDP’ê ye

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî da zanîn ku AKP’ê li Qersê bi siyaseta netewperestî û rantxwariyê, aboriya bajar têk biriye. Temellî daxuyand ku ew li Qersê bi coşeke mezin hatine pêşwazîkirin û gel gotiye ku ‘niha dema HDP’ê ye.’

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû Qersê. Temellî têkildarî xebatên hilbijartinên rêveberiyên herêmî, girîngiya hilbijartinê û rewşa partiyên li Qersê, bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Temellî da zanîn ku ew dixwazin Qersê bikin bajarekî mînak.

Sezaî Temellî anî ziman ku li dijî îktîdarê HDP her tim xwedî siyaseteke alternatîf e û wiha domand: “Tevî hemû zext û zoriyan jî li ser pêya ye û hîn xurttir e. Dê li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê mezintir bike. Ji ber vê jî me starta hilbijartinê hem li Qersê û hem jî lI Cizîrê da. Qers niha bi herî, sergo, kort û koncalan tê pênasekirin. Bajarekî di hêla çand û dîrokê de ewqas dewlemend, mixabin bi vê ferasetê tê birêvebirin. Rê xirabe ne, çop nayên komkirin, her der herî û koncal in. Bi vî awayî ji nasnameya wê ya dîrokî û çandî hatiye dûrxistin. Her wiha pirsgirêkên aborî hene. Yek ji bajarên ku siyaseta netewperest texrîb kirin jî Qers e.”

Temellî anî ziman ku ew dixwazin Qersê guherînin û wiha got: “Li holê kavilbûyîn heye û ev jî dikare bi feraseta rêveberiyeke herêmî ya civakî bê çareserkirin. Mînakên vê kavilbûyînê li Tirkiyeyê pir in. Mîna li Qersê, ev feraseta betonkirinê, feraseta dewlemend kirina mutahîdan û berberîkirinê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Ayhan Bîlgen li ser vê mijarê pir disekine. Bi rastî jî lêhûrbûneke muazzam e. Hêvîdarim tevî Şevîn Alaca, her du hevşaredarên me, meclisa şaredariyê û gelê me vê enqazê ji holê rakin.”

‘AKP’ê sewalkarî qedand’

Di berdewamê de jî Sezaî Temellî bal kişand ser rewşa aborî ya li bajar û got ku divê li dijî tunekirina çandinî û sewalvaniyê gavên mezin bên avêtin. Temellî wiha pê de çû: “Li Qersê aborî têk çûye. Bi vê re jî bajar rûxiyaye. AKP’ê li Tirkiyeyê çandinî û sewalkarî qedand. Li Qersê jî derbekî mezin li sewalkariyê da. Ji ber vê polîtîkayê li Dîgorê niha pez nemaye. Vê jî rê li ber koçberiyê vekiriye. Navenda Qersê jî di heman rewşê de ye.”

Dê aboriya Qersê xurt bikin

Temellî daxuyand ku ew dixwazin Qersê ji rewşa heyî ya xerab xelas bikin û ev nirxandin kir: “Em dixwazin Qersê veguherînin bajarekî mînake. Bi taybet jî em dixwazin bi kooperatîfan bajarekî mînak ava bikin. Dê bi vê yekê re jî aborî û siyaseta wê xurt bibe. Em du roja li bajar geriyan. Eleqeyeke mezin li hemberî partiyê heye. Coşeke mezin li vir heye. Gel bi biryar e û dibêje; ‘em dixwazin vîna me bibe îktîdar. Niha dema HDP’ê ye.’ Ev jî rê li ber hêviyê vedike.”

‘Qersiyan Bîlgen ji Enqereyê anî’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me Ayhan Bîlgen ji Enqereyê neşand Qersê. Qersiyan ew ji Enqereyê anîn. Pêdiviya qersiyan bi kesekî ku pirsgirêkên wan çareser bike hebû. Ev kes jî weke Bîlgen dîtin. Ev ji bo me cihê rûmetê ye. Ne tenê li hin cihan, li tevahiya Tirkiyeyê HDP tekane alternatîf e. Ji ber ku em bingehê ava dikin. Jixwe demokrasiya radîkal ev e. Di hêla siyasetê de tecrûbeya gelê Qersê heye. Em xwedî pratîkekî xurtin û dixwazin hemû Tirkiyeyê biguherînin.” QERS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar